Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Kiryarên li Şêxmeqsûd pêk hatin qirkirina etnîkî ye’

14/01/2026
in Serbest
A A
‘Kiryarên li Şêxmeqsûd pêk hatin qirkirina etnîkî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Sekreterê Giştî yê Partiya Sûriya Demokratîk Reca Cemîl Damisqî tekez kir ku kiryarên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatin dighêjin asta sûcên şer û got, “Ev kiryar bi awayekî zelal xuyanî dike ku qirkirina etnîkî pêk tînin, divê kesên ku ev sûc pêk anîn bên muhasebekirin li pêşiya dadgeheke adil.”

Di 6’ê Çile de çeteyên girêdayî hikumeta dmikî ya Şamê ku bi awayekî rasterast ji hêla dewleta Tirk ve tê piştgîrkirin, êrişeke xwînî û hovane li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk anîn ku piraniya wan ji gelê kurd in. Li hember van êrişan berxwedniyeke dîrokî û efsane hat kirin ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirî (Asayîş) û gelê berxwedêr ku şerkî xweparastinê bi çekên herî sivik, îardeyeke xurt û biryara mirin an serkeftinê li dijî hêzeke mezin a ku bi çekên giran tax dihatin bombebarankirin, dan meşandin.

Gelek sivîl bi taybet zarok, jin û kesên bi temen mezin di encama topbaran bi çekên giran ji hêla çeteyan bi giranî birîndar bûn, herwiha hejamreke sivlî şehîd ketin, di heman demê de hejmareke mezin ji şêniyan çarenûsa wan ne diyar e piştî ku çeteyên hikumeta demikî ya Şamê dest danî ser taxan.

Bi berdewamiya pêkanîna binpêkirin û sûcên dijmirovî ku çeteyên hikumeta demikî ya Şamê li peravê û Siwêdayî pêk anîn, heman kiryar li dijî gelê kurd pêk anî, di nava bêdengiyeke raghandinî ku gelek sûcên li taxa Şêxmeqasûd hat kirin û hîn jî berdewam e, tên veşartin li pêşiya raya giştî.

Li gorî hin dîmenên ku hatin eşkerekirin kiryarên ku aqilê mirov tehûml nake li ser destên van çeteyan hatin kirin, ji kuştina meydanî, şewitanidina laşê şervanan, endameke jin a Asayîşê ku li berxweda heta gihaşt asta şehadetê çeteyan laşê wê ji qata duyem a avahiyekê avêtin xwarê, bêyî tu rêzgirtin û hurmet ji miriyan bêne kirin, di heman demê de kuştina ciwanekî û derxistin çav û dilê wî li hember kamîreyê û parvekirina wê li ser medyaya civakî û ji xeynî van binpêkirinên ku nayên parvekirin.

Piştî ku çeteyên girêdayî hikumeta demikî ya Şamê dest danîn li ser taxan, rasterast dest bi girtina şêniyan kir çi jin, mêr, zarok û kesên bi temen mezin kirin, ku heqaretên devkî tê de hin kes bi zanebûn sivîlan bi zimanekî neexlaq û nijadperest biçûk dixin, wan wekî “beraz”, “kûçik” û “Qendîliyan” bi nav dikin, ku bi awayekî vekirî Kurdan hedef digirin.

Ew tiştê ku diqewime ne bûyerên ferdî ne, lê binpêkirinên sîstematîk in ku wêneyek mirovî ya pir hovane li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nîşan didin, di nava bêdengiyeke bi şerm ji aliyê civak û raya giştî ya navdewletî, ku tê wateya hevkariya li hember tawanên ku di ronahiya rojê de li dijî sivîlên bêparastin têne kirin.

Derbarê van kiryaran Sekretêrê giştî yê Partiya Hevgirtina Sûriya Demokratîk Reca Cemîl Damisqî ji rojnameya me re axivî.

‘Kiryarên li Şêxmeqsûd pêk hat di asta sûvên şer de’

Sekretêrê giştî yê Partiya Hevgirtina Sûriya Demokratîk Reca Cemîl Damisqî diyar kir ku tê xuyanîkirin tiştê hikumeta demikî ya Şamê û çeteyên girêdayî wê pêk tîne, ji hêla hêzên derve têne kirin û birêve birin û wiha got: “Ji ber ku gelê Sûriyê ne mirovên xwînmij, tundraw û kujerin, êrişên ku têne kirin ji hêla çeteyên tundraw ku ji tevajî cîhanê li Sûriyê kom bûne, hemû gelê Sûriyê hedef digre. Kiryarên ku li Şêxmeqsûd pêkhat wekî şewitandin, avêtina laşê şervanan û kuştina meydanî ji bilî kiryarên din yên mirovî dighêje asta sûcên şer, divê civaka navdewletî erka xwe bi cih bîne û daxwaza muhasebekirina kujeran û kesên ku ev binpêkirin pêk anîn e bike di heman demê de pêşkêşî edaletê bên kirin wekî kujerên şer.”

‘Bi zelalî qirkirina gelan pêk tînin’

Reca Cemîl Damisqî kiryarên ku li peravê li ser elewiyan, xirstiyanan û li Siwêdayê li ser Durziyan wekî qirkina entîkî bi nav kir û wiha got: “Bi dawîkirina gelan li gorî mezheb an netewê wê ji bo berjewendiyên van hêzên tundraw yên ketine Sûriyê de, têne kirin. Her kes dizane ku Tirkiyê van çeteyên tundraw bikar tîne, di riya van kiryar û sûcan bi awayekî zilal xuyanî dike ku qirkirina gelan e çi elewî, duzrî, kurdî an xirstiyan bin, kiryarên ku pêk tînin kuştina exlaq, nirx, hebûn û mirovahiyê ye.

Divê kiryar, binpêkirin û sûcên şer bêne belgekirin, ji bo hemû rêxistinên navdewletî û hiqûqî bêne şandin, bi tayabt ji bo Netewên Yekbûyî, ku ji hêla wan ve jî ev sûc bêne belgekirin da ku binpêkirin bêne bidawî kirin. Di heman demê de divê lêpirsînek bê vekin derbarê van kujerên ku binpêkirin pêk anîne û pêkêşî dadgehekê bikin û bi awayekî hiqûqî û adil bên muhasebekirin.”

‘Em nikarin garantiya wan bawer bikin’

Reca Cemîl Damisqî diyar kir ku em nikarin tu garantiyan bawer bikin li gel van tundrawan, dibe ku sûc û binpêkirinên ku kirin dîsa dubare bikin û wiha anî ziman: “Ev kiryarên ku dighêjin asta qirkirina entîkî û windakirina hebûnê, ne ji mafê wan e ku hebûna tu kesî winda bike, em nikarin garantiya wan bawer bikin. Divê bi hemû awayan em li hember wan bisekinin çi di aliyê leşkerî, siyasî û mirovahî de be, di heman demê de hewil bidin ku hemû sûcên ku pêk anîne û rastiya wan derxin eşkere bikin ji cîhanê re, ku çawa pabendî bi tu qanûn, şeriyeta dewletê, pernesîbên exlaqaî û olî nabin.”

Sekretêrê giştî yê Partiya Hevgirtina Sûriya Demokratîk Reca Cemîl Damisqî wiha gotina xwr qedand: “Em civaka navdewletî berpirsyar dikin derbarê bûyerên ku çêbûn, ji ber bêdengiya wan a li ser van sûcan û ne derxistina tu biryaran an tedbîran li ser rastiya erdê da ku nehêlin ev kiryar pêk bên. Lê civaka navdewletî her dem li gorî berjewendiyên xwe kar dike. Em daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî yên navdewletî dikin ku erk û berpirsyartiya xwe pêk bîne di parastina pêkhateyan de li hember tundrawiyê, eger ev hêzên tundraw çalak bibin û hêza wan xurt bibe, dê ev zirar bighêje herêmên wan jî û tiştê ku em pê re derbas bûn, heman bûyer bi wan re jî derbas bibe. Divê civaka navdewleî tavilê bikeve nava tevgerê, di heman demê de Netewên Yekbûyî û hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî biryarên xwe bidin ku li hember vê tundrawiyê bisekinin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.