Gulîstan Xalid
Wateya êşê di jiyana Gelê Kurd de bûye têkoşîn, berxwedanî û qehremanî. Jiber rengê êşê bi xwe di civaka me de naşibe rengê êşa tu civakan. Civakeke ku jiber nasnameya xwe, çanda xwe û bi giştî hebûna xwe bi her cûreyên êrîşên qirkirinê re rû bi rûye. Dema ku rengê êşê ev be, wateya wê jî dibe tişteke din. Ji bo parastina hebûna xwe û xwedî li nasnameya xwe derkeve ji derveyî berxwedanî û têkoşîneke qehremanî ji xwe re bijartekeke cûda nas nake. Rengê êşa civaka me dibe helwesta azadiyê.
Vaye dîsa me li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dît, em dîsa bûne şahidê dîmenên ku bi caran me di dîroka xwe de dît. Li aliyek êrîşkarên hovane, li aliyek berxwedêrên bi vîneke ku bi tu gotinên xweşik nikare were pênase kirin. Tenê cih û dem dughere, lê wêne bi rengên herî xweşik û nexweşik careke din hate ber çavên me.
Ez naxwazim wêneyên nexweşik dûbare bidim rêz kirin, her çendî dizanim ku ewê di bîra me de her zindî bimîne, lê ji bo çend kêliyan be jî zêdetir dixwazim wêneyên xweşik bibîr bixim. Yek jê jî wêneya sekna fermandarê leheng ku beriya şehîd bibe qal bikim. Fermandarê ku bê tu nas bike di rûyê wî de hemû taybetmendiyên mirovatiya xweşik xwe bi te dida hîs kirin. Hevaltî, dilnizmî, kedkarî, fedekarî, durustî, paqijî, jidilî, wêrekî, hazkirina xakê, hezkirina mirovan, evîndariya azadiyê, lehengî . îja ev taybetmendiyên di rû de xwe bi awayeke şênber jî nîşan da, di şêwazê têkiliyên fermandar Ziyad Heleb bi hawirdora wî û di çalakiya ku li hember êrîşkaran de jî pêkanî teqez bû.
Gotina ku her şerek li fermandarê xwe digere, di kesayeta heval Ziyad de fermandarê ku ji bo welateke azad û jiyaneke azad ji şer re pêşengtiyê dike, şer dike û dide şer kirin, li berxwe dide û hawirdora xwe diparêze û dide parastin, rastiya fermandarê ku bi xwe şervanên xwe ava dike û li fermandaran nade gerandin da nîşandan.
Di vî şerî de elbette gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li gel şervanên xwe bi giştî berxwedaniyeke bê hempa nîşandan û sekneke têkoşer raber kirin. Her keseke ku di vê pêvajoya şer de li wir bûye, xwedî destaneke ya berxwedaniyê ye. Hêjaye ku ev pir bê vegotin. Çi di warê tehlîlkirin û şîrovekirinan de be çi jî di warê wêjekirinê de em gereke ji zarokên pêşerojê re jî raghînin. Em gereke ji dîroka xwe ya ku dixwazin bidine jibîrkirin neqiş bikin.
Ji wan destanan jî heval Ziyad Helep ewê her û her di nava nifşan de bê gerandin. Vaye li kobanê bi hezaran gel pêşwaziya vî fermandarê nemir dikin. Di walatê me de îja ne tenê wateya êşê guherî, wetaya evîndariyê jî guheriye. Bi hezaran mirov, heya bi milyonan jî dibine evîndarê vî mirovê xweşik. Jiber bi rastî careke din di kesayeta heval Ziyad de hate nîşandan ku mirovên têkoşer xweşikin, yê xweşik jî jiber ku azad dibin têne hezkirin.
Bera çavên te rehet razê fermandarê me, vaye bi hezaran deng dibine yek deng û yek soz û yek armanc. Bi hezaran dibêjin “ ya jiyaneke azad yan jî mirineke bi rûmet, ji bo jiyaneke azad hêjaye ku mirov canê xwe bibexşîne”. Helwesta ku te raber kir dûbare bû soza gelekî.






