Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star; Sîwan û hêza ku hemû jinan bi hemû reng, ol û paweriyan di nava xwe de dihewîne

14/01/2026
in JIN
A A
Kongra Star; Sîwan û hêza ku hemû jinan bi hemû reng, ol û paweriyan di nava xwe de dihewîne
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Bi derketin û xebatê xwe ya ji bo maf, îrade û hebûna jin di nav civakê de, bala her kesî kişand û xebat û têkoşêna xwe ji 2005’an ve didomîne. Kongra Star sîwan û hêza ku hemû jinan bi hemû reng, ol û paweriyan di nava xwe de dihewîne. Di salvegera xwe ya 21’emîn de, Kongra Star dibe stargeha hemû jinên ber bi azadiyê ve.

Kongra Star rêxistinek jin a konfederal li Bakûr û Rojhilatê Sûriye ye. Herwiha Kongra Star tevahî civak û bitaybet jinên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hembêz dike û pêşengiya şoreşa 19’ê Tîrmehê dike. Kongra Star bi fedakariya jinên pêşengên xwe re pêvajoyekî bi têkoşînê dagirtî li pey xwe hişt û bi vê tekoşînê re xwe gihande tevahî Jinên azadîxaz, êşiyayî û bindest ku îro bûye nasnameya tevahî Jinan. Di heman demê de ji roja yekemîn a şoreşê û vir ve, rolek sereke leyîst û bû yek ji tevgerên siyasî yên pêşeng li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ew wek tevgerek ji bo piranî jinên Kurd dest pê kir, lê mezin bû û ji her qewm û olê jin girtin nav xwe.

Kongra Star bi armanca birêxistinkirina jinan û têkoşîna li hemberî zihniyeta bi hezar salan, di nava civakê de hatî çandin û li ser jinê tê meşandin Kongreya Star hat avakirin. Kongre tevahiya jinên pêkhateyên civakê di nava xwe de qebûl dike. Bi hev re û bi yek dengî kar û xebata jinan dike û mafê jinan diparêze.

Kontra Star dengê her gelî ye

Rêxistina Kongra Star Li ser bingeha fikrên Rêber Abdullah Ocalan de weke Yekitiya Star di 15’ê Çileya 2005’an de hat damezrandin. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û berfirehbûna kombûna jinan ve di 25’ê Sibata 2016’an de navê Yekitiya Star veguherî Kongra Star. Ji bo pêkanîna armancên xwe, li ser 12’ rehendan mîna komîteya perwerde, ekolojî, aborî, civakî, têkilî û tifaqên demokratîk, tenduristî, çand û huner, ragihandin, darayî, siyasî, parastina cewherî û hiqûq (dad) bi rêxistin dike û kar û projeyên cihêreng pêş dixe. Herwiha Kongra star 20 sal ji tekoşîn, berxwedanî, qehremanî, fedekarî li hember tevahî hişmendiyên Netewperest, Olperest, Zayendperest û dagirkeriyê berxwedanek dîrokî di sedsala 21’ mîn de, bi feraseta hebûn û şerê gelê şoreşgerî xweparastin esasgirt û meşandin.

 Xebatên Kongra Star

Kongra Star ji komîn, meclîs, akademî, kooperatîf û komîteyan pêk tê. Herwiha Konferansên xwe her 2 salan carekê li dar dixe. Ji hemû qadên xebatê, rêxistin, kom û komîteyan ku Kongra Star jê pêk tê, tevlîdibin û xebatên xwe yên du salan dinirxînin û ji bo pêşerojê biryaran didin. Li wir jî endamên komîteyê û koordînasyona Kongra Star têne hilbijartin. Di heman demê de Ji bo pêkanîna armancên xwe, 12 komîteyên Kongra Star hene ku li ser beşên cuda yên xebatê disekinin. Di hemû komîteyan de, kar û projeyên xweser têne pêşxistin. Komîteyên Kongra Star weke komîteyên Perwerde û Akademiyan, Komîteya Civakî, Komîteya Siyasî, Komîteya Têkelî û Tifaqên Demokratîk, Komîteya Parastina Cewherî, Komîteya Hiqûq û Dadê, Komîteya Aboriya Komînal, Komîteya Darayî, Komîteya Çand û Huner, Komîteya Ragihandinê, Komîteya Tenderûstî, Komîteya Ekolojîk.

 Kongra Star ji bo parastina jinan misyoneke mezin girt ser milê xwe

Di nava dawiya salê de rizgarkirina sûriyeyê ji destê Baasê gaveke girînge di dîroka de, ji ber bi salên demdirêj tekoşîna li hember hişmediya Baas ku ne dihişt jin bi azadî nefes bigrin û bi nasnama xwe ya netewî jiyan bikin her wiha mafê jinan di destûrê de nehate parastin, jinan nikarîn bi awayekî serbixwe xwe bi rêxstin bikin. Lewme Kongra Star di demên ku ev hişmendî xwe li ser îradeya jinan ferz dikir bi navê Yekîtiya Star hate avakirin ku bibe bersiva demê ji bo avakirina jiyanek azad û wekhev ku di vê jiyanê de maf, hebûn, nasnameya jin were parastin.

Kongra Star di salên demdirêj ji bo gihandina tevahî jinan bi erk û misyoneke mezin girt ser milê xwe da ku pêşengtiyê ji bo tevahî jinan bike, berhemên vê tekoşînê bi çirûska şoreşa 19’ Tîrmehê ku Kongra Star bi pêşengiya jinên kurd edî asta xwe gihandina tevahî jinan de yên wek jinên Ereb, Suryan, Çerkes, Ermen û Êzîdî bû cihê hêvî û çareseriyê. Herwiha ev yek ji bo tevahî jinan bû hêviyek her wiha awantejekî mezin ku her netew û pêkhate rêxistinên xwe avabikin, destkeftiyên şoreşa jin biparêzin. Heya roja îro ku ev mûzayika jinên Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi Konfedralîzma Demokratîk ya Jin bû bersivek li hember qirkirina jinan.

Di her aliyê civakê de Kongra Star pêşengtiyê dike

Kongra Star komîteya Aboriyê ya Jinê tevî hemû kanton û navçeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, li Şehba û taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî xwe bi rengê komîteyên jêrîn bi rêxistin kiriye û jinan tevlî nava aboriyê dike. Ji bo avakirina qadên kar, şêwirmendiyê dike û qadên hilberînê diafirîne. Herwiha Kongra Star di her milî de pêşengiya civakê dike, jin bi pêşengiya Kongreya Star tevlî nava karên aboriyê bûn. Kongreya Star ji bo karên aboriyê yên giştî bi rengekî demokratîk û di çarçoveya azadiya jinê de ku bêne meşandin, xwe xwedî roleke herî mezin e. Her wiha sala 2015’an Komîteya Aboriyê ya Jinê ava kir û bi vî rengî sîstema aboriya xweser a jinê bi rêxistin kir. Heta niha jî karê xwe bênavber dewam dike.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.