Ehmed Goyî
Pirtûkxane ji bo zanyarîyê cihên girîng in, ji ber ku pêşketin û serkeftina milletan bi xwendinê destpêdike.
Milletên qralîyet, împaratorî, dewlet avakirîn, heger li nav xwe qîymet nedabin zanyaran û sazîyên perwerdê ava nekiribin, ew di demeke kin de têkçûne.
Ji ber ku zanyarî (hêvînê) serkeftinê ye.
Îro, heger em li dîroka xwe û ya milletên cûda bixwînîn, em ê li nav pelên pirtûkan de vê rastîyê fêmbikîn.
Gohtinek ya feylesûfê Yewnanî (Sokrates) heye, dibêje: “Hûnera herî mezin ew e ku kesê bikare miletê xwe bîne ba hev û yekîtiya xwe çêbike!.” Li nav aramîyê de bijî, ew hûnermendê herî mezin e. Ev jî zanîn jêre divê.
Di pirtûkxaneyan de kovar û çavkaniyên cuda hene.
Her pirtûkek bi serê xwe mamosteyeke, her xwendina peleke nû, fêrbûna tiştekî cuda ye. Xwendin ne tenê çend salên çûyîna dibistanê û bidestxistina karnameyekê ye, lê xwendin û zanist bêdawiya mirov e.
Di dîrokê de pirtûkxane rolekî mezin leyistine, ji ber ku bi avakirina pirtûkxaneyan de, pirtûk hatine berhevkirin, li wir zanist hatiye komkirin, zanyariya nifşên berê ji bo nifşên nû hatine parastin. Dibistan û saziyên perwerdahiyê jî ji pirtûkxaneyan sûd wergirtine. Mirov bi riya perwerdê hînê dîrok, çand, hûner, bazirganî, sîyaset, zeneet, ehlaq civaknasî, xwezanasî fêrî gelekî tiştên nû dibin.
Lewra pêşiyên me gotine: “Marê kirasê xwe neguhere dimire.”
Belkî nifşê nû vê hêlêde pir bi şanstir in, ji nifşê me ên beriya 40 salan. Destxistina pirtûkan, an jî bi riya înterneta dijîtal, herkes dikare xwe pêşbixe û fêrî zanyariyê bibe.
Lê li gor çavkaniya min, xwendina pirtûkan û rojnemeyan tam û cêj û tesîrekê cûdatir li ser mirov dihêle.
Tişta mirov bi riya cumpûterê û înternetê bixwîne û ji pirtûkê bixwîne ne wek hev e.
Pirtûkxane ji bo zarok, xwendekar û mezinan girîng in. Zarok li wir xwendinê fêr dibin, xwendekar ji bo destxistina dersên xwe, lêkolîner jî li wir lêkolîn dikin. Pirtûkxane alîkariya mirovan dike ku fikra wan pêş bikeve. Her kes dikare bêpere here pirtûkxaneyê û pirtûk bixwîne. Ev jî li nav dewletan de şertê demoqrasî û mafê wekheviyê ye. Bi rêya pirtûkên li pirtûkxaneya dewletê, herkes heman awayî digihîje zanyariyê.
Dixwazim balê bikşînim li ser rewşa erdnîgarîya Rojhilata Navîn û ya Ewropîyan binirxîn im û qiyas bikim: (çima em li paş in û ew li pêş in?)
Deman mirov li dîrokê mêze dike, desthilatdarên zalim li deverên cuda pirtûk û pirtûkxane şewitandine, da ku gelên herêma wan nezan bimînin ku bikarin wan nezan bihêlin û di bin zexta xwe de wan bihêlin û xwîna wan bimijin.
Beriya zayînê, sala 213, împeratorê Çînê (Quin Shi Huang) pirtûkxaneya feylesûfên (Konfûçyûs) şewitand.
Sala 1258: Qralê Mongolan (Hûlagû) pirtûkxaneya Bexda şewitand, an jî pirtûk avêtin ava Dîcle. Dîroknas dibêjin bi rojan çemê Dîcle ji ber hibrê reş herikî.
Îdkenderê Meqedonî BZ: 331 Pirtûkxane ya Zerdeşt Hewlêr şewitand .
BZ: 48 Împeratorê Roma (Sezar) pirtûkxana bajarê Îskenderiyê şewitand.
Her wiha, di pirtûkxaneyan de carinan çalakiyên çandî û civakî têne lidarxistin.
Bi kurtî, pirtûkxane ne tenê cihên pirtûkan e, lê cihên fêrbûn, fikirandin û pêşketinê ne.
Ew ji bo civakê bi gelemperî pir giring e, ger li bajarekî pirtûkxaneyên bi pir zimanî hebin.
Ey Ciwanên kurd bixwînin
Bi çavên mejî bibînin
Li nav Meclisa Milletan
Mafê xweserî bistînin
Pêşeroja miletan bi ziman û li nav pelên pirtûkên wan veşartîne.






