Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dibistanên bajarê Tebqayê tên çaksazkirin

14/01/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Dibistanên bajarê Tebqayê tên çaksazkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Desteya Perwerdeyê ya bajarê Tebqayê di nîvê sala 2025’an de dest bi projeyê çaksazkirin û ji nûveçêkirina dibistanên ku ji ber şer bandor bûne kiribû, hejimarek ji dibistanan hetine serrastkirin û proje heta niha berdewam e.

Desteya Perwerdeyê ya bajarê Tebqayê ji bo temamkirina projeyên xwe yên sererastkirin û ji nûveçêkirina dibistanên bajarê Tebqayê dixebite, ev piroje di nîvê sala 2025‘an de hatibû destpêkirin û hejmarek mezin ji dibistanan hatine sererastkirin. Heta niha jî ev proje berdewam e û dema bidawîbûna wê ne diyar e.

Dibistanên seretayî

Sererastkirina Dibistana Elsewra û Besam Hemşo bi dawî bûne. Xebatên serastkirinê ya dibistana Kornîş jî ber di dawî ve diçe. Herwiha Mesrefa nûjenkirina van dibistanan bi qasî 550 hezar dolarê Amerîkî bû û li wan dibistanan 2 hezar û 600 xwendekar bi cih bibin.

Dibistana Navîn  

Dibistana Basil ya Navîn ji aliyê rêjîma Baasê ve weke navendekê dihat bikaranînin. Lê niha ji aliyê Desteya Perwerdeyê ya bajarê Tebqayê ve tê serrastkirin, wê zêdetirî hezar û 500 xwendekaran lê werin bicihkirin. Niha dibistana Navîn a Dibsî Afnan, El Xemamîz, Xecer, Muşrif Elsab ji nû ve tên çêkirin û sererastkirin. Herwiha lêçûna dibistana Dibsî Afnan 135 hezar û235 dolar bû, a dibistana El Xemamîz lêçûna wê 36 hezar 82 dolar bû. Lê belê lêçûna dibistana Xecar 90 hezar û 8 dolar bû, lêçûna dibistana Muşrif Elsab 76 hezar û 607 dolar bû. Ev dibistanan bi hev re wê 2 hezar û 750 xwedekarî werbigirin.

Dibistanên Amedehî

Dibistana El bûasî û Ceber yên amedehî hatin sererastkirin. Ev dibistanan pêwîstiya wan a lezgîn hebû ku werin serrastkirin. Herwiha xwendekar neçar bûn ku ji bo çûn û hatina dibistanê rêya  dirêj bikin û ev yek ji bo xwendekarên dibistanê dibû prsgirêk. Ji ber vê yekê, Desteya Perwerdeyê ya bajarê Tebqayê pêwîstî dît ku van dibistanên amadehî ji nû ve çêke. Da ku pêvajoya perwerdeyê hêsan bibe û gihiştina xwedekaran ji bo dibistanê jî hêsan bibe. Lêçûna nûjenkirina dibistana El bûasî 50 hezar û 673 dolar bû, ya dibistanan Ceber 86 hezar û 651 dolar bû. Ev her du dibistanan wê zêdeyî 650 xwendekar lê werin bicihkirin.

Niha dibistanan Fayîz Mensûr tê nûjenkirin û xebatên nûjenkirina wê ji sedî 50’î qediyaye. Herwiha lêçûna wê 135 hezar û 39 dolar e û ev dibistan mezintirîn dibistanan di bajarê Tebqayê de ye. Lê belê wê xwendekar di demên pêş de lê werin bicihkirin. Weqfa Zimanê Kurdî lêçûna sererastkirina wê gihaşt 109 hezar û137 dolarî. Dibistanana Mezret Herîr hat serrastkirin û lêçûna wê 43 hezar û yek dolar bû, ev dibistanan wê zêdeyî hezar û 905 xwendekar lê werin bicihkirin.

Bi vî awayî, lêçûna giştî ya projeyê Desteya Perwerdeyê li bajarê Tebqayê yê ji bo sererastkirin û nûjenkirina dibistanan digihêje milyonek û 467 hezar û 218 dolarê Amerîkî ku ev yek ji bo dabînkirina şert û mercên perwerdehiyê yên guncaw. Herwiha li wan dibistanên ku hatine serrastkirin 7 hezar û 255 xwendekar wî werin bicihkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.