Dîlan Mulhim\Qamişlo
Beşê Sewalkariyê li kantona Cizîrê dest bi belavkirina êmê sewalan li sewaldarên kantona Cizîriyê kiriye û heta niha ji sedî 80 sewaldarên kantona Cizîrê êm ji bo sewalên xwe wergirtine.
Belavkirina êmê sewalan, ji aliyê komîteyên pispor yên komîteya Sewalkariyê ve tê domandin. Li gorî Beşê Sewalkariyê rêjeya temamkirina karê belavkirina êmê sewalan gihîştiye nêzî ji sedî 80 û heta niha jî li hin bajar û bajarokên girêdayî kantona Cizîrê berdewam dike. Belavkirin bi riya 32 komîteyên navendî tê kirin, di heman demê de di bin çavdêriya Mecilsa Aborî û Çandiniyê de û bi hemhangiya Komîteyên Çandinî û Sewalkariyê yên di rêveberiyên herêmî de xebat tê meşandin.
Rêjeya êmê sewalan
Li gorî encamên belavkirinên dawî, sererastkirina rêjeya êmên Sewlan hatiye cudakirin, herwiha rêjeya sewalên biçûk ji her serîkî re 18 Kg. Di heman demê de, rêjeya êm ji bo her serî sewalek mezin 180 Kg e. Ev zêdebûn di encama lêvegerîneke rasteqîne ên sewalkariyê de ye, bi berçavgirtina lêçûnên zêde yên xwedîkirina sewalan. Ji bilî şert û mercên avhewayê û bandora wan li ser çêregehên xwezayî ku pêwîstî bi dabînkirina rêjeya êmê sewalan heye, ji bo misogerkirina berdewamiya hilberînê.
Li gorî Beşê Sewalkariyê yê kantona Cizîrê belavkirina êmê sewalan dê li gorî prensîb û rêziknameyên pejirandî û li gorî encamên serjimêriya dawî were kirin, û tekez kir ku her cotkarek ku di serjimêriyê de nehatiye tomar kirin dê di belavkirinê de neyê tomar kirin, ku ev yek girîngiya hevkariya bi komîteyên serjimêriyê re û temamkirina daneyên pêwîst bi awayekî rast destnîşan dike.
‘Pêwîst e sewaldar biryaran pêk bînin’
Ji aliyê beşê Sewalkariyê ve bang li hemû sewaldaran hate kir ku pêwîst e biryarên ji aliyê komîteyên pispor ve hate kirin, pêk bînin. Da ku ev gav di wextê xwe de biqede, û tekez kir ku serkeftina serjimêriyê dê rasterast bandorê li ser asta piştgiriya ku di serdema pêş de ji bo sewaldaran were dayîn bike.
Li gorî Ofîsa ragihandinê ya Mecilsa Aborî û Çandiniyê ku ev belavkirin gaveke bingehîne ji bo rêxistinkirina sektora sewalkariyê di kantona Cizîrê de, lewma armanc wê ew ku mekanîzmayên plansazkirin û piştgiriyê baştir bike û dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên sektorê sewalkariyê zêde bibin, ku ev yek jî dibe alîkar ji bo piştgiriya ewlehiya xwarinê ya herêmî.
Weke tê zanîn ku kantona Cizîrê yek ji deverên sereke yên hilberîna sewalkariyê e, beşeke mezin ji niştecihên wê sewalan kedî dikin.






