Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîst e şertên demokratîk pêk werin’

18/01/2026
in ROJEV
A A
‘Pêwîst e şertên demokratîk pêk werin’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Parlementera DEM Partî Newroz Uysal diyar kir ku ji bo serxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê DEM partî ve gelek xebat tên meşandin û wiha got: “Pêwîst e şertên demokratîk pêk werin.”

Rêber Apo di 27ê Sibata 2025’an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Bi vê banga pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pê kir, derbasî pêvajoyeke nû bû. Piştî banga Rêber Apo ji aliyê Tevgera Azadiyê ve jî gavên dîrokî hatin avêtin. Li Meclîsa Tirkiyê jî Komîsyona Demokrasî, Xwîşk, Biratî û Hevgirtina Mîllî ava bû û xebatên komîsyonê bi amadekirina metneke hevpar a raporên partiyên siyasî re didome.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk

Rêber Apo piştî berxwedana 27 salan banga Aşîtî û Civaka Demokratîk kir. Lê belê vê bangê di Rojhilata Navîn û cîhanê de deng veda û bi riya vê bangê gelek guhertin, veguhertin li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê hatin kirin. Herwiha li ser daxwaza Rêber Apo Partiya Karkerê Kurdistan PKK’ê kongira xwe li darxist û dest ji têkoşîna çekdarî berda, xwe fesix kir û hêzên xwe ji Tirkî û Bakurê Kurdistanê vekişandin. Peyamên Rêber Apo di asta navdewletî bi kelêcaneke mezin hatin pêşwazîkirin.

Kongreya fesixkirinê û şewitandina çekan

Li ser daxwaza banga Rêber Apo, Partiya Karkerê Kurdistan PKK’ê di navbera 5 û 7’ê GulanA 2025’an de li du cihên cuda yên li Qadên Parastina Medyayê, bi tevlibûna 232 delegeyên ve 12 emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara xwefesixkirinê girt. Ev biryar ji bo avakirina derfetên aştiyê neteweyî û navneteweyî wek geşedaneke dîrokî û fersendeke mezin hat nirxandin. Gelek dewlet li pey hev peyamên piştgiriyê dan û xwestin Tirkiye van derfetan ji bo çareseriyê baş binirxîne.

Avakirina Komîsyonê 

Piştî biryar fesixkirina PKK’ê û şewitandina çekan, ji bo xebatên qanûnî amade bike û raya giştî agahdar bike di 5’ê Tebaxa 2025’an partiyên ku komên wan di Meclisê de hene Komîsyona Meclisê ava kirin. Komîsyon di civîna xwe ya ewilê de navê “Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîlî” li xwe kir û li ser 12 xalên bingeha xebata xwe diyar kirin, li hev kirin. Ev yek ji bo pêvajoyê wek qonaxeke qanûnî hat diyarkirin û civakê bi rêjeyeke mezin piştgirî da pêvajoyê. Komîsyon piştî civîna ewil wezîrên parastin, karên hundirîn û sîxurtiyê guhdar kir bi dorê sazî û dezgehên malbatên leşker û polîsên di pêvajoya şer de jiyana xwe ji dest dane, saziyên pîşesaziyê, saziyên bazirganan, Dayikên Aştiyê, saziyên malbatên gerîlayên di pêvajoya şer de jiyana xwe ji dest dane, saziyên girt û hikûmxwaran, saziyên çand û ziman, akademîsyen, saziyên sivîl ên civakî, hunermend û gelek derdorên cuda yên ji ber şer û pevçûnan mexdur bûne, çavdêriyên wan çêbûne guhdar kirin.

Li meclisê avabûna Komîsyona Demokrasî, xwişk, Biratî û Piştevaniya Mîllî gaveke girîng e. Di navê xwe de Kurd nebe jî her kes zane ku ev komîsyon têkildarî pirsgirêka Kurd e. Ji xwe komîsyonê hevdîtin bi gelek sazî û kesan re kir, di van hevdîtinan de li ser pirsgirêka Kurd û çareseriya wê nirxandin hatin kirin. Ji ber ku pirsgirêk gelekî girîng e bang li serokên meclîsê jî hate kirin û di mijara bêdengbûna çekan û pirsgirêka Kurd nêrîna xwe gotin. Axaftinên serokên meclîsê yên li ser mijara pirsgirêka Kurd bi giştî erênî bûn. Bi kurtasî avabûna komîsyoneke bi vî rengî li meclîsê ji bo pirsgirêka Kurd, mijareke ku ji aliyê siyasî ve qîmetê xwe heye. Hebûna pirsgirêka Kurd ji aliyê meclîsê ve hatiye piştrastkirin. Astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Kurd ji aliyê rojevkirina pirsgirêkê ve pêvajo gihand astekê. Serokê meclîsê ji bo rewşa ku derkete holê binixumîne çû Amedê û bi Kurdî axivî.

Pêvejoya Aştî û Civaka Demokratîk bingeheke ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd

Banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de diyar kir ne bangeke bû ku tenê li ser pirsgirêka Kurd hat avakirin. Her çend hat diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya lihevhatinê mimkun e jî, israr kir ku ev tenê bi rêya demokratîkbûnê pêk tê. Bi gotineke din, ev pêvajoyek e ku hemû dînamîkên civakê dihewîne. Avakirina aştiyê jî dikare bi avakirina civakeke demokratîk re paralel pêk were. Ji ber vê yekê, di civakîkirina aştiyê de berpirsyariya hemû gel, rêxistinên civaka sivîl, hemû kirdeyên siyasî, hemû jin û hwd heye. Ev berpirsiyariyeke gelekî cidî ye, avakirina zimanê aştiyê dê nîşaneya niyet û vîna tevahiya civakê be. Lê belê ne tenê gelê Kurd, divê Tirk, Ereb, Ermenî, Çerkes, Asûrî û hemû gelên kevnar ên van axan jî dengê xwe ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk bilind bikin. Pêwîst e êdî tenê wek temaşevan nebin, divê wekî kirdeyên çalak di pêşvebirina pêvajoyê de rolekê bigirin ser xwe.

Cewhera aştiyê di kesayetiya Rêber Apo de cih digire. Hem bi gavên pratîkî ku wî di vî warî de avêtiye û hem jî bi pêşniyarên wî yên ji bo projeyên azadiyê, wekî felsefeya azadiya jinan û felsefeya konfederalîzma demokratîk ku îro li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne bicîhanîn. Van projeyan di mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan di şoreşa gel de û di peydakirina çareseriyên berfireh ji bo aliyên cûda yên jiyanê, hem di navbera civakan de û hem jî di navbera dewletan de, bi ser ketine.

Nêzîkatiya dewleta Tirk

Ji banga Rêber Apo dewleta Tirk tu gavên berbiçav neavêtin e. Kurtasî, heke em li ser aliyên ku şer dikin behsa lihevhatinê bikin, em ji wan aliyan hêvî tên kirin ku gavên berbiçav biavêjin. Partiya Karê Kurdistanan PKK’ê ev gav bi biryara fesix û çekberdanê avêt lê dûre gavên herî bingehîn ên ku ji dewleta Tirk dihatin hêvîkirin nehatin avêtin. Weke mînak; divê li gor qanûnên xwe tevbigere, ango biryarên Dadgeha Destûrî bi cih bîne û tavilê girtiyên dozê bên berdan. Divê pergala qeyûman bê bidawîkirin û şaredarên hilbijartî vegerin ser erkên xwe, divê desteserkirina mafên girtiyan bi dawî bibe (şewitandina înfazê), divê rêziknameya înfazê ya ku hemû girtî li benda wê ne bê çêkirin.

Lê belê heta niha ji aliyê dewleta Tirk ve tu gavên piratîk ji bo pêvejoya Aşîtî û Civaka demokratîk ne hatin avêtin, dewlet Tirk tenê axaftinê dike û di pratîk de tu gavan, ji bo serxistin û pêkanîna pêvejoya Aştî û Civaka demokratîk navêje. Helbet ev yek dide diyarkirin ku dewleta Tirk naxwaze ku mafê hêviyê û pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk bi ser bikeve. Dewleta Tirk naxwaze mafên Kurdan di destûr û dewletê de hebin. Her timî hewl dide bi rêya şeran, komkujî, qirkirina etnîkî îradeya Kurdan bişkîne. Di heman demê de, ji bo ku pêvajo bi serbikeve pêwîst e dewleta Tirk gavên pratîk bavêje.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji avakirina aramî û aştîyê ye

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo avakirina aramiyê û aştiyê li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê gaveke girîng e, pêvajo aramî û aştiyê pêk bîne. Milyonan xelk di nava metirsya qirkirinê ne de ye, Rêber Apo bi destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gaveke girîng avêtî ye. Di vê pêvajoyê de ya girîng ew e ku li ser xaka Kurdistanê aramî û aştî pêk were, ji ber rewşa Kurdistanê bi giştî bi hev re girêdayî ye, heke pêvajo li deverekê bi ser bikeve dê bandora xwe li devera din bike. Pêvajoyê hişt agirbestê bê ragihandin û îro jî li Rojava bi rengekî siyasî gefên ku dewleta Tirk li ser herêmê jî tên xwarin. Lê belê wê bi pêvajoyê re ev herêm bi giştî berê xwe bide rewşeke aram, ew aramî jî li Rojhilata Navîn aştiyekê ava bike. Dê kêşeya kurdî ya ku bi sedên salane heye û dem hatiye ku gelê Kurd mafên xwe biparêze, çareser bibe. Bi vî awayî rewşeke nû ava bibe, gelê Kurd û miletên derdora wê bi aramî û aştî bijîn.

Di derbarê xebatên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, Parlementera DEM Partî Newroz Oysal ji Rojnameya me re axivî.

Parlementera DEM Partî Newroz Oysal axaftina xwe wiha qedand: “Ev gavên ku hatin avêtin bi pêşengiya Rêber Apo hatine avêtin. Di heman demê de, bi îradeya Partiya Karkerê Kurdistan PKK’ê û bi îradeya hêzên ku diyalok û çareseriryê gelek gav hatin avêtin. Ev gav jî weke daxuyaniya Rêber Apo hat dayîn, fesxkirina Partiya Karkerê Kurdistanan PKK’ê, biryara agirbesê, biryare çek şewtandinê, biryara vekişandina PKK’ê ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatin kirin. Lê belê dewleta Tirk pêvejoyê di aliyê ewlkariyê de dinrxîne û sînordar dibîn e. Herwiha komîsyon wê raporeke hevbeş ava bike û çûna wan ji bo girava îmraliyê were nîqaşkirin. Pêwîst e dewleta Tirk dev siyseta inkar û baskê berde, divê şertên demokratîk pêk werin û wiha berdewam kir: “Sedema ne pêkanîna pêvajoyê, mafê hêviyê û azadiya Rêber Apo nebûna îradeya siyasî û nepêkanîna mafê hêviyê ye. Ji ber ku îrade dernakeve mijar weke mijareke ewlehî û leşkerî tê destgirtin, herwiha aliyên wê yên siyasî, hiqûqî, civakî niha ji aliyê dewleta Tirk ve tê rawestandin. Di heman demê de, mafê hêviyê mafekî hiqûqî û navnetewî ye, ji ber vê yekê em raserast nikarin bêjin ku bi îradeyeke siyasî bi cih nayê, pêwîst e asta hiqûqî were avakirin. Lê mixabin bi vî rengî çênabe, ji berk u Rêber Apo mextebekî siyasî û sereke ye, nêzîkatiya wî di aliyê hiqûqî û tecrîda ku tê berdewam kirin, berfetê ku nehatiye dayîn rewşeke siyasî poltîk dide nîşandan. Ji ber ku ev nîskatî teng di aliyê ewlehiyê de xwe dide nîşandin, ne rê li ber siyaseta demokratîk vedike û ne çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn tê kirin. Ji ber vê tecrîd li ser Rêber Apo berdewam dike, herwiha li gorî pêvajoyê rewşa mafê hêviyê tê kirin.”

‘Kar di aliyê siyasî û hiquqî de berdewam e’

Newroz anî ziman ku ji bo pêvajo bi ser bikeve ji aliyê DEM Partî ve gelek xebat tên meşandin û wiha pê de çû: “Li ser navê DEM partî diyalok tên kirin û di komîsyon de kar û xebat di nava civakê de tên meşandin. Herwiha di nava civakê de, zêdeyî 4 hezar kes di komîsonê de civînin û bi ciwanan re danûstandin hatin kirin. Di heman demê de, meş û çalakî hatin lidarxistin, da ku pêvajo pêş bikeve û aştî di nava civakê de were qebûlkirin. Lê belê ev yek ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo civaka dewleta Tirk pêvajo sereke pêwîstiyeke. Ji ber dema ku pêvejo serbikeve divê ku di nava civakê de were qebûlkirin. Herwiha pêwîst e ku di asta siyasî û hiqûqî de jî lihevkirin çêbibe, kar di aliyê hikûqî û siyasî de, ji bo Mafê Hêviyê berdewam e. Berî her tiştî, şertên hiqûqî divê were guhertin. Mafê hêviyê divê bi fermî were pêkanîn, tecrîd bi dawî bibe û şertên diyalokê were vekirin. Civaka sivîl, jin, ciwan û şertên civakî divê beşdarî pêvejoyê bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.