Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên wêjeya Kurdî

14/01/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên wêjeya Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsiv

Helbestvan Ebûdê Mexso çiraxek vêketî ye ku ronahiya wê bi salan nehatiye vemirandin. Wî ji kaniyên wê yên xweşav bingehên zanist û zanînê wergirtiye û ji dîroka kevnar a Girê Mozan, Şermola û Çaxirbazarê, ruhê xwedîbûn û dilsoziya bi ax û dîrokê re îlham wergirtiye.

Dema ku welat bindest û perçe perçe be, gel kole û bindest dibe, helbestvan û nivîskar radibin pênûsa xwe li ber zilmê wek çekan hildigirin, gotinê dikin gulleya hişyariyê û helbestê dikin çira ku riyên gelê xwe ronî dike.

Helbestvan Ebûdê Mexso yek ji wan helbestvanên ku jiyana xwe ya torevanî û rewşenbîrî ji bo gelê xwe û doza ya netewî terxan kirine û ximava pênûsa xwe kiriye navgîna parastina zimanê Kurdî, parastina nasname û geşkirina agirê xwedîbûnê di wijdanên nifşan de.

Di dilê bajarê Orkêş, Amûda Bavê Mihemed de, ew bajarê ku xwe dispêre sînorên Bakur û Rojava, û têlên şermê û riswatiyê yên ku mêtingeran di dilê Kurdistanê de çandine, wan ji hev vediqetînin û di hembêza Deşta Sinceqa Sadûn de, ku jê bêhna bîranînên Mîtanîyan û Hûriyan difûrin û henaseyên Bedirxaniyan û Botaniyan jê dibarin, Ku bibû dergûşa şaristanî û dîrokê, û mêrga wate û zimanê Kurdî yê resen, herwiha hîna jî  peyv weke kulîlkekê lê şîn dibe û zuha nabe, bi nivîskar û  helbestvanên xwe ve diherike.

Ji axa wê mezinên tîpa Kurdî hatine jiyanê mîna Selîm Berekat, Ehmed Huseynî, Dilawer Zengî, Mihemed Nûr Huseynî û xeynî wan ji parêzvanên ziman û nasnameyê.

Li ser wê xaka pîroz, helbestvan û nivîskarê Kurd Ebûdê Mexso di sala 1966’an de, li gundê Dawidiyê yê ser bi Amûdê ve, ji dayîk û bavek Kurd (Qasim û Sêda) hatiye dinyayê, di malbateke kurdperwer ya kedkar û welatparêz de ku ji çar bira û çar xwîşkan pêk dihat mezin bûye, dê û bavên wan ew bi dilsoziya ax û welat mezin kirine û di dilê wan de nirxên resen ên kurdîtiyê çandine û li ser dilsoziya bo nasname û rehên xwe firşk kirine.

Wî zarokatiya xwe li taxên gundê xwe Dawûdiyê derbas kir, ku bêhna nanê tenûrê yê germ ji kolanên wê yên teng dibariya û dengê kehr û berxikan ji mêrg û zozanan bilind dibûn, ew di hembêza xwezaya wê ya bedew de mezin bû, ku bi bedewiya xwe giyan şa dike û birînan rehet dike, wî ji sirûdên jinên li zeviyan û ji stranên şivanan ên li mêrgan yekem gotinên xwe yê hûnandina helbestê xêz dikir.

Wî ji kaniyên wê yên xweşav bingehên zanist û zanînê wergirt û ji dîroka kevnar a Girê Mozan, Şermola û Çaxirbazarê, ruhê xwedîbûn û dilsoziya bi ax û dîrokê re îlham girt, ku li wir kevir şahidiya çîrokên bav û kalan û xewnên nifşên paşerojê dikin,

Wî xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe Dawidiyê û gundê Bîrziravê xwendiye, paşê xwendina xwe ya amadeyî û lîseyê li bajarên Hesekê û Qamişlo berdewam kiriye, û paşê di sala 1985’an li bajarê Qamişlo tevlî peymangeha amadekirina mamostayan, beşa perwerdehiya taybet dibe, lê di sala 1987’an de ji ber xebatên xwe yên wêjeyî û siyasî û piştgiriya bi tevgera azadiya Kurd re ji kar hat dûrxistin û nehiştin ku pîşeya xwe bikar bîne.

Helbestvan Ebûdê di sala 1988’an de zewicîye û ew bavê pênc zarokan e (sê kur û du keç), û ji sala 1979’an heta îro tevî malbata xwe li bajarê Qamişlo dijî.

Helbestvan Ebûdê bi saya dîwanên nemir Cegerxwîn fêrî nivîsandina bi Kurdî bû; Ev rûpel bûn dibistana wî ya yekem û kilîtên hişmendiya wî ya zimanî û wêjeyî.

Di sala 1981’an de dest bi nivîsandina helbestê kir, dema ku helbest welatê xwe yê biçûk, û penageha xwe ya germ didît ku ji sermaya rastiyê biparêze, û li ber tarîtî û bêhêvîbûnê pizotên peyvê pêbêxe.

Hem Cegerxwîn û hem jî Osman Sebrî bandorek kûr li ser avakirina hişmendiya wî ya torevanî û rewşenbîrî hiştin, ji wan ruhê berxwedanê, rehwanbêjiya xwedîbûnê û baweriya bi gotinê weke welatekî din ê ku nayê dagirkirin, hîn bû.

Herwiha peywendiyên wî yên wêjeyî û çandî yên nêzîk bi helbestvan Sedayê Tîrêj û Salihê Heydo re hebû û xema neteweperestî û afirîneriya ji dil a Kurdî bi wan re parve kir, bi hev re li ser rêya gotina azad meşiyan, çiraya helbestê di tariya sirgûnê de, û dengê welat di bêdengiya jibîrkirinê de hilgirtin.

Di wê qonaxa dijwar a dîroka peyva Kurdî de, helbest ji bo wî ne tenê hunerek bedewî an hestekî xweşbînî bû, lê kiryarê berxwedana zimanî û çandî bû, wî zimanê Kurdî fêr kir di malan de, ji xort û keçan re, di nav komên piçûk ên ku mîna şaneyên veşartî yên hêviyê, ew di baweriyê de bû ku tîpa Kurdî berevaniya dîwara dawî ye nasnameya neteweyê dike û rûmeta wê diparêze.

Ebûd Mexso ne tenê helbestvan bû, lê ew çalakvanek çandî û rewşenbîrekî dilsoz bû, ku peyama hişyarî û ronakbîriyê li ser milê xwe hilgirt di demeke ku pir bêdengî û kêm rastî hebû.

Ew yek ji damezrînerên herî diyar ên Pêşangeha Şehîd Herekûl tê hesibandin, ew avakariya ku bûye menberek ji bo bîranîna peyva Kurdî û muzexaneyek ji bo rehjena afirîneriya berxwedanê.

Di navbera salên 2017 û 2020’an de û piştre di navbera 2022 û 2025’an de hevserokatiya Yekîtiya Rewşenbîran li herêma Cizîrê girt ser milê xwe û li wir ji bo xurtkirina rola rewşenbîrê weke pêşengê hişmendiya kolektîf û parêzvanê nasname, ziman û mîrasê kar kir.

Di heman demê de tevlî koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bû, çand xiste navenda çalakiyên rizgarî û civakî û di wê baweriyê de bû ku avakirina mirovahiyê gava yekem a avakirina neteweyê ye.

Herwiha endamekî çalak ê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cezîrê ye, û niha jî hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Bakur û Rojhilatê Sûryayê ya Tevgera Civaka Demokrat e.

Beşdarî gelek şevbuhêrk û festîvalên helbestan li piraniya bajarên Rojava bû, û hertim di çalakiyên çandî de amade bû, helbestên xwe wek ala hesret û rûmetê hilgirtibû, di wê baweriyê de bû ku peyva azad ji guleyan bihêztir e, û helbest dikare bibe pirek di navbera bîr û paşerojê de.

Ebûd Mexso bi hemû şêweyan helbesta Kurdî nivîsiye ji helbesta klasîk a terazû ya bi rêzbend û kêşe heta bighêje helbesta azad, nûjen û pexşan, jêhatîbûna wî yên wêjeyî tenê bi nivîsandina helbestê re sînordar nema; lê her weha roman, kurteçîrok û gotar jî nivîsand, li kêleka helbestê.

Ji berhemên wî yên wêjeyî, wî heft dîwanên helbestê bi zimanê Kurdî û romanek yekane weşandine, ev berhem di navbera nûjeniyê û klasîkê de cihêrengin û rêwîtiya wî ya rewşenbîrî û hestyarî diyar dikin:

  1. Kulîlkên Zozanan -Helbestên nûjen.
  2. Vîn û Viyan – Helbestên nûjen.
  3. Xemla Welat – Helbestên nûjen.
  4. Zindana Evînê -Helbestên nûjen.
  5. Çavkanîyên Jiyanê – Helbestên nûjen.
  6. Pêlname – Helbestên klasîk.
  7. Sîroda Vejînê li Qada Tekoşînê – Helbestên klasîk.
  8. Qelen- Roman

Berhevoka wî ya helbestan “Zindana Evînê ” ji aliyê nivîskar û rexnegirê kurd Xalis Misewar ve ji kurdî bo erebî hatiye wergerandin.

Herweha çend destnivîsên wî yên wêjeyî û rewşenbîrî yên neçapkirî jî hene, ji wan:

  1. Du dîwanên helbestên nûjen.
  2. Yek berhevoka kurteçîrokan.
  3. Pirtûka gotaran a bi sernavê “Gotinên li ser Şoreş û Ramanê”.

Gelek ji hunermend û komên navdar ên Kurd gotin û helbestên wî gotine, ji wan:

1- Danîş Botan: Hay Gul.

2- Soniya Omerî:  Kuro Dîno.

3- Koma Cûdî: Qada Rûmetê.

4- Koma Hîlala Zêrîn: Arê Xanê – Birîn Kûre.

Di qada çand û wêjeya kurdî de xwedî hebûneke berbiçav bû û gelek kanalên televizyonê û malperên Elektronîk

bi wî re hevpeyvîn kirine, ji wan:( Ronahî, Strêk, Rojava, Rûdaw, Kurdistan TV û hwd).

Herwiha gelek rojname, kovar û malperên Kurdî jî berhemên wî yên wêjeyî weşandine û bi wî re hevpeyvîn çêkirine, ji wan: (Şermola, Sîwan, Ronahî, Bûyer, Welat, Wîfaq û hwd).

Di encama xebatên xwe yên wêjeyî û çandî de, ji aliyê gelek saziyên wêjeyî û çandî ve hat xelatkirin:

  1. Xelata Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) – di sala 2016’an de.
  2. Xelata Desteya Çandê ya Herêma Cezîreyê – di sala 2019’an de.
  3. Xelata salane bi navê helbestvan Seydayê Tîrêj, ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cezîreyê.
  4. Xelata Festîvala Edebî ya Duyemîn li bajarê Reqa, ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê – 2025’an.
  5. Xelata Enstîtûya Kurdî li Stokholmê.
  6. Spasname û rêzgirtin ji aliyê Yekîtiya Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî, bi hevkariya Rewşenbîrên Ereb.
  7. Spasname û rêzgirtin ji aliyê Yekîtiya Kurdan li Sûriyê – 2023 (li ser çîrokê).
  8. Xelata Pêşangeha Herekûl di dora xwe ya nehê de li Qamişloyê, ku li wir dîwanek helbestî bi zimanê kurdî ji bo wî hate çapkirin.

Helbestvan Ebûdê Mexso ne tenê dengekî derbasdar bû di dîmena kurdî de, lê ew bû wijdanek gotindar bi navê ax û azadîyê; wî bi gotinê nasname çêkir û bi helbestê welatek avakir.

Wî ji bo welat û bedewiya xwezaya wê, ji bo şehîd û şehsiwarên Kurdan, ji bo azadî û rûmetê, ji bo şoreş û şoreşgeran, ji bo jina Kurd û têkoşîna wê, ji bo hezkirin û eşqê nivîsî. Gotinên wî ne tenê bi xîmavê hatine nivîsandin, lê bi wijdanê nifşên ku di helbesta wî de penageheke ji tunebûnê û bîreke ku li ber jibîrkirinê berxwe dide hatiye nivîsandin.

Ebûdê Mexso dê herdem çiraxek li ser rêya peyva Kurdî bimîne û şemalek ku venamire heya ku di vê neteweyê de hinek kes hene ku dinivîsînin, distrirînin û xeyalên azadiyê dikin, tevî zor û zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye jî hîn di xurtbûna dan û afirîneriya xwe de ye, ew di nav gelê xwe de pêdar maye, helbestan dinivîse û tîpên xwe wekî dir û gewheran ji binê deryayê hildibijêre û çîrok û çîvanokan bi xêzên evîn û hesretê vedirêse, bê west û rawestandin, ji cîhanê re bi dengê bilind dibêje:

“Em li vir in, û em naçine, heya ku dilên me bilebite ji bo jiyanê û diwêta pênûsên me tîpên zêrîn belav bike.”

Di karê wî de serkeftin û afirîneriyek zêdetir dixwazim.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.