Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwepêşandanên li Îranê berfireh dibin: Nêzî 3 hezar kes hatine qetilkirin

15/01/2026
in ROJEV
A A
Xwepêşandanên li Îranê berfireh dibin: Nêzî 3 hezar kes hatine qetilkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 19’an de berdewam dikin. Di êrişên hêzên rejîma Îranê yên li ser xwepêşanderan de, tê gotin nêzî 3 hezar xwepêşander hatine qetilkirin.

Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan destpêkirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin. Li gorî dîmenên hatine belavkirin, di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hêzên ewlekariyê yên ser bi rejîma Îranê û artêşa pasdaran, ji bo rêgirîkirina li ciwanan her cure tundiyê bikartînin; gulebarankirin, bikaranîna gaza rondikrêj û bi êşkenceyê binçavkirin. Tê gotin xwepêşanderên birîndar dibin, ji tirsa girtinê newêrin serî li nexweşxaneyan bidin.

Zanîngeh ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve berdewam têne şopandin û zext li ser wan tê kirin û wekî yek ji navendên herî hesas ên nerazîbûnê têne hesibandin.

Di roja 19’an de rewşa xwepêşandanan

Xwepêşandanên gelên Îranê, li 617 navçe, 187 bajar û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 55 zanîngeh beşdarî xwepêşandanan bûne.

Li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û li gelek bajarên Îranê, tevî astengiyên hêzên êrişkar ên rejîma Îranê, lidarxistina xwepêşandan, çalakî û nerazîbûnan berdewam dikin. Tevî vê yekê jî gelek hêzên ewlehiyê û artêşa pasdaran ji bajaran hatine derxistin û dikan, bazar û cihên giştî hatine girtin.

Her wiha, medyaya ser bi rejîma Îranê dîmenên gelek xwepêşanderan weşand ku neçar mane îtîraf bikin ku xwepêşandanan wekî serhildan bi nav kirine. Binçavkirin û girtinên rejîmê tenê bi xwepêşandan û kolanan ve sînordar nemane, bi dehan kes ji bo saziyên ewlekariyê hatine vexwendin.

Li gorî dîmenên li ser torên civakî hatine belavkirin, bi dehan malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyan serdana navendan dikin, nerazîbûnên xwe nîşanî rayedaran dane.

Li gorî raporan diyare hêzên rejîma Îranê êrişên xwe yên ser xwepêşanderan didomîne, herwiha bi dehan kes hatine revandin û binçavkirin.

Bîlançoya qetilkirin, girtin û birîndarbûnan

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA’yê, di nava 19 rojan de 18 hezar û 470 xwepêşander hatine binçavkirin.

Herwiha li gorî heman çavkaniyê di encama êrişên hêzên Îranê de 2 hezar û 615 xwepêşander hatine qetilkirin. Tê gotin ji vê hejmarê 12 kes dibin temenê 18 salî dene. Herwiha tê gotin heya niha 2 hezar û 45 xwepêşander jî birîndar bûne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.