Amara Baran
Li Rojhilata Navîn, di nav şer û pevçûnan de rewşa herî giran û zehmet a zarokan e, ji ber ku zarok dibin qûrbaniyên sûcên êrîşkar û dagirkeran. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê taybet li herêmên ku ji aliyê çeteyan ve hatine dagirkirin, şert û mercên ku zarok tê de mezin dibin, ne şertên jiyanê ne, şertên şidetê ne, zarokatiya ku tê jiyîn ne bi lîstin û xwendinê, lê bi tirs, koçberî û windabûnê dest pê dike. Îro jî em dibînin ku zarok di nav hêvî û tirsa koçberiyê de dijîn.
Sûriyê ku di van salên dawiyê de ji aliyê hêzên hegemon ve bûye qada şer û pevçûnan. Bi sedema vê yekê jî tiştê ku tê meşandin bandorek neyînî li ser derûniya zarokan dike. Ji sala 2011’an ve Sûriyê di nav şerekî dirêj û aloz de ye û bandorên wê yên herî giran jî li ser zarokan dike. Bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her çiqas ji aliyê sîstemê ve xwesertiya xwe hebe jî, lê hê jî rewşa ewlehiyê, aborî û siyasî ne arame, ev rewş bi awayekî rasterast li ser jiyana zarokan tesîr dike. Ji ber ku di van şer û pevçûnan de yên ku herê zêde bandor dibin û dibin qurbaniyên berjewendiyên hêzên Hegemon zarok in. Zarok her roj bi şer û pevçûnan re rû bi rû dimînin ku li heremê bi dengê tang, topan, bi dîtina kuştin û qetlîaman mezin dibin. Di van şeran de koçberiya ku tê jiyîn xeyalên zarokatiyê têk dibin.
Ew şerên ku tê meşandin ne tenê ji bo dagirkirina axê ye, şerê li dijî jiyan nasname û hebûna zarok û gelan e. Gelek zarok ji aliyê dagirkeran ve ji mafê xwe yên jiyanê bêpar hatine hiştin, ne dibistan ne jî mafên wan yên jiyanê hatiye dayîn. Îro em dibînin ku bi hezaran zarok dibin qûrbana siyasêtên qirêj. Di sala 2014’an de di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de, ji Şengalê heta Rojava, di heman demê de bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Sipî, heta bi dagirkirina Şehbayê re ku di sala 2024’an de ji aliyê HTŞ’ê ve hate dagirkirin, bi hezaran malbat ji cih û warên xwe koçber bûn. Gelek zarokên ku hatin qetilkirin jî hebûn. Îro bi hezaran zarok di bin konan de ji maf û xeyalên xwe qut bûne, gelo piştî ewqas kiryaran, em dikarin bêjin ku wê ew zarok bi awayek tendûrist jiyana xwe bidomîne?
Ji bo zarokan divê jiyan bi lîstin, xwendin û ewlehiyê derbas bibe. Lê di heremên ku şer tê de tê meşandin, ew şertên heyî jî têne windakirin, êdî dibistan bûne qadên ku şer tê de têne meşandin. Koçberî û êriş jiyana rojane ya zarokan xistiye nav tirsê de. Gelek zarok her roj bi tirs dijîn, bi xemgîniyê radibin. Ew rewş jî dehêle ku ji aliyê derûnî ve têk biçin. Koçberî li ser perwerdehiya zarokan jî bi awayekî giran tesîr dike. Gelek zarok ji ber şertên koçberiyê an jî astengiyên aborî dibistanê berdan e. Perwerdeya ku divê pêlêke rizgarkirinê be, lê li heremê bûye qurbana berjewendiyên Siyasî . Dibistan têne hedefgirtin, zarok bi salan ji xwendinê dûr dimînin. Ev ne tenê qutbûna perwerdehiyê ye, ev qutbûna pêşerojê ye.
Di heman çarçoveyê de em mînaka îro bînin ziman ku di roja 6’ê Çileyê’ de jî komên çeteyên hikumeta veguhêz û dewleta Tirk ku bi awayek hovane bi tang û topan êrişên taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Bi hezaran malbat bi zarokên xwe ve bi qetlîaman re rû bir û man. Li ber çavê cîhanê zarok zindî, zindî hatin qetilkirin, ne vîcdan, ne jî ehlaqê mirovahiyê van kiryaran ku îro li ser wê gelê tê meşandin, hezim dike. Heleb a ku di nav hêvî û tirsê de bû, hemû kiryar û bûyer li ber çavên zarokan hat meşandin, wekê ku me di dîmenan de jî didît ku rojnamevanek ji zarokekî pirs dike dibêje we çi dît? zarok ev bersiv dide “Min her tişt dît, çeteyan li ber çavên me bi qezîfe û balafiran êriş kir.” belê? ev kiryar li ber çavê cîhanê hat meşandin, lê xwe ker, kor û lal kirin. Çav û vîcdanê xwe girtin. Heta niha tu bertekên hêzên navnetewî derneketin. Qaşo kesên ku dibijin em parastina mafê mirovanan dikin, li ku bû?, gelo mimkûne ku bêjin me van qetlîaman nedît.? Tamam dibe kiryarên ku li Helebê hatin meşandin xwe jêre nedîttî kirin, lê hovitiya û çav soriya ku li Şengal, Efrîn û Serêkaniyê, hat meşandin de jî, heman bêdengî hat jiyîn. Tenê bi derxistina bilançoyên an jî raporên salan e ku ewqas zarok hatine qetilkirin, an jî din av konan de dijîn têrê nake û tu caran wê şert û mercên ku zarok tê de dijîn wê nede guhertin.






