Stêrk Mihemed/Qamişlo
Fermandara hemdem Denîz Çiya sembola jina Kurd a berxwedêr e ya ku teslîmbûn qebûl nekir û çalakiya fedayî kir. Gotina şehîd Denîz ya dawî ku li dîrokê xist wiha bû: “Yên ku di demên pêwîst de mirinê nedin ber çavan nikarin bibin henaseya jiyana azad”.
Ji 6’ê Çileya 2026’an ve bi konseptekî qirkirinê û bi erêkirina hêzên hegemon re, çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrişekî dermirovî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dane despêkirin. Li hemberî 2 taxên biçûk her cûre çekên hewayî û bejahî hatiye bikaranîn. Herwiha li hember du taxên biçûk du dewletên mezin ku yek ji wan di nava dewleta NATO daye, êriş kirin. Lê li bermaberî van çeteyan gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hêza Ewlekariya Hundirîn berxwedanek mezin dan meşandin û bi qehremaniya xwe di dîrokê de mohra xwe danîn. 5 fedayiyan teslîmiyet qebûlnekirin, heya Kêliya dawî ji bo parastina gel berxwedanî kirin û bi rojan bûn tirs ji dijmin re.
Herwiha di nava kêliyên şer de silogana ” Bê Serok Jiyan nabe û Berxwedan Jiyane” li hember dijmin dihat qêrîn. Hemû fedayî bi israreke mezin li ser Fikir û felsefeya Rêber Apo tevdigerîn û heya kêliya dawî ji Şihadeta wan rexnedayîna xwe li hember gel û hevaltiya kêm didan.
Yek ji jinên Kurd ku ji Çiyayê Kurmênc e bi rojan ji çeteyan re bibû derd û nikarîn îradeya wê bişkînin. Fermandar Deniz Çiya heya Kêliya dawî liberxweda û teslîmkirin qebûl nekir herwiha ji bû nekeve destê çeteyên hikumeta demkî a girêdayî dewleta Tirk çalakiya Fedayî kir û bû mînaka jina Kurd a berxwedêr.
Dest ji têkoşîn û berxwedaniya xwe bernadin
Di destpêkê de Fermandarê taxima Fedayî, Hawar Qendîl bû. Hawar Qendîl di despêka şer de bi motivasyona xwe ya bilind ku moralê xwe ji felsefeya ku tu caran bi bin nakeve ya Rêber Apo digre, ji hemû hevalan re dibe hêza moralê. Hemû heval bi xwestek û wêrektiyek mezin cihê xwe di vî şerî de girtin. Fermandar Hawar li gor şer bi tedbîr tevdigere û rêhevalên xwe bi cih dike. Her hevalek cihê ku têde çeper digre xwe dike sengereke ku qet neyê derbaskirin. Biryardariya Hawar biryardariya taximê ye. Piştî şereke pir dijwar fermandar Hawar birîndar dibe. Dema ku fedayiyên hemdemî dibînin ku fermandar Hawar birîndar dibe, dev ji berxwedaniya xwe û rêhevalên xwe bernadin, yekser fedayî Denîz fermandariyê hildigre li ser milê xwe û li gor rêveçûna şer, bi taxima xwe re şer dike. Dema ku şer dijwar dibe û edî cihê ku lê senger girtine tangav dibe fermandar Denîz yekser van gotinên xwe dawî a dîrokî bilêv dike.
Gotinên dawî yê Fermandar Denîz Çiya
“Di van kêliyan de dijminê ku bi feraseta cîhadîst ku ji bo hemû cîhanê û gelên heremê bi taybetî ji bo jinan xeteriyeke mezin ava dikin, derdora me bi tangên mezin dorpeç kirine. Hêjmareke pir zêde çete êrişî me dikin, heya niha me pir awayên cuda, li hemberî wan çalekî pêşxistin lê belê niha em cebilxana ku heyî ji bo neqede bi tedbîr bikartînin. Ji xwe pêwîst e hemû heval û gelê me bizanibin çi dibe bila bibe em ê heya henaseya xwe ya dawî şer bikin. Bangawaziyên teslîmiyetê li me tên kirin, lê çawa ku Zarîfe û Besêyan ji latên Dêrsimê de xwe avêtin, Rindêxanan Pira Malabati de dawiya jiyana xwe anîn û jiyan avakirin, em jî yê tucaran ji berxwedaniyê paş de gav neavêjin. Niha li gel me hemûyan bombeyeke ku me rakirî heye. Ger ku em bizanibin êdî cebilxaneya me dawî bû, em her 5 heval yê bi hev re li hember dijminê dagirker ku her cûre pêkanîn li ser rêheval û gelê me de anîne çalakiya canbexşane pêk bînin. Çi dibe bila bibe, tu tişt ji parastinê rûmeta gelê me girîngtir nîne. Yên ku demê pêwîst de mirinê nedin ber çavan nikarin bibin henaseya jiyana azad”.
Bi çanda welatparêziya Efrînî mezin bûye
Fermandar Denîz Çiya eslê xwe ji bajarê Efrînê ye, lê li bajarê Şamê ji dayîk dibe. Bi çanda welatparêziyê ya Efrînê mezin bûye. Malbata wê gelek bi nirxên civaka xwe û axa xwe ve girêdayîne. Kesayeta wê bi xweşikbûna Efrîna rengîn tê xemilandin. Hîn di zarokatiya xwe de li ser çanda exlaqî û polîtîk tê mezinkirin. Wek zaroka malê ya tenê bi hezkirinek mezin, tê mezin kirin. Qasî nazerîna xwe, ewqas jî xwedî kesayetekî bandorkere ku derdora wê her civat çêdibin. Xwendevaneke jîr e, li ser sosyolojiya jin û civakê lêhûrbûnên kur dike. Hîn di temenekî biçûk de, rastiya doza gelê Kurd, doza heremê nasdike û xwe bi fikirê Rêber Apo re dike yek.
Bi taybetî êrişên dagirker yên li ser Efrîn, Serêkaniyê, Şehba û Minbicê, di Fermandar Denîz de kîneke mezin dide avakirin. Rêheval Denîz li ser armanca ku bibe jineke azad û pêşengtiyê ji civaka xwe re bike di sala 2024’an de tevlî refên têkoşînê dibe. Di demek zû de bi wate dibe û di kêliyên mezin de xwe avadike. Jin, xweza û gerdûn li gel heval Denîz di nava hevsengiyekê de dibe zimanê jiyanê. Ji bo vê jî jiyana ku Rêber Apo avakiriye pir jê bandor dibe û hezdike. Dixwaze seknekî sosyalîst di xwe de avabike ku bibe bersiv ji hemû pirsgirekên di heremê û Rojhilata Navîn de tên jiyankirin.
Ji Cenazeya jina Kurd ditirsin
Piştî ku fermandar Denîz pêşengtiyê dike û çalakiya fedayî dike, fermandar Hawar, Rojbîn, Dilbirîn û Feraşîn çalekiya xwe ya fedayî di dîroka 10’ê Çileya 2026’an pêktinin. Çeteyên dagirker li beramberî cenazeyên şehîdên me gelek pêkanînên dermirovî dikin. Dixwazin bi van pêkanînên dermirovî dîroka têkoşîna gelê Kurd, îradeya hevalan li beramberî gelek têkoşerên dîl hatine girtin û şehîd ketine de gelek mînakên wê hatine jiyankirin, rûmeta gelê Kurd û gelên heremê bişkînin. Ji xwe dema ku dibînin ya ku pêşengtiya vî şerê bêhempa dike wek jinek serhildêr Denîz Çiya ye û bi rojane ku nahêle dibin fermandariya wê de 2 taxên biçûk bikevin destê vî dijminê xwînxwar, bi hêrsekî ku tu exlaqekî mirovî nasnake pêkanînên dermirovî dikin û fermandar Denîz li mala ku çalekiya xwe kiriye de ji jor de diavêjin xwarê. Wana xwestin bi vî awayî rûmeta jinek têkoşînvan û gelek têkoşînvanên din bişkînin, bi vê tevgera dijî rêbazê şer û exlaqê şer armanc kirin ku îradeya her jinek Kurd bişkînin û teslîmiyetê li hember hişmendiya wan a qirker serî bitewînin, lê fermandara me bi mirina xwe jiyanek din afirand û bi xwedî derketina ji rûmeta gelê xwe re bersivek mezin da dijmin û xwînxwaran. Ev ji bo her Kurdekî ne bû binkeftin, lê belê bû serkeftin û serfirazî ji her Kurdekî re. Jina Kurd careke din di dîroka cîhanê de navê xwe danî û isbat kir ku jinên Kurd qehreman in û li ber hovîtiya dewletan serî natewînin.
Nasnameya Fermandar Denîz Çiye wiha ye:
Nav û Paşnavê Kod: Denîz Çiya
Nav û Paşnavê Rast: Zeyneb Kirdelî
Navê Dayik: Emîne
Navê Bav: Emîn
Cîh û Dîroka Şehadetê: 10.01.2026 – Şêx Meqsûd/Heleb






