Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koma Botan bi stranên xwe yên şoreşgerî navdar e

14/01/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Koma Botan bi stranên xwe yên şoreşgerî navdar e
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Endam û rêveberê Koma Botan Bengîn Elî diyar kir ku armanca wan Koma Botan ew e ku stranên xwe yên şoreşgerî bigihin tevahî cîhanê.

Koma Botan ya muzîkê yek ji hemû komên di civakê de ye, ku ev kom ji sala 1987’an ve hatiye avakirin. Herwiha ev kom ji destpêka ku hate avakirin heya niha sê caran navê wê hatiye guhertin, lê niha bi navê Koma Botan tê naskirin. Ev Koma Botan Rêber Apo ava kir. Di heman demê de ev kom tenê niha beşê muzîkê di nava xwe de dihewîne û ji 12 endaman ev kom pêk tê.

Koma Botan bi stranên xwe yên xweş mirovan jî kêfxweş dike. Di heman demê de ev kom hertim di şahî û çalakiyan de hazir e. Di vê komê de gelek kesên navdar û stranbêj hene, yek ji wan jî Baran Dilbuhar ku bi stranên xwe yên xweş pêşkêşî tevahî cîhanê dike.

Di derbarê vê mijarê de wek endam û rêveberê Koma Botan Bengîn Elî ji rojnameya me re axivî.

‘Koma Botan ji sala 1987’an de hatiye avakirin’

Bengîn Elî diyar kir ku Koma Botan ji sala 1987’an ve hatiye avakirin û wiha got: “Ev kom li ser felsefeya  serokatî dixebite. Herwiha Rêber Apo ev kom ava kir, di destpêkê de navê vê komê ‘Koma Ararat’ bû, piştre hat guhertin û bû ‘Koma Çiya’ û piştre bi navê ‘Koma Botan’ heya niha berdewam kir. Ji xwe keda gelek şehîdan di vê komê de heye û yek ji wan jî Şehîd Mizgîn bû. Di destpêka avakirina komê de kom ji gelek beşan pêk dihat weke muzîk, dîlan, şano û hwd… lê niha tenê beşa muzîkê di nava xwe de dihewîne. Herwiha ev beşê me yê mûzîkê bêtirê em li ser stranên navdar yên şoreşgerî çêdikin ev stran jî bi navên, Şewqa Rojê, Roj Roja me Kurdaye, Newroz, Wa şehîd, Destana genim, çar stêrk û hwd.”

‘Koma Botan ji 12’ kesan pêk tê’

Endam û rêveberê komê Bengîn Elî anî ziman ku Koma Botan ji 12’ kesan pêk tê û wiha bidawî kir: “  Koma botan li seranserê dîrokê gelek endamên navdar hebûn, lê yên herî bingehîn û navdar ên destpêkê tê de Şivan Perwer, Metin, Kemal Kahraman, Selîm, Hozan Canê, û Mehmet Atlî û herwiha endamên wekî Mihmedê Cimo, Remziye û yên din ku bi muzîka Kurdî ya gelêrî û siyasî bandor li herêmê kiribûn hebûn. Koma Botan di demên cuda de guhertinên endamtiyê tê de çêbûn û gelek ji komê derketin û bi demê re guhertinên nû çêbûn kesine nû tevlî bûn. Lê yên dema niha yên navdar ku cihê xwe di komê de digirin jî Baran Dulbihar, Danîş Botan û hwd. Herwiha em pir kêfxweş in ku endamên me bi serbilindahiyekê tevlî fistîvalan dibin.  Armanca me jî ji bo koma Botan ew e ku stranên me yên şoreşgerî bigihin tevahî cîhanê. Ji bo berhemên me yên dema pêş Gelek berhem hene û hîn jî em ê berhemên nû çêkin, herwiha 2’ berhemên din jî hene di vê sale de em ê bikin kilîp ew jî bi navê ‘Eve Cizîrê eve’ û yeke din jî li ser newrozê ye. Di heman demê de em amedekariya ji hemû şahiyan re dikin bi coş û kêfxweşî, ji xwe Koma Botan ne tenê komek muzîkê ye komeke ku ji gelek leşker û şervanan pêktê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.