Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Ronahî û berxwedana li Rojava

11/01/2026
in ROJEV
A A
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Mîrza Ronî

Di van kêliyên ku vê nivîsê dinivîsim berxwdana şervanên gelê Kurd li taxên Helebe berdewame û li hember hêzên tarî şervanên ronahiyê li ber xwe didin û gele Kurd ên ku bi sedan salane li wir niştecihin diparêzin . Her wisa dive bê zanin ku şervanên ronahiyê ne tenê li hember hêzêke tarî şer dikin, di heman demê de li hember hemû hêzên tarî yên ku berdewama çeteyên DAIŞ’ê ne û piştgiriya dewletên wekî Tirkiye û dewletên Ereb digirin şer dikin. Piştgiriên hêzên tarî naxwazin ku Kurd li ser axa xwe bibin xwedî statu û hesabên wan ew e ku her û her Kurd bindestî wan bin.

LI gorî van geşedanên dawî êdî baş zelal bûye ku hêza ronahîya gelê Kurd pêwîste her û her li hember êrîşên hêzên tarî li ser lingan be û di sekna parastinê de be, hêza tarî valehiyeke piçûk jî bibîne dê her tim hewl bide ku li hember gelê Kurd êrîşan bike!

Bi vê babatê ve girêdayî dema mirov li rûpelên dîrokê dinêre berxwedana gelê kurd her tim li hember hêzên tarî çêbûye û gelê kurd her û her bûye alîgirê ronahîyê û li hember hêzên tarî şer kiriye. Ev rewşa şerê ronahî û tariyê wekî dîalektîka dualîzma felsefeya Zerdeşt derdikeve pêşiya me. Ango dualîzma ramanên Zerdeştî ew bû ku ramanên baş her tim li hember ramanên ne baş di nav şer de ne û ev dîalektîk wekî şerê ronahî û tarîyê tê zanîn. Îro li ser axa Kurdistanê bi pêşengtîya Rojava, mîrateya ramanên baş wekî hêza ronahiyê li hember hêza tarî şer dike. Wî demî ez dikarim bibêjim ji serdema mîteolojîk em bigirin heta serdema ramanên Zerdeşt (Serweriya Med’an) û ji wir jî em bigirin heta roja me ya îro gelê Kurd bi ramanên xweyî mirovperest di nav şaristaniyê de her tim xeta ramanên baş û ronahiyê parastiye, wekî ku îro jî li Rojava diparêze.

Wekî mînak; çawe ku di dîrokê de  artêşa şervanên Kurd ên Medî li hember çeteyên ku girêdayî împaratoriya Asuran şerekî wêrek li berxwe didan û artêşa çeteyên tarî têk birin, îro jî heman şervanên ku bra û xwîşkên wan şervana ne, li hember împaratoriya çeteyên tarî şer dikin û ew baweriya xwirt heye ku dê ser bikevin. Ji bo ku dîrokzan baş dizanin ku gelê Kurd di mijara şervaniyê de xwedî dîrokek kevnare û di nav Kurdan de dema dibe roja xîret û şervaniyê, kes nikare pêşiya kurdan bigire û gelek caran ev rewş piştrast bûye ku Kurd di roja xîretê de bi tilîlî û hawarê dibin mêrxasên şer wekî Derwêşê Şengalî û Rustemê Zal. Ji xwe baş hat zanîn ku şervanên ronahiyê çawe li hember hêza tarî ya DAIŞ’ê şerekî bêhempa meşandin û hêza tarî ji Rojava derxist.

Ev hêza şervanên ronahîyê û berxwedana wan a li Rojava wê bibe ronahiya seranserî Kurdistanê û azadiya netewa gelê Kurd mîsoger bike û her wiha dê hêza tarî ji Rojhilata Navîn paqij bike…

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.