Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi hinceta Ewlehiya Netewî Trump dixwaze Girînlandê desteser bike

14/01/2026
in CîHAN
A A
Bi hinceta Ewlehiya Netewî Trump dixwaze Girînlandê desteser bike
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên

IsraraTrump li ser tevlîkirina gireva Girînlanda Danîmarkayê bo xakên Emarîkayê, gelek pirsan li ser giringiya vê girevê ya istratîjîk dixe rojevê de.

Ji ber ku meseleya Girînland vedigere ser mijara nîqaşên jeopolîtîk, li paytextên Ewropî fikar zêde dibin, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump israr dike ku fikra kontrolkirina girava Arktîkê bîne ziman, ji daxuyaniyên sade wêdetir diçe ceribandinek rastîn a hêza hevpeymaniyên Rojavayî û şiyana wan a birêvebirina nakokiyan di nav hevpeymaniya Atlantîk de.

Serokê dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê diyar dike ku tevlîkirina Girînlandê ji bo parastina ewlehiya wê ya netewî pêwîste, ev yek bi awayekî dûbare aniye ziman, di heman dema operasyona leşkerî ya Emerîkayê li Venezuelayê, ku di encamê de serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjina wî hatin girtin.

Danîmarkayê jî daxuyaniyê Trump red dike, serokwezîra Danîmarkayê Mette Fredericksen daxwaz ji serokê Emarîkayê kir ku êdî dest ji gefan berde, tekez dike ku Washngtonê tu mafê wê tune ye ku girevê tevlî xaka Emarîkayê bike û ne ber frotinê ye, herwiha destnîşan kir ku kontrolkirina Emarîkayê li ser girevê wê NATO’yê bi dawî bibe.

Di navbera israkirina Emerîkayê û redkirina Danîmarkayê, gelek pirsên li ser qîmeta îstratîjîk ya vê girevê tê pejirandin û serdem israra Trump a li ser tevlîkirina wê.

Ewlekariya neteweyî

Girînland yek ji mezintirîn giverên di cîhanê de ye, ew herêmeke rêveberiya xwe bi xwe dike û girêdayî Danîmarkayê ye ji 600 salî ve, hejmara şêniyên wê nêzî 57 hezar e, bergeheke leşkerî ya Emerîkî di nava xwe de dihewîne.

Girav li cihekî stratejîk ê bêhempa di nav Çembera Arktîkê de ye, li ser xaçerêya Dewletên Yekbûyî, Rûsya û Ewropayê, ev yek jî girîngiyeke jeopolîtîk a mezin dide wê ku ji 150 salan zêdetir e bala Washingtonê dikişîne. Girîngiya jeopolîtîk a vê giravê bi vebûna wê ya ber bi Arktîkê û rêyên keştîvanî û bazirganiyê ve zêde bû.

Di dema yekem a serokatiya Trump pêşniyara kirîna giravê kir û vê dawiyê feydeyên vê gavê ji bo ewlehiya neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li hember Rûsya û Çînê dubare kir.

Çavkaniyên xwezayî

Ji bilî cihê xwe yê stratejîk, Grînland xwedî dewlemendê çavkaniyên xwezayî ye, di nav de mîneralên bê hempa ên ku di çêkirina ragihandinê de têne bikar anîn, li gel uranyûm, zeviyên petrolê yên berfireh û rûberên mezin ên zeviyên gaza xwezayî ya nehatî bikaranîn.

Xuya ye ku girêdayîbûna Washingtonê bi Pekînê re ji bo madenên bê hempa ên erdê sedema wê ye ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ber bi lêgerîna çavkaniyên alternatîf ên ku ji hêla erdnîgarî ve nêzîktir û ewletir in ve dibe.

Daxuyaniyên dawî eşkere dikin ku ev mijar di nav Yekîtiya Ewropî û NATO’yê de veguheriye astengiyeke berfirehtir, ku tê de hesabên hevgirtinê bi Danîmarkayê re, nirxandinên qanûnî û pêwîstiya domandina piştgiriya Emerîkî li ser mijarên hesastir, di serî de şerê li Ukraynayê û hevsengiyên hêza cîhanî, bi hev ve girêdayî ne.

Ev pirsgirêk guhertinek kûrtir di xwezaya siyaseta Emerîkî de li hember erdnîgariya stratejîk û çavkaniyên girîng nîşan dide, di demekê de ku nexşeyên desthilatdariyê li Arktîkê ji nû ve têne xêzkirin, di nav pêşbaziyek germ a di navbera hêzên mezin de, ku Ewropayê dixe ezmûneke dijwar de di navbera parastina prensîbên serwerî û serxwebûnê û xweguncandina bi rastiyek navneteweyî re ku ber bi hişkbûn û şikandina şert û mercan ve diçe.

Di vê mijarê de, raporek di Financial Times de destnîşan dike ku:

Serokên Ewropî bi mehan e ku bi wê yekê mijûl in ku çawa bersiva daxwaza bêaqil a Serokê Emerîkayê Donald Trump a ji bo desteserkirina Girînland bidin, lê di rojên dawî de tevlihevî û fikarên wan zêde bûne.

Israra dubare ya Trump li ser wê yekê ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê kontrola Girînland ji hevalbenda xwe ya nêzîk Danîmarkayê bistîne, kaosa di navbera paytextên YE û NATO’yê de li ser ka çawa li ser mijarên din ên jeopolîtîk bersivê bide Emerîkayê, di nav de êrişa Emerîkayê ya li ser Venezuelayê û nêzîkatiya wê ya nakok a li hember dagirkirina berfireh a Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve zêde kiriye.

Berpirseke payebilind ê Ewropî got: “Ew xêzek zirav e… Hevgirtina bi Danîmarkayê re ji bo her kesî bi tevahî eşkere ye. Lê Venezuela heye, ku kes ji ber çûyîna Nicolas Maduro poşman nabe, lê pirsgirêkên qanûnî hene. Em dixwazin piştgiriya Emerîkayê bidomînin da ku li Ukraynayê encamek bi rûmet bi dest bixin.

Berpirseke din ê YE’yê got, “Em dizanin kî êdî nema hevalbendê me ne… lê em hîn jî hêvî dikin ku em xelet in û pirsgirêk dê bi xwe çareser bibe.” Bi îşaret paşguhkirina Trump ji hevpeymaniya demdirêj a transatlantîk û pêwîstiya kêmkirina girêdayîbûna xwe ya bi Washingtonê re ji Ewropayê re kir.

Piştgiriya Danîmarka û Girînland ji cîranên wan ên welatên bakur û Baltîk bi lez hat, piştre welatên din ên wekî Fransa, Almanya û Keyaniya Yekbûyî jî hatin. Lêbelê, hindik kesan bi eşkereyî Dewletên Yekbûyî şermezar kirin, û kesî navê Trump negot, her çend serokê Dewletên Yekbûyî tenê çend demjimêran piştî ku Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen jê xwest ku dev ji gefên li ser girava Arktîkê ya mezin berde, îdiaya xwe ya “em hewceyî Girînland ne” dubare kir.

Serokwezîrê Swêdê got, “Tenê Danîmarka û Grînland xwedî mafê biryardanê li ser mijarên têkildarî wan in”. Sir Keir Starmer, serokwezîrê Brîtanyayê herwiha got ku ew ê li dijî gefên Trump ên ji bo tevlîkirina Girînland li kêleka Danîmarkayê raweste, ji ber ku ew bi zexta dijberên xwe yên siyasî û endamên parlamentoyê re rû bi rû ye ku li dijî Koşka Spî rawestin.

Girîngiya jeopolîtîk a Girînland

Gronland ne giravek dûr û cemidî ye, lê navendeke stratejîk a bi temamî ye, ku cihekî erdnîgarî yê hesas e, çavkaniyên xwezayî, ewlehiya neteweyî û pêşeroja teknolojîk bi hev re dike yek.

Giringiya jeopolîtîk a Girînland berî her tiştî ji cihê wê yê li navenda korîdorên qutbî tê, ku tê payîn ku di du dehsalên bê de dema ku qeşa dihele wê bibe rêyên sereke yên bazirganiya cîhanî. Kontrolkirina wan dê desthilatek mutleq bide çavdêrîkirin û kontrolkirina rêyên deryayî yên ku dikarin bi Kanala Siwês û Panamayê re reqabet bikin. Di heman demê de nexşeya aboriya navneteweyî bi awayekî mezin biguherînin.

Girînland astengiyeke ewlehiyê ya pêşketî li dijî berfirehbûna bilez a Rûsyayê li Arktîkê bi rêya baregehên leşkerî û sazkirinên radarê, herwiha li dijî daxwazên zêde ya Çînê li herêmê bi rêya veberhênan û lêkolînên zanistî; temsîl dike, tevî ku Pekîn xwe wekî “welatekî nêzîkî qutbê” bi nav dike, ev wesfek ku daxwazeke stratejîk a rastîn nîşan dide.

Çima Trump Girînland dixwaze?

Di bin sernavê “Çima Trump Girînland Dixwaze?” de, nûçeyek New York Times destnîşan dike ku:

Trump dibêje ku girav ji bo ewlehiya neteweyî ya Emerîkayê giring e û Danîmarka ji bo parastina wê zêde xerc nake.

Girînland ji ber cihê xwe yê jeostratejîk xwedî giringiyeke mezin e. Di Giravê de baregeheke leşkerî ya Emerîkî ya pispor di parastina mûşekan de heye.

Piraniya Girînlandê di nav Çembera Arktîkê de ye, ku hêzên mezin ji bo serdestiya leşkerî û bazirganî li wir pêşbaziyê dikin.

Kontrolkirina giravê dê cihek stratejîk bide Washingtonê di korîdorek deryayî ya girîng de ku Okyanûsa Atlantîk bi Arktîkê ve girêdide, ku guherîna avhewayê qeşa dihelîne û herêmek ku berê ne gengaz bû vediguherîne qadeke pêşbaziyê.

Girînland herwiha xwediyê rezervên mezin ên medenê erdê yên bê hempa ye ku di çêkirina batariyan, telefonên desta, wesayîtên elektrîkê û hilberên din ên teknolojiya bilind de têne bikar anîn. Niha Çîn li bazara cîhanî ya van medenan, serdest e.

Hin zanyar dibêjin ku dibe ku hin beşên refê parzemînî yê Girînland çavkaniyên mezin ên petrol û gazê hebin. Lê hikumeta Girînland di sala 2021’an de, ji ber xetereyên jîngehê û nebûna gengaziya bazirganî, dev ji armancên xwe yên petrolê berda.

Trump bi israr e ku dest deyne li ser Girînland

Serokê Emerîkayê Donald Trump roja Înê di 9’ê Çile de niyeta xwe ya ji bo gihaştina rêkeftinekê bi Danîmarkayê re ji bo kirîna Girînland piştrast kir û tekez kir ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dê “bi nermî an bi şîdetê” wê bigihêjin armanca xwe, tevî ku bi awayekî dubare Kopenhagenê dibêje axa Arktîkê ne ji bo firotanê ye.

Trump israra xwe ya li ser bidestxistina Girînland ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ve dubare kir û îdia kir ku ev yek ji bo parastina ewlehiya Emerîkayê ji gefên muhtemel ên ji Çîn û Rûsyayê pêwîst e û dibêje: “Em nikarin rê bidin Rûsya an Çînê ku Girînland dagir bikin. Ger em vê yekê nekin, ew ê wisa bikin.”

Operasyona ku hêzên Emerîkî li Caracas ji bo girtina Serok Nicolas Maduro û hevjîna wî di hefteya borî de pêk anîn, cîhan di rewşek şokê de hişt û tirsên Danîmarka û Girînland ku herêmeke xweser e di bin serweriya Danîmarkayê û beşek ji NATO’yê de ye, zêde kir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.