Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê Neteweyên yekbûyî li dijî dewleta Tirk û HTŞ’ê helwest nîşan bide’

18/01/2026
in POLÎTÎKA
A A
‘Divê Neteweyên yekbûyî li dijî dewleta Tirk û HTŞ’ê helwest nîşan bide’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Parêzerên kantona Cizîrê anîn ziman ku kiryarên desthilatdariya HTŞ’ê binpêkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî  (NY) yên bi hejmara 2254 û 2799’an e û bang li NY’ê kirin ku dijî dewleta Tirk û HTŞ’ê helwest nîşan bide

Ji dema hatina hikumeta demkî ya Sûriyê li ser desthilatdariyê ve, binpêkirina soz, peyman û lihevkirinên niştîmanî-Sûrî bûye erka hikumeta Sûriyê ya demkî û wizareta wê ya derve.  Ji wan peymanan a 1’ê Nîsanê ye ku di encama binpêkirina wê de şêrê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rûda û komkujî bi serê gelê Kurd li her du taxan pêkhat. Piştî ketina her du taxan bin destê hikumeta demkî û çeteyên wê, êdî gefên êrişan li ser tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla çeteyan, dagirkeriya Tirk û hikumeta demikî ve zêdetri bûn. Armanca wan jî ew e ku peymana 10’ê Adarê têkbibin û şerekî mezintir bidin encamdan.

Derbarê binpêkirina hikumeta demkî ji peymanên ku bi QSD û Rêveberiya Xweser re îmze kirine û êrişên dermirovî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parêzerên herêma Cizîrê Mihemed Emîn Niêmî û Xifran Xelef  ji rojnameya me re axivîn.

‘Desthilatdarî û kiryarên HTŞ’ê li dijî biryarên 2254 û 2799’an in’

Mihemed Emîn Niêmî da zanîn ku desthilatdariya HTŞ’ê herwiha kiryarên wê binpêkirineke ji bo biryarên navdewletî û wiha bi lêv kir: “Rêxistineke cîhadîst a di nasname û pratîkê de ku desthilatdariyê li ser welatekî bike bêyî razîbûna gelan bi serê xwe binpêkirina zagonên navdewletî ye. Bi taybet her du biryarnameyên 2254’an a sala 2015’an û 2799 a sala 2025’an du zagonên navdewletî ne. Tişta ku li ser derewan hatiye avakirin bi xwe derew e û tiştekî batil e. Ji ber vê yekê, ne xerîb e ku rêxistineke terorîst her cûre sûcan li dijî gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bike, bêyî ku têkiliya wan bi vê rêxistina terorîst a bi navê Heyet Tehrîr Elşam re hebe. HTŞ’ê şaxekî rêxistina terorîst a Elqaîdeyê ye. Civaka navneteweyî, ya fermî û hem jî nefermî, ji vê rastiyê haydar e. Bêdengiya civaka navneteweyî ya fermî di derbarê van hemû rastiyan de ji fikarek xurt a ji bo berjewendiyan û tirsa ji ajendeyên siyasî yên nakok derdikeve. Lê belê, her tiştê ku bi vê rêxistinê û rêxistinên din ên cîhadîst ve girêdayî ye, kiriyarên wan diyar in, ew dizanin bi her tiştî, belge hene, hem jî ji berpirsiyariya navneteweyî li ber Dadgeha Cezayê Navneteweyî derheqê karê van rêxistinan ne dûr in. “Çareseriya yasayî û rola civaka navneteweyî ya fermî di biryarên 2254’an a 2015 û 2799’an a sala 2025’an de ye, çi di warê dabeşkirin û wesfkirina Heyet Tehrîr Elşam wekî şaxek ji Cebhet Elnusra an Elqaîdeyê de, çi jî di warê bicîhanîna Beşa 7’an a Peymana Neteweyên Yekbûyî ya 1948’an de, ev yek bi destwerdana Meclisa Ewlekariyê bi hêza navneteweyî tê temsîlkirin. ”

‘Li Helebê sûcên dijmirovî li hemberî Kurdan pêkhat’

Niêmî tekez kir ku li Şêxmeqsûd, Benî Zêd û Eşrefiyê sûcên dijmirovî derheqê Kurdan de pêkhat û wiha domand: “Peymana 10’ê Adarê û peymana Nîsana 2025’an heye, ya duyem berhema yekem e. Di her du peymanan de, yek ji aliyên van peymanan hevalbendekî nêzîk ê dewleta Tirk e, têkiliyek dişibihe têkiliya zarokekî bi diya xwe re. Ji ber ku dewleta Tirk di peymana 10’ê Adara de, bidawîbûna çavdêriya xwe li Sûriyeyê dibîne, bi taybetî ku ev peyman bê wê hatiye îmzekirin û deriyê destwerdana leşkerî ya Tirkiyê di hundirê Sûriyê de bi temamî digire. Herwiha tê xwestin ku çeteyên girêdayî HTŞ’ê û dewleta Tirk nema destwerdanê li ser axa Sûriyê bê kirin. Ev peymana jî di bingeha xwe de li dijî terorîzmê û vegerandina hemû deverên dagirkirî ye. Li Helebê diyar bû ku dewleta Tirk a dagirker, HTŞ û çeteyên girêdayî xew hemû sûcên dijmirovî li ser gelê Kurd li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd pêkanîn. Divê hemî sûcên ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê yên biyanî û herêmî, hem jî rêxistina cîhadîst a li ser textê Şamê rûniştiye, bi serokatiya serokê Elqaîdeyê Ebû Mihemed Elculanî bên belgekirin. Di heman demê de divê hemû şaxên vê rêxistinê ne tenê li Sûriyê, lê belê li derveyî Sûriyê bên kontrolkirin û cezakirin.”

‘Rêxistinên mirovî li gorî poltîkayên dewletên serdest tevdigerin’

Parêzer Xufran tekez kir ku rêxistinên mirovî li gorî siyasetên dewletên serdest li hemberî kiryarên dijmirovî bêdeng dimînin û wisa got: “Çima rêxistinên navneteweyî li hember binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina qanûnan bêdeng dimînin? Helbet em dizanin ku ev rêxistin li gorî polîtîkayên dewletên ku cîhanî bi rêve dibin tevdigerin, ji ber vê yekê nikarin li dijî polîtîkayên welatên cîhanê nêrînekê nîşan bidin. Em dibînin ku ew dikarin bûyerekê li welatekî şermezar bikin, dema ku li welatekî din çi diqewime bêdeng bimînin. Bêdengiya rêxistinên mirovî ya li ser vê mijarê ji ber serdestiya siyasî ya li ser van rêxistinên ku sifeta xebata mirovî didin meşandin. Divê bê zanîn ku divê ev rêxistin û saziyên mirovî nekevin bin bandora siyasî, ji ber ku armanca wan a sereke parastina mafên mirovan be, bêyî ku siyaset an jî tiştek din be.”

‘Divê hikumeta demkî û çeteyên wê werin cezakirin’

Xufran Xelef da zanîn ku hikumeta demkî û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ji ber van kiryarên xerab di dadgehên navneteweyî de bên cezakirin û wiha bi dawî kir: “Zagonên ku ji Civatên Cinêv derketin di hemû welatên cîhanê de ku tê de şer tê kirin, pêwîst in û divê werin bicihkirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî pêwîst e van zagonan bi cih bike. Hikumeta demkî ya Sûriyê, di serî de her çar peymanên ên Cinêvê bin pê kirin. Ev peyman sivîlên diparêze, tevî ku şer hebe jî divê alîkariyên mirovayî ji sivîlan re pêşkêş bike qanûna navneteweyî ya mirovayî her carî were berxwedan.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.