Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Çiraxên Hunera Kurdî

11/01/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji Çiraxên Hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Hunermend Hêvîn Efrînî

“Dengê Zeytûnê û Sirûda Çiyayên Kurmênc”

Hunermend û stranbêjên jin ên Kurd di dirêjahiya dîrokê de di parastina mîrata çandî û stranên gelêrî û berevaniya nasnameya netewî û zimanê Kurdî de roleke sereke lîstin, wan stranên kevneşopî,ji nifşekê ber bi nifşekê diguhestin,bi riya dawet û şahiyan , û  him bi riya şîn û behiyan, da ku ruhê strana kurdî ya akevneşopî di bîra gel de zindî bimîne.

Di nav van hunermendan de, Hêvîn Efrînî weke yek ji wan dengbêjên pêşeng ên Kurdî ku bi stran, awaz û dengê xwe yê xweş rastiya strana gelêrî û zimanê Kurdî parastiye derdikeve pêş , ew distirînê ji bo parastina nasnameyê , ji bo ku xewna xwe zindî bihêle afrîneriyê dike û di her awazekî de soza ku dê dengê kurdî zindî bimîne hildigire, heya ku jinek ji bo azadiyê distire.

Hunermendeka Kurd ji rihê axa Efrînê û bêhna çiyayên Kurmênc ji dayik bûye, ew çiyayên ku hê jî bêhna dîrokê û vedenga şaristaniyên kevnar di zinarên xwe de vedişêre , zinar û kelehên wan ruhê Med û Suberiyan hildigirin û ax û kevirên wan hîn jî mîrateya Mîtaniyan û Hûriyan lê diyar dibin.

Ji wê xaka ku hunermendên kurdên mezin lê hatîn jiyanê û bi dengên xwe yên xweş û zelal asmanê hunera kurdî ronahî kirine ,wek (Cemîl Horo, Elî Tico, Ednan Dilbirîn û Bavê Selah) , hunermenda kurd Hêvîn , ya ji şêniyên gundê bedew yê Efrînê “Elî Kero ”, ku girêdayî navçeya Bilbilê, ji dayîk û bavek kurd (Sadiq Kêlo û Fehîma Yûsif), di sala 1978’an de li bajarê Helebê – taxa  Cabriyê- li nav malbateke kurdperwer, neteweyî û xebatkar,  ku ji çar birayên û şeş xwişkan pêk tê, hatiye dinyayê , ku dêbavê wan ew li ser nirxên resen yên kurdayetiyê, hezkirina ji axê û dilsoziya bo welat, firşik kiribûn.

Wê zarokatiya xwe di hembêza çiyayên Kurmênc de, li gundê xwe yê rengîn, “Elî Kero”, di navbera deşt û geliyan de, mîna pirpirîkekî ku ji çiqilê zeytûnê ber bi kulîlka hinarê ve difiriya, derbas kir, wê ji biçûkatiya xwe de guh dida çîrokên dapîrên ku di şevên sar ên zivistanê de xêzên paşerojê  vedihûnandin û li çîvçîva çivîkan û pestînên pirpirîkan guhdarî dikir ,wê guh dida li dengê bayê ku di navbera darên zeytûnan re derbas dibû, ji wan fêrî zimanê dengbêjiyê û şehrezayiya axê bû û alfabeya semfoniya wê di canê wê de afirî.

Ew stranan dibêje ji bo gundên ku ji ber şer şewitîbûn û bîrkirinê nekarîbû wan vemirîne , ji bo dayikên ku ji sebrê  nan û ji êşê stranê çêdikin , ew ji bo Kurdistanê distirîne

çawa ku dayîkek ji bo zaroka xwe ya dûr û ji bo her çiqlê zeytûnê ku ji welatê xewn û evînê hatiye çinîn, ew distirîne ji bo ku welat di gotin , awaz û melodiyê de zindî bimîne,  û di navbera her stran û stranekê de, ew dareke din a zeytûnê li ser xaka hunera Kurdî diçîne , jiyanê dewlemend dike û  hêviyê diafirîne .

Meyla wê ya hunerî û hezkirina wê ya ji bo stran û muzîkê di temenekî biçûk de dest pê kir, di bin bandora mîrateya devkî û sirûdên jinan ên li zeviyan de, ji stranên cotkaran di demsala çinînê de, û ji jîngeha li derdora wê ji deşt, gelî û çiyayan, ku xwezayê ji biçûkatiya wê ve ew fêrî zimanê deng û awazê  kir.

Ew di bin bandora stranên şoreşgerî û niştimanperwerî yên hunermendên mezin ên Kurd de ma ,mîna ( Şivan Perwer, Aram Tîgran, Mihemed Şêxo, Eyşeşan, Ednan Dilbrîn û Bavê Selah) û hin dengên din ên hunermendên kurd .

Wê jêhatîbûna xwe ya hunerî ji xwezaya bedew a Efrînê, ji deştên wê yên keskîn, ji bermahiyên wê yên dîrokî û kelehên wê yên kevnar, ku ruhê wê deverê bi dilê wê yê ciwan re hevsengiyek çêdike wergirt, lewra xweza bû neynika deng û xeyala wê ya muzîkî,  wê pêlpêlûkên dengê xwe ji xumxuma sulavên Gemrûkê, xuşîna çemê Efrînê û robarên wê wergirt, ku di her dilopeka avê de,û di her hilma bayê de awazek didît ku di giyanê wê de vedenga îlhamê çêdike .

Di destpêka rêwîtiya xwe ya hunerî de, ku temenê wê ne zêdeyî deh salî bû, tevlî beşa lîstikvaniya şanoyê dibe û li wir ruhê yekem ê afirîneriyê di xwe de dibîne û fêrî zimanê pêrabûn û hesta şanoyê dibe.

Di sêzdeh saliya xwe de tevlî koma Zozan a Helebê bû, ku yekemîn menbera wê bû ku ezmûna hunera tevayî bi karbîne û dengbêjî û stranbêjiyê pêş bixe. Ew çar salan tê de ma, di gel vejînkirina  şahiyên neteweyî, cejnên Newrozê û helkeftên partiyê , bi hebûna xwe ya pêbawer û hewesa  xwe ya rastîn şanoyê ronî dike.

Di wan salan de bawernameya  dibistana amedeyî wergirt û di temenekî biçûk de zewicî, erkên wê zêde bûn, dema ku bû dayîka çar zarokan , lewma demekê ji huner û stranbêjiyê dûr ket û jiyana xwe ya malbatî saz kir û dema xwe ji bo xwedîkirina zarokên xwe terxan kir.

Piştî deh salan,Hêvîn  biryar da ku carek din vegere ser rêya hunerê, bi hêz û biryardarî, da ku rêwîtiya afirîneriya ku demekî rawestiya bû bidomîne, lê rojekê guriya agirê hunerê ku di dilê wê de pêketî bû ne hate vemirandin.

Malbata wê  piştevaniya herî mezin da wê di xebata wê ya hunerî de ,ew bi bawer bûn bi deng û xewna wê û ew teşwîq kirin ku bi bawerî li ser riya afirîneriyê bimeşe.

Di sala 2013’an de bi çavên tijî rondik û bi dilekî xemgîn bi êş û bi keder ji bajarê xwe Efrînê derket û tevî malbata xwe ber bi herêma Kurdistanê ve çû, li wir, wê weke hunermendeke serbixwe dest bi qonaxeke nû ya hunera xwe kir, hesreta welatê ku jê derketî û dengê çiyayên ku ji dûr ve gazî wê dikirin, di dengê xwe de hilgirtibûn.

Di sala 2014an de, li ser vexwendina rêveberê Peymangeha Çandî ya Huner “Mezher Xaleqî” li bajarê Silêmaniyê, arşîva wê ya hunerî hate tomarkirin, ku tê de komek stranên gelêrî yên resen ên Efrînê dihewand , ku beşek ji bîranîna mûzîk ya Efrînê diparazin.

Ew her wiha di dirêjahiya du salên li pey hev de di bibîranîna cejnên Newrozê û helkeftên taybet de beşdar bû, da ku bidengê xwe germahiya mîras û ronahiya nasnameyê  vegerîne.

Piştî mayîna wê di sala 2015’an de li Stenbolê , û çar mehan di sala 2016’an  wek penaber li kampên Yûnanistanê, hat hilbijartin ku wek hunermendek di konserêk muzîkî de li salona Opera ya Salonîkayê beşdar bibe, bi amadebûna Balyozê Niyazpak û nûnerên rêxistinên navdewletî, ku dengê wê bi êşa sirgûnê û hesreta çiyayên Kurdan bilind bû.

Di sala 2017’an de berê xwe da Ewropayê û li Elmanyayê bi cih bû, ji bo ku ji wir bi israr û biryardarî rêwîtiya xwe ya hunerî bidomîne, di çenteyê dengê xwe de, bîranîna welatê xwe, êşa sirgûnê û hêviya vegerê ya ku di dilê wê de venamire, hilgirtibû.

Hêvîn di heyama xebata xwe ya hunerî de berhemên curbecur pêşkêş kir ku pirtûkxaneya hunerî û çandî ya Kurdî dewlemend kir, û şopeke xwe ya zelal li ser wijdana gelê Kurd li hundir û derveyî Kurdistanê hişt , wê panzdeh albûm weşand ji stranên folklorî û kevneşopî ya  Efrînê , her weha panzdeh stranên taybet bi xwe  jî weşand , ku bi wê nasnameya xwe ya hunerî û girêdana xwe ya kûr a bi ax, bîr û kesayetiya Kurd re tîne ziman.

Ji stranên wê yên herî navdar:

1- Efrîna min.

2- Şehîd.

3- Şêrîn Dayê.

4- Yarê.

5- Emrê Bişewat .

6- Deriya Çavê Tê:

straneke hevbeşe di navbera Hêvîn û Osman Can de).

7- Penaberim.

Wê her weha hejmarek vîdyoklîp pêşkêş kirin ku dengvedanek berfireh dan mîna:

1- Berîvan.

2- Buhara Dilan.

3- Newroz Newroz.

4- Rîhana Diçînim.

5- Rihana Şehîda.

6- Evîn.

Çawa ku ji bo evînê distirîne, ji bo welat jî stran digot, wê dengê xwe bi nifşên evîndar, xeyalperest û berxwedêran re hevrêtî kiriye ,bûye sembola jintiya stranbêjiyê û dengekî dilpak ji dengên Kurdistanê. Em di hebûna wê ya hunerî de aramiya çiyê, serhişkiya axê û germahiya dayika kurd a ku şikestinê nasnake , dibînin.

Dengê wê ne tenê stranbêjî ye,lê belgeya jiyan û bîranînê ye, dîrok diparêze û di heman demê de hêviyê nû dike.

Di dengê wê de evîndar û tekoşger، dayik û şerker، xewn û sirgûn hev hembêz dikin ,wê ji bo jiyanê stran digot, wê dizanî  ku ew ji nav wêraniyan stranan dibêje , distirîne da ku hêvî zindî bimîne di dilê kesên ku tevî êşan jî baweriya xwe bi azadiyê winda nekirin .

Di gelek berhemên xwe de، mijarên koçberiyê، dûrbûna welatê û  hesret û bêrîkirinê tîne ziman ، û stranê wek pirekî di navbera sirgûn û welat depêşkêş dike.

Wê bawer dikir ku huner dikare bibe welatekî din dema ku welatek rastî tê bindestkirin، û deng dema ku bi rastî bilind bibe،ji çekan bihêztir dibe.

Sirgûniyê nekarî agirê Hêvîn yê hunerî û stranbêjiyê vemirîne û  dûrbûnê jî nekarî wê ji evîna yekemîn dûr bike lê îradeya wê ya bi israrbûnê zêdetir kir di berdewamîya pêşkêşkirina bedewtirîn deng û hestê herî xweş yên li cem wê heyî de.

Hesreta di dilê wê de veguherî enerjiyek afirînerî, lewra her strana ku wê digot, mîna vegereke sembolîk a li Efrînê, li ax, zeytûn û hewaya wê bû.

Li pinaberiyê hebûna xwe ya hunerî ya bihêz berdewam kir, li gelek bajarên Ewropayê beşdarî bi dehan festîvalên stranbêjiyê, şahiyên netewî û cejnên Newrozê bû, her cihê ku di çûyê bi dengê xwe bîhna Efrînê lê belav dikir, hemû seyirvanên wê di wê de wêneyê Efrînê bi xwe dîtin: jineke bedew، bilind، birîndar، lê serî netewîne.

Hêvîn bi riya hunera xwe bûye semboleke çandî ya ku nasnameya bajarê ku lê jidayik bûye û dengekî hunerî yê ku derbirîna ruhê kûr ê Kurdistanê ku tevî birînan hîna jî stranan dibêje, bandora wê gihişte nifşên hunermendên jin ên ciwan ên ku di ezmûna wê de nimûneyeke serbilindiyê bo xwe dîtin, ji ber ku wê di navbera afirîneriya hunerî û helwesta mirovî, û di navbera bedewî û prensîb de, hevrêzîyek çêkir.

Di sala 2024’an de navê wê di pirtûka “Muzîkjenên Kurd li Almanyayê” de li gel deh hunermendên Kurd ên li koçberiyê ku ji aliyê lêkolîner Rosa Campion û hunermenda Kurd Şîda Qewamî ve hatiye amadekirin, cih girt û li zanîngeha Kölnê hatin xelata kirin, bo beşdarbûna wan di belgehkirina tecrûbeya hunerî ya jinên kurd de.

Hunermend, Hêvîn, keça dara zeytûnê û sirûda çiyan, hê jî ezmanê strana kurdî ronî dike bi dengekî ku bêhna axê û rastiya nasnameyê hildigire, ew awazan vedihûne wekî ku çîrokên kevnar dirêse , bi zimanê ku jê hez dikir stranan dibêje da ku di dil û bîranînan de zindî bihêle.

Bi vî awayî Hêvîn Efrîn di bilindahiya afirîneriya xwe de dimîne û hunera xwe dike bin xizmeta mirov û welatê xwe de û strana Kurdî ber bi bilindahiyên nû yên bedewî, hişyarî û mandariyê ve dibe.

Hunermenda Kurd Hêvîn Efrîn hunera xwe dike bin xizmeta welatê xwe de û dengê zeytûnê û sirûda Çiyayê Kurmênc

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.