Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nexweşiyên zeviyên çandiniyê li Sûriyê

14/01/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Nexweşiyên zeviyên çandiniyê li Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Di Sûriyê de aliyê çandiniyê bi astengî û zehmetiyên mezin derbas dibe, di nav de nexweşiyên cuda ku pê rû bi dû dimînin, ku dibe sedema ku bandoreke mezin û rasterast li ser hilbirîna zeviyan û berheman dike.

Zeviyên çandiniyê li Sûriyê rastî astengiyên mezin tê, di encama belavbûna nexweşiyên çandiniyê ku bi awayekî rasterast bandor li ser berheman dike. Di heman demê de ji ber şert û mercên avhewayê û kêmbûna xizmetên çandiniyê, ev nexweşî yek ji giringtrîn astengiyên ku li hember ewlehiya xurekê derdikeve.

Li vir em ê behsa girîngtirîn nexweşiyên ku bandorê li berhem û çandinya Sûriyê dikin, sedemên belavbûna wan, bandora wan li ser çandiniyê, bikin.

Girîngtirîn kêzikên ku bandorê li berhemên çandiniyê li Sûriyê dikin

Kêzika Sûna(nexweşiya genim a herî xeternak)

Kêzika Sûna yek ji nexweşiyên herî xeternak e ku bandorê li genim li Sûriyê dike, nemaze li Hama, Idlib, Hesekê û Reqayê. Ev kêzik genim dixwe, dibe sedema qelsbûna genim û kêmbûna hem di rêje de û hem jî di kalîteyê de.

Kurmê El-Heşid yê payîzê

Ev kêzik di salên dawî de bi berfirehî belav bûye û bi giranî bandorê li genim dike. Rêjeya wê ya bilez a zêdekirinê ew kiriye yek ji zirarên herî xeternak li erdên çandiniyê yên Sûriyê.

Mêşa Spî

Ev kêzik di nava sebzeyên wekî bacanê sor, xiyar û kartol belav dibe, di heman demê de dibe sedema zerbûna pelan û gelek nexweşiyên vîrusî vediguhezîne.

Nexweşiyên Fungî yên çandiniyên Sûriyê de belav dibin

Zengila Genim

Yek ji nexweşiyên fungî yên herî belavbûyî ye, ew bi sê awayan xuya dike: zer, qehweyî û reş. Ew dibe sedema qelsiya nebatan û zuwabûna pelan.

Nexweşiya Dereng

Bandor li kartol û bacanan dike û di şilbûna zêde de belav dibe, dibe sedema rizîna nebatan û windahiyên giring.

Beyad Deqîqî

Di tirî û kundir de belav dibe, ew wekî tozek spî xuya dike ku nebatan qels dike û berhemê kêm dike.

Rodent, çûk û bandora wan li ser hilbirînê

Mişkê Zeviyê

Êrişî tov û rehenên daran dke, li deverên hişk û kêmbaran bi awayekî zêde belav dibe û dibe sedema windahiyên giring di berhemên genim de.

Çivîk û qijikan

Êrişî zeviyên genim û gulberojê dike û beşek mezin ji fêkiyên teze dixwe.

Sedemên belavbûna nexweşiyên çandiniyê li Sûriyê

Guhertina Avhewayî

Germahiya bilind û barîna kêm dibe sedema ku kêzik di tevahiya salê de çalak bin.

Kêmbûna dermanên bi bandor û bihayên bilind

Ev yek dibe sedema derengiya li hember rû bi rûbûna nexwşiya ku dibe sedema belavbûnê.

Kêmbûna hişyariyên çandiniyê

Nebûna çavdêriya zeviyan a pisporî ku bûye sedema qelsbûna rêvebirina çandiniyê.

Bandora nexweşiyên çandiniyê li ser berhem û bihayên herêmî

Kêmkirina berhema genim û sebzeyan

Ji ber nexweşiya Sûna û kurimê Heşid hilberîna berhemên bingehîn li Sûrîyê kêmbûye.

 Zêdebûna bihayên berhemên çandinîyê

Kêmkirina hilberînê bûye sedema bilindbûna bihayan, ku bandorê li ser xerîdaran û aboriya herêmî dike.

Gef li ser Ewlehiya Xurekê

Belavbûna berdewam a nexweşiyan dibe sedema windakirina deverên berhemdar ên giring ku gefê li ewlehiya xwarinê dixwe.

Nexweşiyên sereke li herêmên cuda yên çandiniyê:

Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Kulîçê genim, kêzikên sor û kurmikên genim pir in.

Perava Sûrî: Ji ber şilbûna zêde, nexweşiya derend û Beyad Deqîqî pir belav in.

Herêma El-Xab û Hema: Nexweşiya Sûna ya genim pir belav dibe.

Gundewarê Şamê: Mêşên spî, kêzikên sor û zuhabûna fungî ya li ser sebzeyan tijî ye.

Pêwîst e ku berî nexweşî li şînatiyê derkeve were dermankirin

Pêwîst e ku berî nexweşî li zeviyan derkeve were dermankirin, da ku dema nexweşî di zeviyên çandiyê dederkevin bi awayekî zû ew nexweşî bi dawî bibin.

Di encamê de, ji bo çareserkirina nexweşiyên berhemên zeviyên çandiyê, pêwîstî bi çavdêriyeke berdewam heye, da ku mezinbûna berhemên zeviyan yên saxlem were misogerkirin. Şopandina baldar û plansaziya pêşwext rêya herî baş e, ji bo parastina zeviyan û bidestxistina encamên baş ji bo cotkaran di demsala zivistanê de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.