Ronahî Sadûn/ Qamişlo
Rojnamevan Ekrem Berekat diyar kir ku yê niha sazî û ragihandina Sûriyê organîze dike, dewleta Tirk e, ji ber hikumeta demkî ne xwedî hêza biryar û leşkerî ye û got, “Di şexsê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de xwestin Heleb bê Kurd bihêlin û Sûriyê giştî di nava parçebûnekê de derbas bikin.”
Derbarê dîroka Kurdan li Helebê, êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, herwiha eşkerekirina rûyê ragihandinên dijber ku gelek idîa kirin, Rojnamevan Ekrem Berekat bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Rewşa Helebê, berxwedaniya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, armanc û êrişên ku li ser van taxan hat kirin ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyê bi hevkariya dewleta dewleta Tirk çibû?
Li Helebê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, taxên resen ên Kurdan e ku ji dîrokê heya roj îro hebûna Kurdan, hebûnekî resene û ji damezrînerên Helebê ne. Herwiha di Sûriya nû de rolekî pir mezin lîstin ku Heleb niha ketiye asta paytexta Sûriyê ya pêşesazî, bi serkêftina malbatên Kurd e. Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî, ne ji niha de ye. Van taxan cara yekemîn di 15’ê Sibata 2001’ê de serhildan li beramberî rejîma Baasê kirin ku meşekî herî girseyî ji bo şermezarkirin Komployê, hem jî ji ber hinekî zextên hikumeta Sûriyê li ser hebûn ê, lidar xistin. Berxwedaniya taxan ji wê rojê ve ye. Di 2004’an de jî yê herî destek da serhildana Qamişlo, her du tax bûn.
Di 2011’an de dîsa beramberî Baasê rawestiyan ew bûn. Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo vîn û îradeya xwe, têkoşîneke pir mezin dane meşandin û wan serî ji kesî re ne tewandiye. Piştî vê tax hatin dorpêçkirin, bomebarankirin bi topan, balafiran êriş kirin, lê tax teslîm nebûn, vîn û îradeya xwe parastin. Di sala 2016’an de jî çeteyan êriş kir, çeteyên ku îro êriş kirin, berê 2016’an bi cil û bergên dîn êriş kiribûn. Jiyana van taxan wiha berdewam kir aliyekî berxwedanî, aliyê din dorpêç û êriş, heya niha jî wiha dewam dike. Piştî Baas hilweşiya, nirxandinekî gelên Sûriyê û kesên demokratk ji bû Sûriyê hebû. Lê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber ku zilm û zor ji van çeteyan dîtibûn, zanîbûn rewşa Sûriyê ber bi ku ve diçe. Lewra wan di taxên xwe de bêtir xwe parastin û her tiştê xwe li pêş xistin.
Piştî lihevkirina peymana 10’ê Adarê, hevpeymana 1’ê Nîsanê hate çêkirin. Ew hevpeyman jî di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd û hikumeta demkî de bû, xalên wê diyar bûn. Li gorî hevpeymanê, Hêzên Sûriya Demokratîk wek leşkerî xwe ji taxan vekişandin û parastina taxê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin. Hevpeyman îmzekiriye li ser erdê ye û hinek hêzên gerantor tê de hebûn. Lê hikumeta Colanî tax dorpêç kirin û êriş bi ser de anîn ku ji 25’ê Îlonê ve nehiştin sotemenî, derman, alavên jiyanî derbasî taxan bibin, di serî de jî alavên tenduristî, ev beramberî taxan hate meşandin. Di 6’ê Çileyê de jî êrişî taxan hate kirin, beriya êrişên li ser taxan civînekî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta demkî de hatibû lidarxistin. Rûxmê rayedarên QSD’ê diyar kirin ku civîn asayî û bi rengekî erênî derbas dibû, tenê mabûn îmze bikin li ser lihevkirinên heyî, lê rayedarekî hikumetê mudaxele kir dibêjin ew jî Şêbanî ye zilamê Tirkiyê ye. Mudaxeleya Şêbanî nehişt civîn biçe serî û taloq kirin. Piştî vê êriş hatin kirin, ev êriş jî rasterast dewleta Tirk dike, ne HTŞ’ê. Ji ber HTŞ’ê ne hêza xwe ya biryar û ne jî ya leşkerî, nîne. Berî ku HTŞ’ê derbasî Sûriyê bibe, her kesî wan bi çetan didan naskirin, ya din jî HTŞ’ê hejmara xwe 3 hezar çete derbas nedikir, di Idlibê de nikarîbûn tiştekî bikin û gavakê bavêjin. Lê HTŞ’ê bi destekdayîna Tirkiyê xwest vîn û îradeya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têk bibin. Di şexsê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, dixwazin Helebê bê Kurd bihêlin.
Piştî civîna li Parîs a ku di navbera Sûrî, Îsraîl û Amerîka de çêbû, tê de mijara Colan çareser kirin ku du parêzgehên Colan Qumeytera û başûrê Sûrî teslîmî Îsraîl kirin, dixwazin Heleb jî bi rengkî ji rengan radestî Tirkan bikin, ji ber piştî diyalogên Tramp û Netenyaho, diyalogên Tramp û Erdogan jî çêbûn, di ortê de ev mijar derket û êriş kirin. Armanca sereke valakirina Helebê ji Kurdan ye.
Di êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê û beriya wê jî li Efrîn, Minbic û Bendava Tişrînê de jî gelek idîa hatin kirin wekî ku endamên PKK’ê di Helebê de hebûn, di her şerekî de her carê idîak tê belavkirin û di nav gel de jî tirsekî didin avakirin wekî ku Heleb radest girtin an jî ev dîmenên komkujiyên ku derdiketin pêş, ji bo vê mijarê nirxandinên te çi ne?
Şerekî pir qirêj tê meşandin û ev şer ne ji niha ve ye. Şer li ser çar xalan tê meşandin, şerekî qirkirinekî fîzîkî ye, şerekî siyasî di astekî pir mezin de, şerekî diplomasî ye û yê serkêşiya van her siyan jî dike, şerê ragihandinê ye. Me dîroka ragihandinê xwendiye û bi salan jî tê de dixebitin. Ragihandin çi ye? gerek ew çanda exlaqan û pîvanan biparêze. Ji ber wisa her tim dibêjin; kesên di çapemeniyê de, weliyî û nebiyên ragihandinê ne, yan jî nebiyên civakan û gotinê ne. Lewra insanên di ragihandinê de bixebitin, pêwîst e xwedî pîvan, exlaq û nirx bin. Lê tiştê me dît tersî wê bû, ev çend sale beramberî vîn û îradeya azad a gelên Kurd, Kurdistanê û gelên demokratîk şerekî qirêj tê meşandin.
Niha em behsa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin, piştî hevpeyman hat girêdan, rehetî di Sûrî giştî de hate çêkirin. Rehetiya di Sûriyê de hate çêkirin jî, ji ber hêzên demokratîk Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne,
her kesî vîn û îradeya xwe di van hêzan de dît. Ji bo Sûriyê demokrat bibe, her kesî got gerek van hêzan re diyalog were kirin û ev hêz wê Sûriyê demokat bikin. Çima? ji ber ku hikumeta demkî komkujiya Elewiyan di meha Adarê de kirin, berî wê yên Durziyan çêbû, piştî wê careke din Durzî, Dêrên Xiristiyaniyan teqandin. Lewma ji ber her kesî vîn û îradeya xwe di van hêzan de dît, wan çi pêşxitin di ragihandinên xwe de, QSD’ê hêzên dixwazin Sûriyê parçekin. Yê herî ewlehî û serwiya Sûriyê parastî, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di milê xwe siyasî, civakî, leşkerî, xizmetguzarî û hwd… Ji bo wê ger Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçebûna bixwazîba, wê parçe bikra hêza wê di hemû aliyan de heye. Ew û çapemeniya Tirk jî vê dizanin, ji ber ê serkêşiya vê dike û hikmetê birêve dibe Tirkiyê ye. Yê niha saziyên Sûriyê jî birêve û ragihandina Sûriyê orgenîze dike, Tirk in. Çîroka Tirkan bi dehê salan beramberî me dimeşîne.
Hikumeta demkî li aliyekî bi gotinan ji pêkhateyên Sûriyê re dibêjin birayê me ne, li aliyê din nêzîkatiyên kiryarên hovane li hemberî wan didin meşandin, hun vê yekê çawa dinirxînin?
Niha destpêkê gotin Kurd ne Sûrî ne, piştî her kesî gotin Kurd Sûrî ne, dîroka Kurdan heye, gotin Kurd birayê me ne, lê Rêveberiya Xweser û QSD’ê dijminê me ne. Piştre di Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de çîroka destpêkê gotin QSD’ê û hêzên PKK’ê tê de ne û êrişî me dikin. Lê ji hêzên garantor bigre heya Tirkiyê û rejîma heyî ya Colanî, zanin ne QSD’ê ne jî PKK li wir hene. Ji ber hevpeyman çêbû û di taxan de berpirsyarên wan ên leşkerî û parêzgeha Helebê, tax tax geriyan, civîn çêkirin tiştek tunebû. Piştre gotin çi hêzên biyanî hene, hêzên biyanî çi ne, ber derkevin bêjin hêzên biyanî kî ne? piştre gotin bermahiyên Baas in, tişta avakirin xwestin nijadperestiyekê di navbera Kurd, Ereb û pêkhateyan de pêş bixin. Mixabin ê ku çîrok van çeteyan girt kî bûn, hin çapemeniyên Ereb ên dijber propaganda wan kirin, em jî tevlî wêna dibûn me digot çîroka wan ne raste, çîroka rast ev e, lê her tişt hatibû amadekirin di milê çapemiyê û leşkerî de. Dixwestin parçebûnekê ava bikin. Mînak dibêjin Elewî birayê me ne, lê Xezal Xezal ne birayê me ye! û yê Elewiyan temsîl dike Xezal Xezal e. Herwiha dibêjin Durzî birayê me ne, lê Hikmet El-Hicrî dijminê me ye, Hikmet El-Hicrî aqilmendê wa ye û yê wan birêve dibe ew e. Ji bo Kurdan jî vê dibêjin Kurd birayê me ne, lê QSD’ê û Rêveberiya Xweser parçebûna Sûriyê dixwazin û yê civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdan temsîl dike QSD’ê û Rêveberiya Xweser e.
Mixabin çîrokekî wisa dane meşandin heta astekê jî civaka Sûriyê pê hate xapandin, ji ber civaka Sûriyê hingî zilm, zor û zext dîtiye, hinekî pê hate xapandin. Lê vê çapemeniyê nedît dibêje kesên biyanî di Sûrî de hene di Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de, rast hene çawa? Ên ku êndama Hêzên Ewlekariyê şehîd kirin, serkirdeyekî çeteyên DAIŞ’ bû Ehmed Hemada Misrî, Misrî ye. Yên ku êriş kirin ji Uygor, Tirkmanistan û Çeçan bûn, ên ku niha di Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de beyreqa radikin, beyreqa Tirke, ên ketinê de nijadperestên Tirkin ev in biyanî, dewletek di hundirê dewletekê de nabînin. Lê du taxên xwedî îrade di hundirê Helebê de, wan qebûl nakin.
Ev hemû di rêya çapemeniyê de jî vê ji raya giştî re radighînin. Şêxmeqsûd û Eşrefiyê taxên resen in, vîn û îradeya wan wê her tim li pêş be û di dîroka gelê Kurd de berxwedaniya hat meşadin, wê were nivîsandin.
Ji bo valaderxistin şerê taybet ê di rêya ragihandinên dijber de hate kirin, rol û misyona çapemeniya Azad çi bû û ji bo ev yek vala bê derxistin, erke Çapemeniya Azad çi ye?
Rûxmî kêmasiyên heyî Ragihandina Azad xebatekî pir mezin da meşandin. Li wir kesên ku heta astekî berxwedanî nîşan dan, Ragihandina Azad bû. 5 rojan tax bê internê hiştin, kehrebe hate qûtkirin û bi derfetên herî kêm, berxwedanî hate şopandin. Ji sedî dibe ku me 5 ji berxwedana wê şopandiye, ji ber zextê hatin kirin, ser ragihandinê hebûn. Lewma heta gel jî bi Ragihandina Azad re pareve dikirin, digotin win dengê me ne, bi me re parve dikirin. Gel bûn wek nûçegihan û peymnêrên Ragihandina Azad. Niha di Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, ji bo me pêwîst e em rexnedayîn jî bidin, ji ber ku me hinekî deha bêtir xwe milê pisproî de pêş xistiba, em ê karîbana beramberî ev şerên taybet û qirêj tê meşandin, hinekî rawestandibana. Niha du xet dimeşin, xetekî desthilatdariyê sîstemkariyê, xetekî civaka demokratîk, wekhev, civaka bi çand û exlaqe. Ragihandina Azad jî xeta civaka demokratîk temsîl dike. Em rexnedayînê wê didin û soza wê didin ku em ê bersiv ji her êrişekî ku civaka me rastî wê tê kirin, bidin. Me behsa çapemeniyê kir, niha hin hevalên me yên çapemeniyê nayên xuyakirin em nizanin niha li kur in, dema li her du taxan dişopandin, ev jî mînaka ku çiqas em rast êrişan têne kirin. Lê ji bo me gerek nebe behane, ew bibe hêz em diha bêtir xwe xurt bikin û bibin layiqê têkoşîna gel û berxwedana ku tê meşandin.






