Şaho Xanim
Şîrovkirina bêdengiya tirsnak a navneteweyî ya li hember komkujî, binpêkirin, guhertinên demografîk û şerê qirkirinê yê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê wekî bêçareyî an bêçalakiyê şaş e. Ev bêdengî ne bêsedem e û ne jî bê armanc e; berevajî vê, ew helwesteke siyasî ya hesabkirî ye, armanca wê perçekirina Sûriyê ye.
Li gorî mentiqa hêzên navneteweyî û herêmî, Sûriye êdî wekî welatekî serwer nayê dîtin, lê belê wekî projeyek vekirî ji bo ji nû ve dîzaynkirinê tê dîtin, li ser vê bingehê krîza wê tê birêvebirin û îstismarkirin.
Bêdengiya navneteweyî di bingeha xwe de peymaneke negotî ye ji bo ku Sûriye di rewşek bêîstîqrariyê de bimîne, ji ber ku her projeyek neteweyî ya berfireh ku erdnîgarî û biryardana siyasî ya welêt ji nû ve bi hev ve girêdide, berjewendiyên sereke yên hêzên navnetewî ku di salên şer de hatine avakirin, tehdît dike. Ji ber vê yekê, ew vê bêdengiyê wekî amûrekî zextê li ser Rêveberiya Xweser û QSD’ê bikar tînin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) wekî yek ji hêzên herî sereke li dijî planên parçekirinê yên hin hêzên navnetweyî û herêmî, roleke mezin dilîze. QSD projeyek cudaxwaziyê û parçekirinê qebûl nekiriye, lê belê wê modelek pêşniyar kiriye ku li ser bingeha nenavendîbûnê di nav yekîtîya axa Sûrîyê de ye, herwiha ew di nav avahiya xwe de pêkhateyên neteweyî û olî yên cûrbecûr dihewîne.
Projeya ku ji hêla Colanî -HTŞ’ê û Tirkiyê ve tê temsîlkirin, di tu qonaxê de qet nebûye projeyek şoreşger an rizgariya neteweyî û avakirina Sûriyeke nû. Berevajî vê, ew projeyek bi tevahî parçeker e ku kaosê bikar tîne, ol wekî perdeyek û çek wekî amûrekê bikar tîne da ku tişta ji welat maye parçe bike û hilweşîne. Colanî ne tenê şoreş dizî, lê wî ol bi xwe jî tahrîf kir, ew ji sîstemeke nirxan veguherand amrazeke kuştin û dûrxistinê, herwiha di dawiyê de xizmeta projeyên ku ti têkiliya wan bi Sûriyeyê an berjewendiyên gelê wê re tune ye, kir.
Bi van rastiyan re, êdî ne mimkûn e ku bi polîtîkayên kevin berdewam bikin. Tiştê ku îro hewce ye, helwesteke siyasî ya zelaltir û wêrektir e ku mantiqa bêdengiya navneteweyî eşkere bike û êrişan wekî têkoşîneke di navbera projeyek neteweyî ya yekgirtî û projeyên parçebûnê yên ku sînoran derbas dikin de ji nû ve pênase bike.
Yekîtîya Sûrîyê ne tenê sloganeke exlaqî ye, lê belê hilbijartineke siyasî ya biha ye. Yên ku wê hildibijêrin divê fêm bikin ku bedela wê dê tenêtîya demkî be, lê ew di encamê de, tekane vebijarka ku dikare tiştê mayî ji welêt rizgar bike.






