Navenda Nûçeyan
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyeke fermî nasnemeyên 5 cangoriyên ku di êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd bûn, eşkere kir.
Daxuyaniyeke fermî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat weşandin, tê de nasnameyên 5 fedayiyên gelê berxwedêr; Denîz Çiya, Hawar Qendil, Rojbin Hesekê, Dilbirîn Qamişlo û Feraşîn Efrîn ku di berxwedaniya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bi awayekî fedayane gihîştine şehadetê eşkere kir.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Em di serî de Fedayiyên gelê berxwedêr; Denîz Çiya, Hawar Qendil, Rojbin Hesekê, Dilbirîn Qamişlo û Feraşîn Efrîn ku di berxwedaniya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bi awayekî fedayane gihîştine şehadetê bibîr tînin. Li beramberî têkoşeriya wan, ya bêhempa bejna xwe ditewînin. Di serî de ji mîmarê azadiyê Rêber APO, malbatê wan yên qehremanên tolhildêr û hemû gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Ji 6’ê Çile ya 2026’an ve bi konseptekî qirkirinê û bi erêkirina hêzên hegemon re, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta veguhêz ya HTŞ’ê êrîşekî dermirovî dane despêkirin. Li hemberî 2 taxên biçûk her cûre çekên hewayî û bejahî hatiye bikaranîn. Li beramberî van êrîşan, fermandar û şervanên me roja despêkê heya van kêliyan ji sekna xwe ya ku teslîmiyetê qebûl nake, taviz nedaye û berxwedane. Di vî şerê rûmetê de fedaiyên hemdemîn Denîz, Hawar, Rojbin, Dilbirîn û Feraşîn bi biryardariya serkeftinê di çeperên herî pêş de cihê xwe girtine. Di vî şerî de bi bîr û baweriya ku di şexsê xwe de zivirandine vina tolhildanê re, ji aliyê çeteyên dewleta dagirker ve şerê taybet û polîtîkayên qirkirinê yên ku li dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyan tê meşandin re bûne bersiveke mezin. Bi moral, coş û kelecanek mezin tevlî cenga rûmetê bûne û bi vê sekna xwe di gel de maneviyatekî mezin avakirine. Bi derfetên pir kêm û bi çekên xwe yên ferdî re, ji gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re pêşengtî kirine û bi çalakiyên cûr be cûr re gelek êrîşên çeteyan şikandine. Di nava taxên Eşrefiyê û Şexmeqsu de bi bihost, bihost xwe kirine mertalên tola hezaran salan û dijminê dagirker bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadi’ re bibin xistine.
Li beramberî vê hêza gel ku di şervan û fermandarên pêşeng de şênber bûye, dijminê dagirker yê ku bi hişmendiya xwe ya cîhadist ji bo cîhanê xeteriyekî mezin avadikin, piştî ku dibînin nikarin li beramberî Egîd û Arinên vî gelî bisekinin, serî her cûre pêkanînên dermirovî didin. Kêleka teknika bejahî û hewayî, bi hezaran çeteyên ku çi exlaqê mirovî û şer, nasnakin bi gazên jehrê û pêkanînên her awayî êrîşî rûmeta vî gelî dikin. Her çiqas van çeteyan, dora şervan û gelê berxwedêr dorpeç kiribin jî fermandarên me yên hemdemin ji sekna xwe ya serhildêr taviz nadin û heya kêliya dawiyê parastina nirxên gelê xwe kirin.
Fermandarê vê taxima Fedaî, Hawar Qendile; Hawar Qendil di despêka şer de bi motivasyona xwe ya bilind ku moralê xwe felsefeya ku tucaran bin nakeve Rêber Apo digre, hemû hevalan re dibe hêza moralê. Hemû heval bi xwestek û wêrekiyek mezin cihê xwe di vî şerî de digrin. Fermandar Hawar li gor şerê bi tevger rêhevalên xwe bi cih dike. Her hevalek cihê ku çeper digre xwe dike sengereke ku qet neyê derbaskirin. Biryardariya Hawar biryardariya Taximê ye. Piştî şereke pir dijwar fermandar Hawar birindar dibe. Dema ku van fedayiyên hemdemin dibînin ku fermandar Hawar birîndar dibe, lê dev ji sengera xwe û rêhevalên xwe bernade, yêkser fedayi Denîz fermandariyê hildigre li ser milê xwe û li gor rêveçûna şer, bi taxima xwe re şer dike. Di nava vî şerî de yêkser Koordineya şer re tekmil dide û talîmatan pêktîne. Dema ku şer dijwar dibe û edî cihê ku lê senger girtine tangav dibe fermandar Denîz yêkser koordîneya şer re van gotinên dirokî bilêv dike;
‘’Di van kêliyan de dijminê ku bi feraseta cîhadîst ku ji bo hemû cîhanê û gelên heremê bi taybetî ji bo jinan xeteriyeke mezin ava dikin, derdora me bi tangên mezin dorpeç kirine. Hêjmareke pir zêde çete êrîşî me dikin, heya niha me pir awayên cuda, hemberî wan çalekî pêşxistin lê belê niha em cebilxana ku heyî ji bo neqede bi tedbir bikartînin. Ji xwe pêwîste hemû heval û gelê me bizanibin çi dibe bila bibe em ê heya henaseya xwe ya dawî şer bikin. Bangawaziyên teslîmiyetê li me tên kirin, lê çawa ku Zarîfe û Besêyan ji latên Dêrsimê de xwe avêtin, Rindêxanan Pira Malabati de dawiya jiyana xwe anîn û jiyan avakirin, em jî yê tucaran ji berxwedaniyê paş de gav ne-avêjin. Niha li gel me hemûyan bombeyeke ku me rakirî heye. Ger ku em bizanibin êdî cebilxaneya me dawî bû, em her 5 heval yê bi hev re dijminê dagirker ku her cûre pêkanîn li ser rêheval û gelê me de anîne çalakiya canbexşane pêk bînin. Çi dibe bila bibe, tu tişt ji rûmeta gelê me parastinê girîngtir nîne. Yên ku demê pêwîst de mirinê nedin ber çavan nikarin bibin henaseya jiyana azad’.
Nasnameya Şehîdên ku ji bo me bûne mîrateya jiyana azad; Fermandara me Denîz Çiya eslê xwe ji bajarê Efrînêye, lê, li bajarê Şamê jidayik dibe. Bi çanda welatparêz ya Efrinê mezin bûye. Malbata wê gelek bi nirxên civaka xwe û axa xwe ve girêdayiye. Kesayeta wê bi xweşikbûnên Efrîna rengîn tê xemilandin. Hîn zarokatiya xwe de li ser çanda exlaqî û polîtîk tê mezinkirin. Wek zaroka malê ya tenê bi heskirinek mezin, tê mezin kirin. Qasî nazerine, ewqas jî xwedî kesayetekî bandorkere ku derdora wê her civat çêdibin. Xwendevanekî jîre, li ser sosyolojiya jin û civakê lêhûrbûnên kur dike. Hîn temenekî biçûk de, rastiya doza gelê Kurd û doza heremê nasdike û xwe fikrê Rêber Apo re dike yek. Bi taybetî êrîşên dagirker yên li ser Efrin, Serêkanî, Şehba û Minbicê, di rêhevala me de kineke mezin dide avakirin. Rêheval Denîz li ser armanca ku bibe jineke azad ku civaka xwe re pêşengtî bike di sala 2024’an de tevlî refên têkoşînê dibe. Dem di rêhevala me de zu wate dibe û bi kêliyan de xwe mezin avadike. Jin, xweza û gerdûn li gel hevala me di nava hevsengiyekê de dibe zimanê jiyanê. Ji bo vê jî jiyana Rêber Apo avakiriye pir hesdike û dixwaze seknekî sosyalîst di xwede avabike ku bibe bersiva hemû pirsgirekên ku di heremê û di Rojhilata Navîn de tê jiyankirin.
Fermandar Hawar Qendîl li bajarê Kobanê jidayîk dibe. Hîn zarokatiya xwe de dibe şahidê şoreşê û rastiya gelê xwe yê sotîner ku bê nasnameye, dinase. Malbatekî kedkar û welatparêz de mezin dibe. Bi keda xwe ya jiyanê re her derê ku lê ye pir tê heskirin. Bi hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê re gelek caran rû bi rû dimîne. Û li beramberî hemû êrîşên dagirkeriyê sonda berxwedanê dide. Ev kesayetê kedkar ku rastiyên jiyanê, temenekî biçûk de nas kiriye wek fermandarekî dizivire kesayetekî xwînsar, otoriter û bi biryar, ji bo vê her cihê ku fedayî Hawar lê ye, bi rola pêşeng radibe. Beriya tevli nava refên têkoşînê jî bibe gelek kar û xebatên şoreşê de cih digre. Lê piştî êrîşên dagirkekiyê yên li dijî Şehba û Minbicê, biryara xwe ya têkoşînekî bêhempa dide û di sala 2024’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe. Taktik afrêneriya rêhevalê me û girêdana wî ya nirxên civakê, di hevalê me de hêza moralekî mezin çêdike. Cihê ku Hawar heyî hemû hevalên wî digotin li wir binketin nabe. Ji ber Hawar kesayetekî ku bi hebûna xwe dibû çareseriya hemû pirsgirêkan.
Fedayî Rojbîn Amara, li bajarê Hesekê jidayîk dibe. Di nava malbatekî welatparêz, ji eşîra sorkî ku girêdayî çanda dayik de tê mezinkirin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re fikrê Rêber Apo nasdike. Ji bo şoreşa ku fikrên Rêber Apo hatiye afirandin, biparêze di sala 2025’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe. Bi fikrê Rêber Apo yê derbarê jinê de kesayeta xwe danehev dike. Bi kelecaneke mezin tevlî hemû xebatên bîrdozî û leşkerî dibe. Qasî ku dîrokê lêkolîn dike hêrsa wê ya li beramberî dijminê gelê Kurd zêdetir dibe. Kesayeta xwe li ser zanebûna dijmin danehev dike û xwe avadike. Bi sekna xwe ya wêrek û ji xwe bawer dibe pêşenga jiyana bi wate.
Fedayî Dilbirîn Qamişlo, li bajarê Dirbêsiyê jidayik dibe. Ji eşîra Omeriye ku wek eşîr bi têkoşîna xwe ya dijî dijminê xwînxwar tên naskirin. Di nava malbatekî xwedî nirxên kal û babirên xwe derdikevin de mezin dibe. Hîn zarokatiya xwe de rastiya şehîdên qehreman nas dike û ev li ser kesayeta wî bandoriyekî mezin avadike. Kesayeta xwe ya dilnizm û pakbûna dilê xwe jiyanê hembês dike. Xeyalê wî ew bû ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih digrin, bi hevre jiyanekî hevbeş bê ku her roj bên qetil kirin jiyan bikin bû. Bi xeyalê jiyana azad û wekhev, ji bo sosyalîzma Rêber Apo fêm bike di sala 2025’an de berê xwe dide refên têkoşînê. Ewqas bi heskirin tevlî jiyanê dibe ku jiyan bi her awayî di hevaltiya wî de xweşik dibe.
Fedayî Feraşîn Efrîn, li bajarê Efrinê jidayîk dibe. Bi çanda gelê welatparêz yê Efrinê mezin dibe. Hîn zarokatiya xwede bi kesayeta xwe ya bi mereq, xwe di aliyê hunerî û wêjeyi de pêş dixe. Rûxmê temenê xwe yê ciwan sekna wê ya danehev hîn zarokati de, wê dike pêşenga hevalên derdora wê kom dibin. Bi rûkenî û kelacana xwe hertim derdora xwe civata heskirinê çêdike. Bi jîrbûn û zekibûna xwe ji aliyê fikir û zikîr de zu pêşdikeve. Di nava civakê de seknek û jiyanekî ji rêzê ji xwe re napejirîne û ji bo nirxên civaka xwe û mîrateyên şehîdên şoreşê xwedî derbikeve û di sala 2025’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe. Di nav refên têkoşînê de jî, di cihê xwede nasekine. Kesayeta wê ya mîna cîva xwe her bi fikrê Rêber Apo de çalak dike. Di aliyê leşkerî û bîrdozî de, di demekî pir kin de pir pêş dikeve. Ew êdî dixwaze zimanê gerdûnê fêmbike ku jiyanê fêmbike. Rastiya xwe wek jin nasbike ku bikaribe jiyanê ji xweliyên xwe avabike. Girêdana wê ya jin û jiyanê fikrê wê zelaltir dike. Qasî ku fikrên wê zelal dibin, biryara wê ya têkoşînê di çeperên herî pêşde jî wê dike pêşengekî ku di dılö hevalên wê de jî baweriya serkeftinê avadike.
Piştî ku di pêşengtiya fermandar Denîz de, fermandar Hawar, Rojbîn, Dilbirîn û Feraşîn çalekiya xwe ya fedaî di diroka 10’ê Çileya 2026’an pêktinin. Çeteyên dagirker li beramberî cenazeyên şehîdên me gelek pêkanînên dermirovî dikin. Dixwazin bi van pêkanînên dermirovî wek dîroka têkoşîna gelê Kurd de jî, li beramberî gelek têkoşerên dîl hatine girtin û şehîd ketine de gelek mînakên wê hatine jiyankirin, rûmeta gelê Kurd û gelên heremê bişkînin. Ji xwe dema ku dibînin ya ku pêşengtiya vî şerê bêhempa dike wek jinek serhildêr Deniz Çiyaye û bi rojane ku nahêle dibin fermandariya wê de 2 taxên biçûk bikevin destê vî dijminê xwînxwar, bi hêrsekî ku tu exlaqekî mirovî nasnake pêkanînên dermirovî dikin û pêşenga me li mala ku çalekiya xwe kiriye de ji jor di-avêjin xwarê. Wana xwestin bi vî avayî rûmeta jinek têkoşînvan û gelek têkoşînvan bişkênin, lê fermandara me bi mirina xwe jiyan afirand û xwedî derketina rûmeta gelê xwe re dijminê xwînxwar û dagirker re bû bersiveke bê eman.
Em fermandar û fedayiyên vê dozê Denîz, Hawar , Rojbin, Dilbirîn û Feraşîn dubare bi minnetdarî û rêzdarî bibîrtinin û soz didin Rêberê Rêberan, jinên ku seri netewandîn, egidên ku gav paşde ne-avêtin û qêrînênzarokên ku li Şêx Mesûd û Eşrefiyê dengên wan bilind dibûn; wê biryara wan biryara me be û heya em tola wan ranekin û xeyalên wan pêkneynin em ê tu caran nerawestin. Em ê bibiryardarî doza wan bi serkeftinê tacîdar bikin.”
Nasmameyên şehîdên azadiyê wiha ne:
Nav û Paşnavê Kod: Denîz Çiya
Nav û Paşnavê Rast: Zeyneb Kirdelî
Navê Dayik: Emîne
Navê Bav: Emîn
Cîh û Dîroka Şehadetê: 10.01.2026 – Şêx Meqsûd/Heleb
Nav û Paşnavê Kod: Hawar Qendîl
Nav û Paşnavê Rast: Dawud Mihemed
Navê Dayik: Xanim
Navê Bav: Emîn
Cîh Dîroka Şehadetê: 110.01.2026 – Şêx Meqsûd/Heleb
Nav û Paşnavê Kod: Rojbîn Amara
Nav û Paşnavê Rast: Wîdad Mamo
Navê Dayik: Delal
Navê Bav: Burhan
Cîh Û Dîroka Şehadetê: 10.01.2026 – Şêx Meqsûd/Heleb
Nav û Paşnavê Kod: Dilbirîn Qamişlo
Nav û Paşnavê Rast: Rojkar Nuhî
Navê Dayik: Seher
Navê Bav: Asim
Cîh Û Dîroka Şehadetê: 10. 01. 2026-Şêx Meqsûd/Heleb
Nav û Paşnavê Kod: Feraşîn Efrîn
Nav û Paşnavê Rast: Meryem Horo
Navê Dayik: Şêrîn
Navê Bav: Mihemed
Cîh Û Dîroka Şehadetê: 10.01.2026 – Şêx Meqsûd/Heleb






