Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star kiryarên çeteyan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin  

16/01/2026
in JIN
A A
Kongra Star kiryarên çeteyan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin  
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Kongra Star li dijî  komkujî û binpêkirinên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji hêla çeteyên girêdayî hikumeta demikî ya Sûriyê ve hat kirin, çalakiyeke protestoyê li bajarê Qamişlo li dar xist.

Rêxistina Kongra Star li dijî binpêkirinên ku ji hêla çeteyên girêdayî hikumeta demikî ya Sûriyê ve li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê pêk hatin, li Stadyoma Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo çalakiyeke protestokirinê li dar xist.

Berî destpêkirina çalakiyê deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadiyê hat rawestandin.

‘Berxwedana Şêxmeqsûd yek ji efsaneyên kevnar a gelê Kurd e’

Di çalakiyê de li ser navê Rêxistina Kongra Star Rîhan Loqo axivî û wiha got: “Yê ku me nas nake bila li dîroka me ya kevnar vegere, ku tu carî me serî netewandiyê li hember dagirkeran. Berxwedana ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat meşandin berxwedaneke dîrokî bû, herwiha efsaneyek dîrokî ji efsaneyên ku gelê Kurd di dîroka kevnar de nivîsandine. Îro berxwedana Eşrefiyê û Şêxmeqsûd efasneyên dîrokî yên gelê kurd zindî dike wekî Derwîşê Evdê heya Sûrê Amedê. Di heman demê de têkoşînek ji têkoşînên jinên Kurd yên ku bênaver li beramberî dagirkeran û nejadperestan serî netewandine û gav neavêtine paş.”

‘Jin nimûneya berxwedan û têkoşînê ye’

Herwiha li ser navê navê Hêzên Ewlekariya Jin Helat Mihemed axivî û got: “Jinê di van her du taxan de bû nimûneya berxwedan û têkoşînê, ne tenê di berxwedaniya rojan e ya li dijî dorpêç û binpêkirinan de, lê belê di rêya beşdarbûna wê di parastina civak û nirxên mirovahiyê de. Di vê çarçoveyê de em bi tundî sûca ku wijdanê mirovahiyê hejand di temsîlkirina bi laşê şervan û qehremana vê berxwedanê Denîz şermezar dikin, ku ev yek binpêkirineke ji hemû nirxên exlaqî, mirovahî û hemû mîsaqên navdewletî ku parastina rûmeta mirovan dike heya piştî şehadeta wê. Em tekez dikin ku hedefgirtina jinan, temsîla bi laşan herwiha biçûk xistina dîlgirtiyan sûcên dijmirovahiyê ne, divê lêpirsîneke serbixwe bê vekirin û muhasebekirina sûcdaran û berpirsyarên wê bê kirin.”

Di dawiya çalakiyê de jinan silogana ‘Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd’ berz kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.