Reşo Mihemed
Di sala 2018’an de li ser Xûtaya rojhilat a Şamê dorpêç û êrişeke mezin a rêjîma Baas hebû, gel birçî bû û çeteyên ku îro li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiriyaran dikin, li Xûtayê bi cih bûbûn. Di wê demê de kiryarên herî xirab ji hêla rêjîma Baas ve li ser gelên Xûtayê dihate pêkanîn. Gel dibû qurban ji kiryarên rêjîma Baas û çeteyên hikumeta demkî ya îro. Ev rewş ji destpêkirina kirîza Sûriyê dihate dîtin. Dorpêç, kuştin, tîkirin, berçîbûn û hemû cureyên binpêkirina hebûn li wê derê. Ev yek wiha domand heya ku sefqeyek di navbera alîgira rêjîma Baas (Rûsya) û dewleta Tirk çêbû. Bazarek li ser gelên Sûriyê hate kirin. Lihevkirinek di navber rêjîma têkçûyî, Rûsya û dewleta Tirk a dagirker de çêbû. Xûtaya rojhilat a Şamê ji hêla Tirkiyê ve hate firotin da ku Idlibê û Efrînê ji Rûsiyê hate kirîn, belê bazar hate kirin, kirîn û firotin li ser hesabê xwîna gelên Sûriyê pêkhat. Di encama vê peymanê de HTŞ’ê û çeteyên wê ji hemû Sûriyê hate komkirin, çûn Idlibê da ku ji hêla dewleta Tirk ve werin perwerdekirin. Dagirkeriya Tirk ew bi kar anîn da ku Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Minbic, Tilrifeet dagir bikin. Piştî rûxandina Baas bi salekê û hatin desthilata demkî, dagirkeriya Tirk, çeteyên girêdayî wê û hikumeta HTŞ’ê êrişên xwe li ser deverên wekî Eşrefî, Şêxmeqsûd û Dêrhafirê ranewestandine. Li Helebê her du taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê lê ku gelê Kurd dijî, destaneke berxwedanê hat nivîsîn, ev berxwedanî jî di rûpelên dîrokê de hat bicihkirin. Biryara wan ne hilbijartinek demkî bû, lê peymaneke rûmetê bû. Wan digotin yan serkeftin yan mirin. Li gel komên çekdar ên bi tank, topan, diron, firokên bêmirov û hwd… hebûn, tevî ku bi deh hezaran tundrew piştgiriya eşkere ji dewleta Tirkiyê û hikumeta HTŞ’ê werdigirtin. Di heman demê de şerê pîskolojîk dimeşandin li ser xelkê van her du taxan. Xelkên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi biryardariya xwe ya bênavber bi bahozeke mezin re rû bi rû man. Ne tenê şerê taxan bû, ew şerekî ji bo nasnameya neteweyî bû, şerekî ji bo xwerêvebirinê bû, şerekî ku Sûriyek nû ava bike. Serkeftina li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, tevî xesaretê dê bibe keleheke bilind ku îradeya şervanên berxwedanê ji artêşan xurtir e û xwîna ku li vir tovê azadî hat rijandin, hem jî edalet û pirrengiyê bû ji bo Sûriya siberojê bû. Ew ne tenê ji bo parastina axê, lê ji bo parastina rûmetê, maf, xewna tevahiya nifşan ku di kêliyên efsûnî de destpêka rêya ber bi welatekî ku nayê kirîn û firotin, şerê hebûn û nebûnê dikirin. Gelo piştî 14 salan ji vê berxwedana lehengî ya gelên herdu taxan wê li otombîl û basên spî siwar bibin û ji taxên xwe derkevin? Basên spî nîşana xweradestkirinê ne, tu cudahî di navbera van basan û basên rêjîma Baas de tunene, basên ku çeteyên HTŞ’ê û gelên Xûtaya rojhilata ji wir ber bi Idilibê ve birin. HTŞ’ê û hemû çeteyên girêdayî dewleta Tirk di wê demê de di encama bazareke navdewletî de li basên (Kesk) ku nîşana icbarkirinê ne, siwar bûn û rêjîmê ew bêçek birin Idlibê. Gelo layîqî berxwedaniya gelên Şêxmeqsûd. Eşrefî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a her du taxan e ku li basên teslîmiyetê siwar bibin. Ji vî gelê wiha re şehadet û rêya karwanên şehîdan bi rûmettir e ku bidin li ser rêya kuştina li ser destên gemar ên çeteyan. Dema ku bas bi rêketin da ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsûd lê siwar bibin, hêzên ewlekariyê ew bas kirin armanca guleyên rûmetdariyê. Piştî wê lehengên Hêzên Ewlekariyê destana xwe ya efsûnî domandin heya dawiya jiyana xwe.






