Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsûd: Emê têkoşîna xwe bi rê û rêbazên cûda bidomînin

11/01/2026
in ROJEV
A A
Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsûd: Emê têkoşîna xwe bi rê û rêbazên cûda bidomînin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan

Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsud bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan heta dawiyê parastina gel û rûmetê kirine, ji bo veguhestina şehîd, birîndar, jin û zarokan agibestek qismî hatiye îlankirin. Hêzên Ewlekariyê destnîşan kir ku ewê bi rê û rêbazên cuda têkoşîna xwe bidomînin.

Hêzên Ewlekariya Şêxmeqsûd derbarê geşedanên dawî yên li taxê û veguhestina şehîd, birîndar, jin û zarokan de, daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji roja 6’ê Çileya 2026’an ve çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê, bi piştgiriya balafirên keşfê yên dewleta Tirk, bi tank, top, wesayîtên zirxî û hemû cûre çekên giran, tevî hezaran çeteyan li dijî taxa me dest bi êrişeke hovane kirin.

Bi van êrişan dihat armanckirin ku gelê me yê taxê di qirkirinê re bê derbaskirin, demografiya taxê bê guhertin û rûmeta gelê me bişikînin.

Lê belê hêzên me li ser biryara Meclîsa Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê birdariya berxwedanê û parastina rûmeta xwe nîşan da.

Li ser vê yekê berxwedaniyeke fedaîyane hate nîşandan, hêzên me bê tereddût ji bo parastina taxê û rûmeta gelê me canê xwe feda kirin. Bi tu awayî serî nehat tewandin û teslîmiyet nehate qebûlkirin. Wê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de jî bi raya giştî re werin parvekirin.

Di vê pêvajoya şer de gelê me yê ku rastî êrişên dijwar hat, gelek birîndar û şehîd dan. Ji bo dermankirina birîndaran li tekane nexweşxaneya taxê ya bi navê Nexweşxaneya Xalid Fecir kombûn çêbû. Çeteyan bi dehan caran bi çekên giran, her weha bi balafirên tîpa Bayraktar ên dewleta Tirk êrişî vê nexweşxaneyê kirin û hewil dan komkujiyê pêk bînin.

Herî dawî ji bo ku rê li ber komkûjiyê were girtin û birîndar, sivîl, jin û zarok ji nexweşxaneyê werin derxistin û bi selametî derbasî qadên bi ewle werin kirin, agirbestekî qismî hat ragihandin. Hêzên me bi hessasiyeteke mezin nêzêkî agirbestê bûn û Nexweşxaneya Xalid El Fecir hate valakirin.

Hêzên me, wê ji vir û şûn de jî ji bo parastina îradeya azad a gelê xwe û rûmeta xwe, heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bê teredût li ber xwe bide. Wê bi rê û rêbazên cûda têkoşîn û berxwedana hêzên me berdewam bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.