Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li cîhanê nêzî 54 milyon zarok di karên xeternak de dixebitin

11/01/2026
in CîHAN
A A
Li cîhanê nêzî 54 milyon zarok di karên xeternak de dixebitin
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Karkirina zarokan li ser asta cîhanê gihiştiye asteke bilind a metirsîdar, li gorî UNICEF’ê di sala 2024’an de di cîhanê de nêzî 138 milyon zarok di nava karan de cih girtine û ji xwendin û mafên zaroktiyê bêpar mane, di nava wan de 54 milyon zarok di karên xeternak de dixebitin.

Agahiyên herî dawî nîşan didin ku ji sala 2020’an ve hejmara karkirina zarokan di cîhanê de, zêdetirî 20 milyon zarokî bû. Di heman demê de, zarok ji mafê xwe yê jiyanê bê parin û di karên nebaş de tên karkirin. Lê belê çi qas hewldan tên kirin ku karkirina zarokan ji holê rabe. Lê berovajî vê yekê heta niha cîhan negihiştiye armanca xwe û karkirina zarokan ji holê ne hatiye rakirin.

Li gorî rapora nû ya UNICEF’ê, bi sernavê Kedkariya Zarokan, ku tevî pêşketinên li ser asta cîhanê tên kirin. Lê belê heta niha bi milyonan zarok jî, ji mafên xwe yên fêrbûn, lîstin, fêxweşiyê û hwd… bêparin. Di heman demê de, li ser asta cîhanê di kêmkirina hejmara zarokên ku neçarî kar dikin de pêşketinek mezin hatiye bidestxistin. Lê belê, hejmareke mezin ji zarokan di bazar, kargeh, nava zeviyan de kar dikin û gelek zarok neçar dibin ku karên herî xeternak bikin.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Navneteweyî ya Kedê, Gilîbirt  F. Hongbo got ku encamên rapora wan hêviyê nîşan didin ku pêşveçûn mimkun e. Cihê herî guncaw û rast ji bo zarokan dibistanan e, lê ne bazar û cihê kar e. Di heman demê de, pêwîst e dê û bavên zarokan werin piştgirî û hêzkirin. Da ku zarokên xwe bidin xwendin û lêçûna şandina wan ji bo dibistanê bidin. Li şûna ku zarok were karkirin, da ku demara jiyana malbata xwe bike. Herwiha pêwîst e ku em di demeke nêz de çarseriyekê ji bo karkirina zarokan di cîhanê de bibînin. Da ku karkirina zarokanan di cîhanê de, jiholê were rakirin.

Li gorî raporên Amerîkaya Latîn her çend rêjeya karkirina zarokan di van çar salên dawî de neguheriye. Di heman demê de, hejimara giştî ya zarokên ku bandor bûne ji 8 milyonî daketiye 7 milyonan.

Sedema karkirina zarokan

Yek ji sedemên herî sereke yên karkirina zarokan, rewşa aborî ya xirab e. Ji ber vê yekê zarok neçar dimînin ku alîkariya mabata xwe bikin, nemaze ku qada perwerdeyê nayê kontrolkirin û qanûnên parastina mafên perwerdeyê yên zarokan neyên aktîvkirin.

Welatên ku zarok tê de tên karkirin

Li gelek dewletên cîhanê zarok tên karkirin û ji mafê xwe yên jiyanê yên bingehîn bê parin, mîna Afrîkaya Başûr, Sûdan, Misir, Urdin, Lubnan, Sûriyê, Îraq û hwd… Lê belê  Afrîkyaya Başûr ku herî zêde zarok lê tên karkirin û bi qasî ji sedê 87 ji zarokan li vî welatî tên karkirin. Ji ber ku li Afrîkyaya zêdebûna nifûsê, pevşûn, xizaniya zêde û hwd… heye. Ev yek dibe sedem ku zarok ji mafên xwe yên bingehîn bêpar bibîne û herin kar bikin.

Karkirina zarokan, perwerdehiya zarokan lawaz dike, sûdwergirtina ji maf û derfetên pêşerojê yên wan sînordar dike û wan dixe xetereya zirar ya laş û derûnî de. Di heman demê de ev yek di encama xizanî û nebûna gihîştina perwerdehiya bi kalîte de ye, malbatan neçar dibe ku zarokên xwe bişînin kar. Herwiha çerxên bêpariyê di nav nifşan de berdewam in.

Rêjeya karkirina zarokan ji sala 2000’an vir ve nîv kêm bûye, ji 246 milyon zarokan daketiye 138 milyonî. Lê belê, rêjeyên karkirina zarokan niha di cîhanê de zêde ye.

Hejimara karkirina kuran zêde tir e

Di nava cîhanê de, hejimara karkirina kuran ji ya keçan zêdetir e. Karkirina bi darê zorê ya zarokan dibe sedem ku peşeroja wan ne ronî be û di warê kesayetî û derûnî de kesên çalak û saxlem dernekevin.

Lê belê herî zêde zarokên ku bê dê û bav kar dikin, da ku debara jiyana xwe bikin. Herwiha ji ber ku ev zarok kesekî wan nîne ku lêçûna wan an jî debara jiyana wan bike.

Karkirina zarokan diyardeyeke xirab e

Karkirina zarokan diyardeyeke xirab e, ji ber ku hemû xewn û xeyalên wan têk dibe û wan dixe rewşeke wisa ku hest bi zarokatiya xwe nakin. Divê mafên bingehîn ên zarokan bên garantîkirin û tundî li wan neyê kirin. Her malbatek ku destûrê dide ku zarokê xwe biçe ser cadeyan kar bike, binpêkirina mafê wane. Mezinkirina zarokan li ser malbatan ferze. Pêwîst e malbat ji bo debara jiyana xwe bi xwe bixebitin. Di heman demê de, divê zarok di nava jîngehek aram de jiyan bikin. Ne ku wek em dibînin ku ew bi destdirêjî û destdirêjiya seksî xwe re rû bi rû ne. Erkê dê û bavane ku jiyanek baş û guncaw ji zarokên xwe re peyda bikin.

Ev sermeya zivistanê zarok li kolanan kar dikin

Sermaya dijwar a zivistanê, berf, baran û heta germa havînê jî nekariye zarokên li kolanan kar dikin rawestîne. Ew qurbanê şer û malbatên xwene. Li gel vê li ser cadeyan bi gelek cûrên tundiyê re rû bi rû ne. Ji bilî vê ev zarok ji ber ku hin caran xwarinên bermayî dixwin, sîstema wan a tenduristiyê xirabûye. Pêwîst e saziyên parastina mafên zarokan bi erkê xwe rabin û rê li ber karkirina zarokan bigirin. Di heman demê de, jî pêwîst e hikumeta her dewletekê tedbîrên yasayî bigrin û li gel malbatan ji bo rêgirîkirina karkirina zarokan, belgeya sozdayînê îmza bikin. Dema zarok ji dayîk dibe divê xwedî sîgorta be, da ku malbat zarok neçar neke ku ji bo bidestxistina pêdawîstiyan rojane biçe ser cadeya û ji mafê xwe yê jiyanê bê par be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.