Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jina Kurd Li Helebê; Tevgera Azadiyê, Şoreşa Rojava û berxwedana şeş rojan

14/01/2026
in JIN
A A
Jina Kurd Li Helebê; Tevgera Azadiyê, Şoreşa Rojava û berxwedana şeş rojan
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Ji Tevegra Azadiyê felsefeya xwe rakirin, ji Şoreşa Rojava hêza jina Kurd îsbat kirin û ji şerê çeteyên hikumeta demkî efsûneyên berxwedanê ku ji cîhanê re kirin mînak nivîsandin; Jina Kurd e, Jina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye.

Hatina HTŞ’ê ya ku xwe piştre weke hikumeta ragihandiye, ne ji bo dermankirina birînên 14 salan ya gelê Sûriyê hate ser serweriyê. Ev tenê berdewamiya pêkanîna pilanên navnetewî, berjewendiyên dewletên herêmî û perçekirina Sûriyê bû. Bi kêm gotinan ji bo avakirina dewleteke perçekirî û olperest bê avakirin bû.

Hikumeta demkî ya Sûriyê de 6’ê Çile de dest bi qirkirina gelê Kurd, Gelê Efrînê yên ku li her du taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd jiyan dikirin, kir. Her du tax bi awayek hovane û bê wîjdanî hatin bombebarankirin. Hikumeta demkî ya Helebê bi hemû hêz, tang, çekên giran berê xwe da her du taxên Kurdan û bi çembereke ji çek û tangan dorpêçk kir. Di wir de bêwîjdaniya mirov û bê dengiya wan derket holê. Di wan her du taxan de jiyana gelekî ket ber vebijêrka qirkirinê, zarokê sê rojî ku dayîka wî hatiye birîndarkirin bê şîr bimîne, jiyana bi hezarên ji kal û pîran, ciwanan, jinan û zarokan bê sekinandin û rûbirûyê rûreşan, bên. Lê ev gelê ku xwe li hember van neyar û hovan dîtin, weke her carê ji caran biryara têkoşînê û berxwedanê ji çavên wan herikîn û bûn mertala têkbirina dagirkeriyê.

Di her du taxên Helebê yên Kurdan de ne tenê Kurdan lê jiyan dikirin. Ji dema avakirina xwesweriya xwe di dilê Rêjîma Baas de, her du tax bi sîstema xwe ya demokarsî û biratiya gelan, hemû pêkhate di wir de jiyan dikirin. Bi taybet ew malbat û kesên ku li hember Rêjîmê rabûbûn û qebûl nekiribûn, xwe di Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bi cih kiribûn. Bi dehê salan e gelê Kurd, Ereb û hemû pêkhate û olên li wê derê jiyan dikin. Hewildanên Rêjîma Baas a têkbirin û teslîmiyeta vî gelê bi salan hate kirin, bi hemû rêbazên êriş, dorpêç û serdegirtinan ev yek hate kirin. Bi deh hezaran kes ji aliyê rêjîmê ve hatin girtin û îşkencekirin, lê di dawiyê de ev biryardarî bi tu awayî neket û têk neçû.

Jina Kurd û felsefeya Rêber Apo di Helebê de

Ger em jin di Helebê de bi taybet di her du taxan de binirxînin. Divê em bi taybet jina Kurd bînin ser ziman.. Jina Kurd di wê taxê de çavê xwe li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir. Bi hatina Rêber Apo ji wî derê re bi hezaran jinê Kurd berê xwe dan Tevgera Azadiyê û di dilê rêjîma dewletê de jinan xebat meşandine. Em vê yekê weke ku em gotinan rêz bikin nabêjin. Di meşandina xebatê Cebhewî ya Tevgera Azadiyê ji salên 80’î û vir ve de, xebatê doza rizgariya Kurdistan û Tevgera Jina Azad li wê derê bi kêm derfetan hate meşandin. Di dilê rêjîma Esed de bi hezaran jinên Kurd xwe birêxistin kirin û di felsefeya Rêber apo de xwe xurt kirin.

Vê yekê bi demê re rewşa jin di her du taxan de guhert, cesareta ku jin di wê derê de bidestxistiye bandora xwe li ser xebatê giştî yê Teverê kir, tiştên ku bi destê hevalên mêr nedihat kirin, dayikên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikirin. Bi van cesaretan ku di nava siyaseta dijmin de jiyan dikirin, di her du taxan de rihê welatparêziyê bi deh taq zêdetir bû û vê yekê bandora xwe li ser hemû jinên Efrîn û Kurd kir. Ji lewra bi derketina Şoreşa Buhara Gelan re û tepisandina wê di Sûriyê de, serîrakirinên destpêkê di wan her du taxên berxwedanê de hate kirin.

Jin bi destpêkirina şer û avakirina xweseriyê de

Bi gurûpbûna agirê qaşo Şoreşa Sûriyê re ku dawiyê wa em niha dibînin çi bi dest xistiye re. Li her du taxan bi agirê dilê Sekîneyan, Seydoyan, Rifetan û Bêrîtanan, gel derket qadên berxwedanê. Êdî di wir de berhema felsefe, xebatê cebhewî, rêxistinbûna xwe ya feşartî derket holê. Zarokên ku di mal de bi destê dayikên welatparêz hatibûn mezinkirin, dem dema serîrakirina wan hatibû. Bi kirîza Sûriyê re û bi hemdemiya hilbijartina xeta sêyemîn ya Şoreşa Rojava ev gel daket qadan û rêjîma Esed red kir. Bi vejîna Şoreşa Rojava re, komên çeteyan, hêzên opozisyonê û hikumeta Sûriyê her kes li gor xwe ku çiqas qaşo li hember hev sekinî ne û ji bo rûxandina Rêjîma heyî ev kirîz derketiye holê; Lê li hember agirê Şoreşa Rojava ya ku di wê qadê de gur bûbû, hemû bi yek armancê ku em Şoreşa Gelê Kurd ango dengê gelê Kurd di vê Kawosê de vemrînin, êriş kirin.

Li ser wê esasê di sala 2011’an de bi hemû hêzên xwe şerekî man û nemanê li hember her du taxan dan meşandin, di wir de hêza jin û dayîka Kurd derket pêş. Li hember van êrişên dagirkeriyê û têkbirina îradeya gelê Kurd, Şerê Gelê Şoreşgerî û êradeya şervan û jinên Kurd di wir de hate derketin. Ji şehdata Dayê Gulê Selmo em qehremantiya jin û dayîkan li kêlek hêzên YPJ û YPG’ê dibînin. Bi sedan şervan û jinên Helebê li hember hovîtiya dijmin bûn mertal û şerê qadê ya singe sîng bi dijmin û komîn çeteyan re dan meşandin. Dayikan, mermî ji şervanan re tijî dikirin, xwerin çêdikirin û belav dikirin her wiha xebatê birêxistinkirina gel didan meşandin. Ev hevgirtin û lehengiya gel ji zarokan bigre heyanî kal û pîran, di bin yek navê de hat destnîşankirin; Ew jî Şerê Gelê Şoreşgerî bû ku çawa Rêber Apo pênasekiribû.

Bi rojan li hember wan her du taxan şerê man û nemanê hate meşandin. Li hember Rêjîma Esed, komên çekdar, hêzên opozisyonê, Eniya el Nûsra û DAIŞ’ê vî gelê têkoşîn kir û bi ser ket. Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hesab, dengeyên navneteweyî û pilanên wan yên ji bo gelê Kurd guhertin. Ji wir em îfadeya serkeftina bi Şerê Gelê Şoreşgerî derdixînin holê. ….

Di wir de kiryarên dijmirovî yên li ser jin û gelê Kurd hatin kirin, bi sedan jin û şervan hatin şehîdxistin, lê belê Berxwedana efsûnewî bi ser ket. Ji bo bidestxistina wê şerî, xwîn, zarok, ciwan û canê xwe danîn ser da ku dijmin neghîje armancên xwe. Ji lewra ew berxwedanî bi ser ket û Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn keleha serkeftinê.

Bi avakirina xweseriya xwe re her du tax bi Paradîgmeya Netewa Demokratîk xwebirêxistin kirin û saziyên xwe avakirin. Rêxistinbûna xwe, perwerdeyên dibistanan û jiyana civakî bi hemû ziman û pêkhateyên li wê der re bê cewisandina mafê tu gelî, dihate meşandin. Rêxistinbûnên jin li ser felsefeya azadiya jin ya Rêber Apo û ji lehengiya canfedayên ji bo serkeftina wan her du taxan, hatin birêxistinkirin. Li ser asta Sûriyê û derve xebatên bi heybet ya jin ji aliyê siyasî, civakî û dîplomasî hatin birêvebirin. Her wiha bi dagirkirina Herêma Efrînê di 2018’an de ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan ve, qismekî mezin ji gelê Efrînê ku zarokên her du taxan e, berê xwe dan wir û li wê derê jiyana xwe ji nû ve saz kirin.

Ji jiyana bi ewle ber bi berxwedana şeş roj û dîrokek ji lehengiyê

Bi komployekê rêjîma Esed hate rûxandin û HTŞ’ê ango hikumeta demkî ya Sûriyê hate ser serweriya Sûriyê di 8’ê Kanûna 2024’an de. Hatina vê hikumetê kesayeta nû ya li ser cografiya Sûriyê ne kesayetekî nû bû, ji xwe di lîsteya terorê ya cîhanê de bû (Ehmed el Şeri) û di Sûriyê de bi salan di nava komên çeteyan de rêveberî kiriye. Piştî hatina wê ku çîrok û armanca wî jî ji yên Esed ne cudatir bû, dema gihîşt Parêzgeha Helebê berê xwe yekser da herêma Şehbayê û her du taxên Kurdan yên Helebê. Gelê Efrênê yên Şehbayê cara duyemîn bi darê zorê koçber bûn û her du tax jî ketin çembera HTŞ’ê. Piştî hewildanên vala yên ku xwestin bikevin taxê lê belê ev yek careke din bi îradeya gelê wê derê têk çû û piştre li ser bingeha hin peymanan weke 1’ê Nîsanê û 10’ê Adarê her du tax xwesertiya xwe parastin.

Beriya şerê man û nemanê y acara duyemên bi ser her du taxan de pêk were, tax ji aliyê hikumeta demkî ve ketibû dorpêçê û gelek caran komên çekdar hewil dan ku derbasî her du taxab bibin. di dema dorpêçê de jiyana gel, zarok û jinan bi her qawayî gelek zehmet bibû û di her kêliyê de raserastî berxwedan û têkoşîna li hember polîtîkayên birçîbûnê dihatin. Rûxmî tunebûna sotemenî û pêdivoyên civakê, tunebûna derman û şîrê zarokan, lê dîsa jî bi rihê berxwedan û têkoşîna 2011’an li ber xwe didan.

Bi êrişên di 6’ê Çile de hikumeta demkî da ku ev taxên biçûk werbigre, lihevkirin bi Îsraîlê re çêkirin, du bajarên Sûriyê firotin û lihevkirin û Tirkiyê re kirin ku Tirkiyê destekdarê yekemîn yê vê şerî bû, kir. Bi tangên dewletê, bi balafirên Beyriqdar ên Tirkiyê û bi komên çeteyên her du tax kirin armanc. Berxwedaniya lehengên Şervan û Fermandarên Kurd di wê derê de vê carê bi tîpên zêrîn hate nivîsandin. Bi riryardariya yan serkeftin yan jî Şehadet nêzî vê şerê bûn. rûxmî hemû hewildanên lihevkirin û avakirina aramiyekê di Sûriyê û Helebê de lê belê ev hikumet fem nekir û fem nekir, komên cîhadîst wê çi ji aştiyê û biratiya gelan fem bikin?

Ji lewra fermandarên keleha Dimdimê biryardariya xwe ya têkoşîn û berxwedanê heyanî Şehadetê dan. Em ê tu carî nikaribin bi van peyv û hevokan îradeya ku li wê derê derketiye bidin îfadekirin. Mixabin em ê nikaribin. Tehma berxwedaniya li wê derê û hovîtiya ku hatiye kirin, ancax kesên ku di wir de ev kêlî kêlî dîtine û jiyankirine rave bikin.

Komên çeteyan bi şerê xwe yê taybet û bi destekdayîna Tirkiyê û çapemeniya Tirkiyê hewil dan ku gel ji taxê derxînin. Rûxmî ku qismek ji wê gelê derket û li cihên cuda berbelav bû, piraniya wan jî hatin girtin, lê gelê berxwedêr di wir de li kêlek şervanên xwe ma. Bi soz û biryardariya Fermandarê Hemdem Ziyad Heleb û Denîz şervanan jî biryara berxwedanê dan.

Di nava hovîtiya vê carê de ku vê carê ne êrişên wan weke berê bûn û ne jî berxwedana me weke berê bû ku me biryara layiqderketina li berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dabû. Ji lewra bi hezaran jin hatin Şehîdxistin û birêndar kirin. Li kêlek wê bi hezran jin ji aliyê komên çeteyan ve hatin girtin û kude birin kesek nizane. Şehîdên jin bi cenazeyên wan hatin lîskanidn û ji taqan de hatin avêtin. Gelo dîrok, cîhan û îslama wan wê çawa vê yekê ji bîr bike. Zarok di 6 rojan de bê xwerin û av mabûn, kesên ku derketin ku canê xwe xilan bikin jî piraniya wan jinan tev zarokên wan hatin girtin, her wiha weke di dîmen û fotoyan de hatiye derketin zarokên pênç û şeş salî bê dudilî kuştin. Jin li aliyekî di mizgeftan de girtin û mêr jî digirtin û dibirin. Gelo Çarenûsa van mirovan van jin û zarokan di nava Cîhadiyan de wê çi be? Di dawiyê de divê em ji bîr nekin li hember vê hovîtiyê tu rêxistin û saziyeke navnetewî dengê xwe nekir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.