Ronahî Sadûn
Rojnameger Mehmet Alî Ertaş û Rêvebera Federasyona Girtiyan Emîne Kaya diyar kirin ku çeteyên hikumeta demkî ku dewleta Tirk piştgiriyê dide wan, cureyeke din ên DAIŞ’ê ne ku van çeteyan hemû sûcên şer û li dijî mirovahiyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk anîn, lê rastî berxwedaniyeke bêhempa û çalakiyên fedayî hatin û gotin, “Êrişa li ser Rojava, êrişa li ser hemû Kurdên parçeyên Kurdistanê ye.”
Di 6‘ê Çileya 2026’an de çeteyên girêdayî hikumeta demkî a Sûriyê, bi piştgiriya dewleta Tirk êrişeke hovene ya bikaranîna hemû cureyên çekên giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê pêk anî. Li hemberî vê yekê, gelên taxê û hêzên berevaniyê (Hêzên Ewlekariya Hundirîn) bi biryardayîneke mezin xeta berxwedanê hilbijartin. Armanca sereke ji van êrişan jî qirkirina gel û têkbirina vîna wan a berxwedêr bû. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser biryara Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê biryara berxwedanê û parastina rûmeta xwe heya kêliya dawî da. Bi vî ruhê fedaî berxwedaneke dîrokî raber kirin, canê xwe feda kirin û teslîmiyet red kirin. Di encamê de gelek sivîl û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a her du taxan şehîd bûn, bi sedan jî birîndar bûn. Lê rojên berxwedanê ne tenê roj û derbas bûn, di nava van rojan de destanên lehengiyên yên Berîtan, Arîn û Egîdan ji nû ve vejîn bûn. Têkoşeran careke din li hemberî bêdengiya cîhanê, rûmeta xwe parastin û gelê xwe biser xistin. Ji ber ku berxwedanî xeta Kurdan a ji bo jiyana birûmet e. Ne dîrok û ne mirovahî kare vê yekê ji bîr bike ku qehereman kî ne û xwînmijên mirovan kî ne.
Derbarê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Rojnameger Mehmet Alî Ertaş û Rêvebera Federasyona Girtiyan Emîne Kaya ji Rojnameya me re axivîn.
‘Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destdirêjî axa tu kesî nekirin’

Mehmet Alî Ertaş di destpêka axaftina xwe de êrişên li dijî Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û wiha got: “Di serî de ez êrişên ku li dijî gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin kirin, şermezar dikim. Her mirov, her civak, her bawerî û her zindî xwedî maf e ku xwe biparêz e. Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê niştecihên taxê bû. Şêniyên van taxan bawerî û nasnameya wan çi dibe bila bibe, xwedî maf bûn ku hem xwe biparêzin û hem jî xwe di aliyê aborî, siyasî tenduristî, perwerde, ewlehî û hemû qadên jiyanê de, bi rêve bibin. Wan tu carî êrişî mafê tu kesî nekirin. Destdirêjî li ser ax û warê tu kesî nekirin. Lê zêdetirî 4 mehan di bin dorpêça hikumeta demkî û komên Emşat, Hemzat ên girêdayî Tirkiyê de man. Vê hikumetê ambargoya lojîstîk, aborî, tenduristî û hwd… danî ser gelên van taxan. Di heman demê de gelên van taxan hatin tecrîdkirin. Ev tecrîd îşkenceyek li dijî peymanên mafên mirovan ên gerdûnî û Navtewletî ne.”
‘Çete hemû berhem û projeyên dewletên girêdayî NATO yê ne’
Mehmet Alî Ertaş anî ziman ku êrişkarên wekî Emşat, Hemzat, Sultan Murad û hwd… hemû çete ne û wiha pê de çû: “Çeteyên Emşat, Hemzat û Sultan Murad wekî DAIŞ’ê hemû berhem û projeyên DYA, Îsraîl, Îngiltere, Fransa, Almanya, Qeter û Tirkiyê ne. Di encamê de hemû projeyên dewletê girêdayî NATOyê ne. DYA û Îngiltere di serên salên 2000’î de xwestin projeya mezin a Rojhilata Navîn bixin meriyetê. Ji bo vê projeyê bixin meriyetê, serî li gelek plan û projeyan didin. Dagirkirina Iraqê, Kuweytê, pêşxistina El Qaîde, avakirina DAIŞ’ê, El Nusra, hemû berhemên van projeyan in. Îro ev komên çeteyan bi ferman, perwerde û lojîstîkên van dewletan li ser axa Sûrî bi cih bûne. Di heman demê de bi ferman û alîkariya Tirkiyê, Fransa, DYA û Îsraîlê, Idlib, Efrîn, Serêkaniyê, Bab, Girê Spî dagir kirine.”
‘Çeteyên hikumeta demkî cureyekî din ên DAIŞ’ê ne’
Mehmet Alî Ertaş eşkere kir ku êrişê li dijî taxên Kurdan, êrişên li dijî pergala Modernîteya Demokratîk e û wiha domand: “Hikumeta demkî bi hevkarî û alîkariya Îsraîl, DYA û Îngiltere Şam dagir kir. Ev hikumet projeya van welatan e. Ev hemû jî li dijî pergala Modernîteya Demokratîk, pergala Rêveberiyên Xweser, entegrasyona demokratîk û li dijî neteweya demokratîk in. Lewra ji ber ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Rêveberiyên Xweser a Demokratîk hebû, ev êrîş pêk hatin. Wekî ku çawa li Efrînê Rêveberiya Xweser a Demokratîk hebûn, êrîş kirin û dagir kirin, bi heman armancê êrişî van taxan jî kirin. Êrişa li dijî van taxên kurdan, êrîşa li dijî pergala Modernîteya Demokratîk bû. Dibe ku di pratîkê de êrişkar çeteyên hikumeta demkî Emşat û Hemzat bin. Lê ferman bi destê DYA, Îsraîl û Fransayê bû. Ev komên çeteyan cureyekî din ên DAIŞ’ê ne. Tenê navê wan hatiye guhertin, lê feraset û hişmendiya van komên çeteyan ji DAIŞ’ê ne cudatir e.”
‘Sûcên şer û li dijî mirovahiyê li taxên Kurdan pêk hatin’
Mehmet Alî Ertaş tekez kir ku çeteyên hikumeta demkî da ku êrişên xwe rewa bikin, hincetan didin avakirin û wiha anî ziman: “Ev çeteyên êrîşkar ji bo êrîş bikin, hincetan ava dikin. Çawa ku di êrişên Şengal û Mexmûrê de, HPG û PKK nîşan didan, li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî QSD’ê hincet nîşan didan. Li Şengalê jî gelê Êzdî xwe diparêze, li van taxan jî gelê taxê û hêza navxweyî xwe diparastin. Ev jî mafekî wan ê herî rewa û pêwîst e. Lê armanca êrişkara valakirina taxan ji şêneyên resen û dagirkirina wê ye, da ku çeteyên xwe li wir bi cih bikin û kiryarên xwe yên herî qirêj pêk bînin û pêk anîn jî. Ji ber ku van hêzên navdewletî li ser axa Sûrî plan û proje çêkirine, ji bo van projeyan têxin meriyetê, li ser van taxan planan dagirkirinê kirin. Ev jî li gorî plana Îsraîl û hikumeta demkî ku divê ev taxên kurdan bêne valakirin. Ev jî sûcê şer û sûcekî li dijî mirovahiyê ne.”
‘Gelê Kurd li çar aliyê Kurdistanê xwedî yek ruh û yek felsefe ye’
Mehmet Alî Ertaş axaftina xwe wiha qedand: “Divê hemû gelê Kurd li çar aliyê Kurdistanê û cîhanê li dijî van êrişan dengê xwe bilind bike. Gelê Kurd li Bakur, êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kêlî bi kêlî dişopîne û pir bi hêrs e. Ji xwe di 7’ê çile de jî li gelek bajarên Bakur çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Bi deh hezaran mirov tevî berfa zêde û sermaya zêde kom bûn û meşên girseyî li dar xistin. Gelê Bakur amade ye ku bi her awayî piştgiriyê bide şêniyên van taxan. Çawa ku li Kobanê xwedî derket, amade ye ku li van taxan jî xwedî derkevin. Ji ber ku êdî gelê Kurd li çar aliyê Kurdistanê xwedî yek ruh û yek felsefe ye. Gelê Bakur êrişa li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî xwe dibîne. Êrişa li dijî Şengal, Mexmûrê, Efrinê, Îlam û Mahabadê li dijî xwe dibîne. Van êrişan qebûl nake.”
‘Êrişa li ser Rojava, êrişa li ser Kurdên çar parçeyên Kurdistanê ye’

Emîne Kaya diyar kir ku ji bo berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşek girseyî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin û wiha got: “Ji bo xwedîderketina li Rojava, bi taybet li berxwedana taxên Kurdan ên li Helebê, gelê Kurd li Bakur bi çalakiyan rabûn û xwedîderketina li hev a li hemberî van komkujiyên ku li her du taxan pêk hat, nîşan dan. Mîna di dema êrişa li ser Kobanê ku gelê Kurd li her bajarê Kurd û metrepolê Tirk rabûn û nerazîbûna xwe nîşan dan. Ji ber êrişa li ser Rojava, êrişa li ser Kurdên parçeyên Kurdistanê ye. Lewra gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê van êrişan li ser xwe jî dibînin, ji bo wê li Meclisa Tirkiyê DEM Partî çalakî kir û bertekên xwe nîşan da, tevî ku DEM Partî ne tenê partiya gelê Kurd e, lê hemû kesên demokrat li Tirkiyê di hundirê wê partiyê de cih digirin.”
‘Bawerî tenê ya hêza Kurd e’
Emîne Kaya axaftina xwe wiha qedand: “Li Sûriyê êriş ne tenê li ser Kurdan e, lê li ser hemû pêkhateyan e. Ev êrişên van çeteyan jî bê alîkariya Tirkiyê nikarin werin kirin, gelê Kurd vê baş dizane, cîhan jî vê baş dizane. Lewra gelê Kurd dizane ku hêza wê nebe, tu tiştî ji dewletê nikarin bidin seknadin. Ji bo wê bawerî tenê ya hêza Kurd e. Kurd mecbûr in ku li ber xwe bidin, ji ber heger li ber xwe nedin, wê di komkujiyan re derbas bibin.”






