Hemza Sêvo/ Hesekê
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Ezher Ehmed destnîşan kir ku guhertina ku li Rojhilata Navîn û Sûriyê çêdibe li ser hesabê Kurdan e û got, “Dewleta Tirk sûdê ji tevlîheviya li Sûriyê dibîne. Divê gelê Kurd li her derê zextekê li aliyên xwedî biryara siyasî bikin.”
Geşedanên ku li Rojhilata Navîn û Sûriyê rû didin, di qonaxa heyî de rojeva herî sereke ye, doza Kurdî û Kurdistanê, li hember jî qirkirina ku li ser gelê Kurd tê meşandin li pêşiya hemû cîhanê tê kirin. Nemaze kiryarên hovane li ser Şêxmeq û Eşrefiyê. Derbarê heman mijarê Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Ezher Ehmed bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

–Di dema heyî de çi siyaset li ser Sûriyê û bi taybet li ser gelê Kurd tê meşandin?
15 sal li ser kirîza Sûriyê re derbas bûn, piştî vê evqas sal û destpêkirina Buhara Erebî ya Rojhilata Navîn re, di dema heyî de tekez bû ku kirîza Sûriyê jî beşek ji projeyên cîhanî bû û guhertineke ku divê pêkwere. Di van guhertinan de qedera me gelê Kurd bû ku bibin beşek ji pilanên hêzên hegemon ên herêmî û navdewletî, hem jî Kurd bedelê bidin. Di nava qeyran û kirîza Sûriyê de, êrişên DAIŞ, HTŞ, rêjîma Baas, dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê li ser Kurdan, gelê Kurd xeta sêyemîn hilbijart, Rêveberiya Xweser ava kir. Ev proje jî dikarîbû bibe projeya li ser ramana jiyaneke hevbeş û demokratîk, herwiha civak parastin xwe bike, xwe bi rê ve bibe û parastina nirxê xwe bike. Gelê Kurd di warê siyasî, leşkerî, aborî, civakî de gav avêtin û di hemû hêlan de destkeftiyên Şoreşa Rojava bi hevkariya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistin. Em dibînin ku siyaseteke bi vî rengî tê meşandin li ser herêmê û Sûriyê, bi taybet gelê Kurd, êriş û qirkirin li ser gelê Sûriyê tên pêkanîn, di encamê de parçebûn di çarçoveya nexşerêya Rojhilata Navîn de çêdibe, gelê Kurd jî rastî guhertineke demografî tê. Kurd neteweke resen in ku bi dirêjahiya hezarên salan li ser vê xakê dijîn, hin dewletên herêmî xwedî pilan in ku gelê Kurd bê statû û proje bimînin, nemaze dewleta Tirk e ku xewin û xeyalên wê pêkwere, komkujî û guhertina demografî pêkbîne û Kurdan bê proje bihêle. Ji ber vê yekê jî me dît ku çawa êriş li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêbû.
–Ev hefteyeke ku êrişên dijwar û tundrew li ser Şêxmeqsûd, Eşrefî û Dêrhafirê tên pêkanîn, gelo aliyên li pişt vê tevlîhevî, şer û xwînrijînê çi sûdê werdigirin?
Dewleta Tirk bi dirêjahiya kirîza Sûriyê ya ku herî zêde destwerdan di Sûriyê de kir. Wê gelek tevlîhevî çêkir, hem jî kuştin û kiryarên herî xerab bi gelên Sûriyê pêkanî. Bi hezaran belge hene ku her pirsgirêkeke ku derdikeve, destê MÎT a dagirkeriya Tirk tê de heye. Êdî, lêkolîner, rewşenbîr, dezgehên navnetewî û her kes vê yekê nas dike ku dewleta Tirk sûdê ji pirsgirêkan werdigire. Di herêmê de 2 proje hebûn, yek kevana Şyî bû ya din jî kevana Sunî bû, kevana Şyî bi serweriya Îran û baskên wê bû, ew bi biryareke navdewletî hate hilweşandin. Kevana Sunî jî bi serpereştiya dewleta Tirk bû, niha jî ew bi destê hikumeta demkî planên xwe dimeşîne, xeteke din a Soviyêt, NATO û WARSO hebû, keoalisyonê xwest Rûsyayê bêbandor bike. Di nava van pilanan de Sûriyê bû qada hesaban û gelê Kurd jî berdêlên giran dan. Ev zêdeyî heftiyekê hikumeta demkî û komên çete yên radîkal êrişî gelê Kurd li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin, di heman demê de êrişî Dêrhafirê dikin. Li her du taxan êrişeke hovane hat kirin, li hemberî wê jî berxwedaniyeke lehengî hate raberkirin. Her dîmenek ku derdiket destanek ji berxwedaniya gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû. Li wan her du taxan kiryarên serjêkirinê, revandin, komkujî, avêtina laşên şehîdan li ser avahiyan heman kiryarên ku DAIŞ’ê bi kar tanî, lê bi hovîtiyeke mezintir, bi çekên nûtir û di bin sîwana dewleta Sûryê de ev pêkdihat. Ev hemû sûnc bi fermana MÎT a Tirkiyê pêkhatin û ev yek armanca dewleta Tirk e. Hîna jî êriş berdewam in, dixwazin sîstema Rêveberiya Xweser tune bikin û projeyên Kurdan têkbibin.
-Da ku Şoreşa Rojava tacîdar bibe, gelê Kurd ji komkujiyan were parastin pêwîst e gav bên avêtin û erka ku ji hemû aliyên Kurdistanî di vî warî de tê xwestin çi ne?
Li hemberî van êriş, komkujî û qirkirinê li ser gelê Kurd, bêdengiya saziyên mafên mirovan, hêzên hegemon, Hêzên Keoalisyonê, , dewletên herêmî û navdewlet, pêwîst e berteka gelê Kurd çi bike û çi bangewaziyê bike gelo? Divê her Kurdek, li ku be, li kîjan welat û parçeyên Kurdistanê be, xwedî rêflêks û helest be. Gelê Kurd ji aliyê siyaset û helwestên xwe ve xwedî kêmasî ne, ne tenê bi gotinan helwest bên dayîn, lê belê bi awayekî piratîkî pêkwerin. Divê gelê Kurd zextekê bikin li ser hemû dewletên ku xwedî rol in di warê guhertina nexşerêyên cîhanî de. Bi taybet divê zext li Hêzên Keoalisyonê û Birîtaniyayê were kirin, ji ber ku ew xwediyên projeya Saykis-Pikot bûn, van hêzan ji bo berjewendiyên xwe û yên Israîlê, guhertin li ser hisabê xwîna gelê Kurd çêkirin. Kurdên li Israîlê û hemû cîhanê! Gelo hûn çi dikin di dema heyî de? Kanî 50 milyon Kurd li hemberî kiryarên xerab ku li ser ragihandina cîhanî tê eşkerekirin. Çi were kirin jî têrê nake, lê divê helwesta Kurdî were xuyakirin, pêwîst e Kurd di van rojan de li ser piyan bin. Dîrokek tê nivîsandin, derfet ji bo gelê Kurd heye ku siberoja xwe ji destpêkê ve binivîsînin. Divê her Kurdek bi saziyên navdewletî yên xwedî cihê biryarê peywendîdar bin, hem jî zextekê bikin li ser cihên ku biryara siyasî derdikeve, bi taybet ew odeyên reş ên ku biryarên kiryarên qirêj ji wir derdikevin û li ser Rojhilata Navîn û tevahiya Kurdistanê pêktên. Qedera her çar parçeyên Kurdistanê yek e, bila tu kes nebêje Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur ne di xeterê de ye. Bi êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hem jî tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew ne tenê êrişên li ser QSD’ê û PKK’ê ne, lê belê li ser gelê Kurd û tevahiya Kurdistanê ne.






