Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrîş berdewamin û agirbest hat binpêkirin 

11/01/2026
in Serbest
A A
Êrîş berdewamin û agirbest hat binpêkirin 
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Di 10’ê Adara 2025’an de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriyê de hevpeymanek ji 8 bendan pêkdihat hat îmzekirin. Yek ji xalên vê peymanê agirbestê bû, lê heya roja me ya îro agirbest pêknehatî.

Di 10’ê Adarê de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta demkî a Sûriyê de peymanek ji 7 xalên sereke pêk tê ku di navbera  Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî û serokê hikumeta demkî a Sûriyê Ehmed Elşer’ de li Şamê hat îmze kirin. Ev hevpeyan bi armanca ku magê tevahî gelê Sûriyê were parastin, bi taybet mafê Kurdan were paran, agirbest li tevahî Sûriyê were îlankirin û hwd. Herwiha heya roja me ya îro ev peyman bi cihnehatine.

Hin ji bendan lihevkirinê ev in;

– Xala yekemîn ya peymanê li ser nûnertiya siyasî û beşdarbûnê ye. Li gorî vê divê hemû gelên Sûriyê di pêvajoya siyasî de werin temsîlkirin, cihê xwe di nava saziyên dewletê de bigirin û mafên wan bên misogerkirin. Lê li gorî vê xalê berpirsyariya herî zêde dikeve ser dewletê û desthilatê. Lê di hilbijartinan û amadekirina destûra bingehîn de jî, hate dîtin hêzên din yên Sûriyê li derve hatin hiştin û beşdarbûna wan hate astengkirin.

– Xala duyemîn ya peymanê naskirina mafên gelê Kurd e. Di vê mijarê de jî desthilata Şamê tu gav neavêt. Ti mafekî Kurdan nehate qebûlkirin. Newroz ku Cejna Neteweyî ya Kurdan e, 21’ê Adarê li Sûriyê weke rojeke fermî nehate qebûlkirin.

– Xala sêyemîn li ser tevahiya erdê Sûriyê pêkanîna agirbesê ye. Hêzên hikûmeta veguhêz qet li gorî vê xalê jî tevnegeriya. Komên çekdar ên desthilata Şamê li dijî Beravê, Siwêdayê û li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe bê navber dewam kirin.

– Xala çaremîn derbarê entegrasyonê de ye. Li gorî vê xalê divê hemû saziyên leşkerî û sivîl beşdarî rêveberiya dewletê bibin. Derbarê vê xalê de QSD’ê û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek caran daxuyanî dan, girîngiya vê mijarê û şêweyê pêkanîna wê nirxandin. Herwiha Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo beşdarbûna nava artêşê lîsteyeke navên 50 fermandarên xwe jî pêşkêş kir. Destnîşankirin ku ew ji entegrasyona demokratîk re amade ne. Lê desthilata Şamê tenê di çarçoveya leşkerî de nêzîkî vê mijarê bû, xalên din ên peymanê hatin paşguhkirin.

– Xala pêncemîn derbarê vegera bi ewle ya koçberan de ye. Li gorî vê yekê wê bi awayekî bi ewle vegera hemû koçber û penaberên Sûriyê ya li ser cih û warên wan ji hêla dewletê de pêk were. Lê desthilata Şamê li gorî vê jî ti gaveke neavêt, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Sûriyê jî tu helwest nîşan neda.

– Xala şeşemîn têkoşîna li dijî terorê ye. Lê di vê mijarê de heta niha tu gaveke şênber nehate dîtin. Berovajî wê çeteyên mîna DAIŞ’ê hê jî di nava artêşê de ne.

– Xala heftemîn derbarê redkirina cihêkarî û parçebûnê de ye. Desthilata Şamê ji roja destpêkê ve siyaseta parçekirina Sûriyê, cudakirina gel û pêkhateyên Sûriyê meşand. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç kir, rêyên di navbera Helebê, Reqa û Dêrazorê de girtin. Dîsa gotinên kîn û nefretê di nava gelên Sûriyê de bi pêşxistin.

Piştî îmzekirina peymanê çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyê 6 caran êrîş pêk anîn û piraniya wam êrîşan di roja yekem a îmzekirina peymanê de pêk anîn.

‘Binpêkirina hevpeymana 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê’

Li Taxa Şêxmeqsûd jî hêzên hikumeta demkî 3 bendên kontorlê yên nû li riya ketina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêkirin. Endamên van bendan welatiyan radiwestînin û tevgera wan asteng dikin. Hemwextî vê tevgera çakdaran herdû tax Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatin topbarankirin. Di 6 Cotmehê de gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê li hemberî dorpêçê bi sedan berê xwe dan satirên axî yên ku hikumeta demkî a Sûriyê ve hatine danîn û li hemberî girtina rêyan û dorpêçê xwepêşandan li dar xist. Li hemberî çalakiya gel, hêzên hikumetê jî bi gaza îsotê û panzêran êriş kirin, ji ber van êrişan gelek kes birîndar bûn.

Di 22’ê Kanûnê de ji aliyê hikumeta demkî ve êrîşeke giran bi ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hat. Bi çekên giran êrîşî herdu taxan dikir. Herwiha bi awayekî belav û dijmirovî mala sivîlan bombebaran dikir. Bi awayekî hovane û bi çekên giran Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bombebaran kirin. Di encama vê êrîşa hovane yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de jinek şehîd bû Fedwa Mihemed El Kurdî (57) salî a ji pêkhateya Ereb şehîd bû, 19 sivîl û du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn. Ev jî binpêkirina peymana 1’ê Nîsanê ji bo herdu taxan ne û di heman demê de binpêkirin ji peymana 10’ê Adarê ya agirbestê re ye. Herwiha heya roja me ya îro dorpêç li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê berdewame.

‘Êrîşên li ser Bendava Tişrînê didomin’

Di 9’ê mijdarê de komên girêdayî hikumeta demkî a Sûriyê girê Sîrya Tel û derdora Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran topbaran kir. Di 13’ê mijdarê de jî hêzên hikumeta demkî hewl dan bikevin gundewarê Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Careke din çekdarên girêdayî hikûmeta demkî a Sûriyeyê di 30 kanûna 2025’an de êrişî derdora Bendava Tişrînê kir. Hat ragihandin ku êriş bi dronên kamikaze hatiye kirin û di encamê de zerarên madî çêbûn. çekên giran derdora avahiya li Bendava Tişrînê topbaran kir û di encamê de 3 şervanên birîndar bûne. Bi rageşiyek xeternak û berdewama siyaseta tevliheviya ewlehî û aramiyê, komên Sultan Murad, Sutlan Silêman Şah/Emşat û Hemzat ên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta Şamê, bi 2 dronên xwekuj êrîşî avahiya derdora Bendava Tişrînê kirin. Careke din komên girêdayî hikumeta demkî a Sûriyê heman koman Girê Seyriatelê yê li derdora Bendava Tişrînê bi 2 dronên xwekuj hedef girtin, lê tu birîndarî çênebûn.

Dêr hafir

25’ê kanûnê de Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, komên hikumeta demkî a Sûriyeyê bi dronekê êrişî gundê Dure yê bajarê Dêr Hafirê yê kantona Tebqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Hat diyarkirin ku di encama êrişî de zarokek şehîd bû û kesek jî birîndar bû. Binpêkirinên hêzên hikumeta demkî a Sûriyê li derdora herêma Dêr Hafirê dewam dikin. Ji destpêka Tebaxê heta nîvê Cotmeha 2025’an, 8 kes ku 4 jê zarok in, şehîd bûne û 9 kes, 4 jê zarok, birîndar bûne. Di 2’yê Tebaxê de, komên çekdar ên hikumeta demkî careke din bajarê Dêr Hafirê topbaran kir. Di 11’ê Îlonê de, komên çekdar hewl da bi bikevin herêmê, lê QSD’ê ev hewldan têk bir. Di 20’ê Îlonê de gundê Um El Tîna hat topbarankirin, komên çekdar bi balafirên bêmirov malên sivîlan hedef girtin, di encamê de 8 sivîl, şehîd bûn û 4 kesên din jî birîndar bûn. Di 23’yê Îlonê de, hêzên hikumeta demkî bi 2 dronên xwekuj êrişek li ser cihekî QSD`ê yê li Dêr Hafirê pêk anî, piştre ketober gundê Zubayda topbaran kir, di encamê de 4 zarok birîndar bûn. Di 5’ê Cotmehê de, rêya Dêr Hafir û derdora wê bi dronên xwekuj hate bombebarankirin, di encamê de sivîlek birîndar bû. Di 10’ê Cotmehê de, komên girêdayî hikumeta demkî êrişên hewayî û topbaran li ser heman deverê pêk anî, di encamê de tu ziyan çênebû.Di heman rojê de QSD’ê ragihand ku çekdarên hikumeta demkî li Dêrazorê êrişî noqteyên wan ên li rojhilatê bajar kir. Di encamê de şervanekî QSD’ê şehîd bû  û 7 jî birîndar bûn.

Derbasbûna QSD’ê ji Şamî re

Di 4’ê Çileya 2026’an de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, Endamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo derbasî Şamê bûn. Piştî bi dawîkirina hevdîtinê raghandina QSD’ê diyar kirin ku ji bi pêkanîna 10’ê Adarê wê nîqaş û hevdîtin berdewambikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.