Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

     ‘Tola şehîdan em ê teqez rakin’

14/01/2026
in ROJEV
A A
Şêx Omer El-Hamid: Pêwiste cîhan li hember van kiriyarên dijmirovî bê deng nemîne
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Gaziyên jin diyar kirin ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember çeteyên hov di pêşengiya Ziyad, Leyla û Denîzan de berxwedaneke muezem hat pêşxistin û gotin, “Em ê tola wan şehîdên giranbiha teqez rakin.”

Gaziyên şer Şîlan Kobanê û Viyan Gabar Efrîn têkildarî êrîşên çeteyan ên li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û berxwedana li hember wan êrîşan nêrînên xwe anîn ziman.

Şîlan Kobanê bal kişand ku armanca êrîşan jiholêrakirina rêveberiya xweser û doza azadiyê ya di pêşengiya jinan de ye û got, “Çeteyên piraniya wan DAÎŞ’î û girêdayî dewleta Tirk in, êrîşeke herî hovane li hember gelê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk anîn. Li wan taxan tenê hêzên asayîşê û gelê sivîl hebû. Li hember wan êrîşeke bêrehm û hovane hat meşandin.”

Şîlanê anî ziman ku çete yên xuynxwar difikirîn ku wê gel û hêzên asayîşê di demeke kurt de teslîmî wan bibin û wiha domand, “Lê belê tişta wan çeteyan û yên piştgiriya wan dikirin hê jî fêm nekirine ew e ku ti carî jin û xortên bi fikir û bîrdoziya Rêbertî xwe perwerde kirine teslîmî îxanetê nabin. Ev êrîşên çeteyan bi berxwedaneke bêhempa ya di pêşengiya fermandarê nemir Ziyad Heleb û Denîzan de hatin pûçkirin.”

Şîlan Kobanê anî ziman ku berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedaneke dîrokî ye û got, “Hevalên me yên jin Leyla Qasim, Gerîla Amara, Denîz Efrîn li hember êrîşên nemerdane heya dawiyê têkoşîn kirin. Wan hevalan israra gelê Kurd a azadiyê bi serkeftinê tacîdar kirin. Fermandarê hêja Ziyad Heleb û hevrêyên wî berxwedana wê bi sedê salan were behskirin pêş xistin. Em heya dawiyê deyndarên wan hevalên xwe yên hêja û pîroz in.”

Gaziya şer Şîlan Kobanê di dawiya axaftina xwe de jî bal kişand ku wê ti carî dest ji doza xwe ya azadiyê bernedin û ev anî ziman, “Weke hevalên gazî li her cihî li hember êrîşan em ê gelên xwe biparêzin. Wesiyeta wan hemû şehîdan ji bo me ew e. Dema ber bi nemiriyê ve çûn, dizanîn wê hevrêyên wan al û çekên wan li erdê nehêlin. Em soz didin armanc û hedefên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.”

Ala serketinê heya dawiyê em ê bilind bikin

Gaziya şer Viyan Gabar Efrîn jî bal kişand ser zîhniyeta tarî ya çeteyên êrîşkar û got, “Ew qatil û çeteyên xwedî zîhniyeta qatilê kastîk in, xwestin li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê doz û têkoşîna azadiyê ya gelên me ji holê rakin. Ev zîhniyeta bi hezarê salan e bi rê û rêbazên cuda didome, dijminê jinên afirîner û azadîxwaz in. Ew çeteyên herî zêde ji jinên berxwedêr û têkoşer ditirsin li hember cenazeyên hevalên jin bêrêzî û hovîtî kirin. Me ew kiryarên hovane di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Şengalê û gelek deverên din de jî dîtin.”

Viyanê da xuyakirin ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di şexsê fermandar Ziyad, hevrê Denîz û Leylayan de şahidî ji berxwedaneke teslîmiyetê red dike re kir û wiha axivî, “Wan çeteyên xwedî zîhniyeta qatilên kastîk li dijî kelehên berxwedanê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîşên hovane pêk anîn. Şopdarên çanda dayika xwedawend li dijî wan êrîşan berxwedaneke bilind pêş xistin. Serî ji Dehaqan re nedanîn.”

Gaziya şer Viyan Gabar Efrîn axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em ê tola wan şehîdên giranbiha teqez rakin. Weke şopdarên Ziyad û Denîzan soz didin şehîdên xwe û gelê xwe ala serketinê heya dawiyê em ê bilind bikin. Bi ruh û îradeya Denîz, Feraşîn û Gerîla Amara de em ê welatekî azad ava bikin. Em ê tola hemû cangoriyên xwe rakin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.