Dîlan Mulhim\Qamişlo
Rêvbera Komîteya Koperatîv a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Êvar Ferho diyar ku Aboriya Koperatîv piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê xwe birêxistin kir û got: “Aboriya Koperatîv pêşxistina aboriya civakê ye.”
Çanda Aboriya Koperatîv lêkolîn û analîzkirina sîstem û pratîkên aborî yên cûda dike. Têkiliya di navbera aborî û Çanda Koperatîv de kûr e û çand bandorê li ser tevgerên aborî dike û taybetmendiyên şekil dide. Di heman demê de çand bi xwe wekî berhem û kelûpelek tê dîtin. Sîstema çanda aboriya Koperatîv dibe alîkar ku mirov fêm bike k a nirx û baweriyên wek ol an adet çawa bandorê li hilberîn, xerckirin û tewra polîtîkayên aborî dikin, bi vî rengî piştgirî dide polîtîkayên pêşkeftina domdar yên aliyên çandî.
Sîstema Çanda Aboriya Kompertîv li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hate birêxistin kirin. Herwiha ji wê demê heta niha bi riya sîstema Aboriya Koperatîv civak li gorî sîstema Rêveberiya Xweser proj û karê xwe dide meşandin. Di derbarê Sîstema Çanda Aboriya Koperatîv li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, rêvbera Komîteya Koperatîva Bakur û Rojhilatê Sûriyê Êvar Ferho ji Rojnameya me re axivî.

‘Em dixwazin kes bê kar nemîn e’
Êvar Ferho anî ziman ku bi riya Aboriya Koperatîv anjî Koperatîva Civakî civak projeyên xwe pêş dixe û wiha got: “Hedef û armanc ji sîstema Aboriya Aboriya Koperatîv rêxistin û pêşxistina civak, herwiha da ku civak bi xwe piroje û karê xwe bide meşandin, pêş bixe. Lê belê civak li gorî sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û aboriya xwe li pêş dixin. Herwiha bi vê yekê re gelek armanc tên weke peydekirina kar, tevlîkirina jinan di nava kar de. Di heman demê de, em dixwazin ku kesek di nava civakê de, bê kar nebînin û gelek hewldanên me ji bo vê yekê hene. Da ku civaka me hebû bi rengekî komînal û aboriya civakî karê xwe bide meşandin. Gelek projeyên me yên bi vî rengî hebûn û heta niha berdewam in.
Piştî şoreşa Rojavayê Kuridistanê sîstema Aboriya Koperatîva li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe birêxistin kir û heta niha ev rêxistibûn berdewam e. Lê belê serkeftina sîstema Aboriy Koperatîva li ser hişmendî û tecrîbeyên civakî ye, herwiha gelek sedemên vê yekê hene. Di heman demê de, ev hemû girêdayî hişmendiya komînal, aboriya civakî, tecrîbe û helbet tecrîbe jî rola xwe pir dilîze. Herwiha em hewldanên xwe dikin ku her tim li gorî çand xwe, sîstema Rêveberiya Xweser sîstema Aboriya Koperatîva serbixin.”
‘Pêwîst e projeyên me serkeftî derbas bibin’
Rêvbera Komîteya Koperatîva Bakur û Rojhilatê Sûriyê Êvar Ferho axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo serketina Sîstema Aboriya Koperatîva berdewam bimîne, pêwîst e pirojeyên me serkeftî derbas bibin. Helbet ev yek ji bo me cihê serbildahî û şanziyê ye. Di heman demê de, serkeftina projeyên me hêzê dide ku em bi rengekî serkeftî xebatên xwe berdewam bikin. Lê belê bi vî rengî sîstema Aboriya Koperatîv didome û serkeftî ye.”






