Parlementerê YNK’ê Geşe Dara û parlementerê Goran Omer Înayet diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide başûr Kurdistanê dagir bike û dan zanîn ku divê hêzên Tirk ji başûr werin derxistin. Parlementeran got, “Armanca Tirkiyê ne şerê li dijî PKK’ê ye. Armanca wan dagirkirina başûrê Kurdistanê ye.”
Parlamenterên YNK û Tevgera Goran dagirkeriya dewleta Tirk weke binpêkirina serweriya Iraqê û hewldana dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi nav kirin. Parlamenteran ji parlementoya Iraqê daxwazkirin ku ji bo vê mijarê kom bibin û ger Tirkiye dernekeve Iraq û herêm peywendiyên xwe qut bikin.
Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Dewleta Tirk sînorên Herêma Kurdistan û Iraq derbaz dike û dagir dike.
Parlamentera YNK’ê Geşe Dara bêdengiya hikûmeta navendî ya Iraqê ya di mijara dagirkeriya Tirk de rexne kir û destnîşan kir ku nabe hikûmeta Iraqê binpêkirinên sînorên Iraqê bi pejirîne û wiha axivî; “Ji bo çi Iraq ji xwe napirse, kengê bixwaze serweriya Iraqê binpê dike. Iraq di ber vê yekê de berpirsyare ku Tirkiye îro leşker û hêz derbasê Kurdistanê dike. Ji ber Başûr beşek ji xaka Iraqê ye.”
HAYA PDK’Ê JÊ HEYE
Parlamentera YNK’ê diyar kir ku artêşa Tirk li herêmên dibin kontrola PDK’ê de bi cih bûne û da zanîn ku ev tê wê wateyê ku agahiya PDK’ê ji vê heye û got, “Hêvîdarim ku ev negihije wê astê ku xiyanetê li çar parçeyên Kurdistanê bike.”
NAKOKÎ FERSENDÊ DIDE TIRKIYÊ
Parlamenterê Tevgera Goran Omer Înayet jî li ser heman mijarê axivî û balkişand ser nakokiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de û got; “Valahiya di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de, wer kiriye ku Tirkiye ji bo xwe bike firsend û di aliyê siyasî, serbazî û aboriya xwe de bi karbîne.”
DIVÊ PÊWENDIYAN RAWESTÎNIN
Înayet ji bo ev pirsgirêk bi awayeke lezgîn were çareserkirin daxwaz kir ku parlementoya Herêma Kurdistanê ji bo hêzên Tirk ji Başûr derxin bicive û wiha pêde çû: “Ji bo hêzên Tirk ji herêmê were derxistin divê parlemento bicive. Eger ev pêk ne hat wê demê divê Iraq peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyê rawestîne. Bi heman awayî divê Herêma Kurdistan jî peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyê rawestîne.”
Omer Înayet diyar kir ku armanca sereke ya Tirkiyê dagirkirina Herêma Kurdistanêye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiye dibêje şer li dijî PKK’ê ye. Lê ev yek ji rastiyê dûr e. Niyeta wan dagirkirina Herêma Kurdistanê ye. Berjewendiyên kesî û hizbî di navbera Erdogan û PDK’ê de heye. Ev berjewendî, ji destdirêjiya li ser Kurdistanê tê kirin girîngtirin.”…ROJNEWS






