Hemza Sêvo
Rûspiyên Êla Sada û Eşîreya Elbûşêx diyar kirin ku civatên ji bo kîndarî û şerê mezhebî nayên qebûlkirin, kesên van civîna li dar dixin nûnertiya xwe tenê dikin û gotin, “Hikumeta demkî ji bo lawaziya xwe ya siyasî û aborî veşêre gavan ji bo bidawîkirina tevlîheviyan naavêje”
Di nav tevliheviyên qada siyasî de ku Sûriyê tê de dijî, bi navê eşîreyên Erebî çend kes bi navê eşîreyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kombena Eşrîreyên Cizîrê di 4’ê Çileyê de li Dêrazorê hate lidarxistin. Di wê civatê de kesayetên ku dixwestin li dijî Hêzên Sûriyaya Demokratîk şer derxin û pêkhateya Ereb gur bikin li hemberî QSd’ê. Derbarê heman mijarê Şêxê Eşîreya Elbûşêx Fayiz Elcedian û nûnerê Êla Sada Fehed Elşêxanî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rojnameya me re axivîn.
‘Nûnertiya xwe tenê dikin’

Fayiz Elcedian diyar kir ku kesên ku bi navê eşîreyan civatan ji bo fitneyê dikin, nûnertiya xwe tenê dikin û wiha got: “Wekî tê zanîn beriya çend rojan civatek li Dêrazorê di bin navê eşîre û lên Ereban hat lidarxistin. Bi van civatên ku tên ldarxistin hin kesayetin hene dixwazin bi navê civaka Erebî li Sûriyê biaxivin û tevbigerin. Lê ev kesên wiha tenê nûnertiya kesayeta xwe dikin, ew nûnertiya civaka Erebî nakin. Eşîreyên Ereban û helwesta wan li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar in, yên li ser rûyê erdê tevdigerin û yên xwedî rol tên dîtin. Kesên wiha ku tu kes alîgiriya wan nake, civatan ji bo pêkanîna fitneyan bi rê ve dibin. Eşîreyên Ereban van kesan ji xwe re weke nûner nabîne, ji ber ku armanca wan derxistina tevlîheviyê ye. Ew ji bo berjewendiyên hêzên derveyî Sûriyê tên bikaranîn. Hêzên ku destwerdanê di pirsa Sûriyê de dikin, dixwazin Sûriyê wêran bikin, ev yek jî dikeve bin xizmeta wan de.”
‘Divê zext li hikumeta demkî pêkwere ji bo pêkanîna peymanan’
Şêxê eşîreya Elbûşêx Fayiz Elcedian da tekez kir ku divê zext li hikumeta demkî were kirin ji bo pêkanîna peymana 10’ê Adarê û wiha bi dawî kir: “Hikumeta demkî di nava tevlîheviyê de dijî, ne xwedî biryareke serbixwe ye. Ew li dijî kesayetên ku tevlîheviyê dikin ranaweste. Heta ku hewldanên fitneyê bên rawestandin pêwîst e hin gav bên avêtin. Di serî de divê hevgirtin di nav gelan de û cebheya hundirîn xurt bibe, di heman demê de pêwîst e panêl û civîn bi beşdariya hemû şêxên eşîreyan ên xwedî bandor li eşîre û êlên xwe were lidarxistin. Em weke şêxên eşîre û êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû geşedanên ku hatine qewimandin amade bûn. Roleke me ya aktîf hebû, dema heyî di hemû civîn, hevpeyvîn û çalakiyan de piştgirê didin peymanên hikumeta demkî û Rêveberiya Xweser. Ev peyman mafê hemû pêkhateyên Sûriyê diparêze. Heta ku ev Peymana 10’ê Adarê bi cih were divê hikumeta demkî bikeve bin zextê. Ji bo pêkanîna vê peymanê pêwîst e li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş, mîtîng û hemû cûreyên çalakiyan bên lidarxistin.”
‘Civatên ji bo derxistina şerê mezhebî nayên qebûlkirin’

Fehed Elşêxanî anî ziman ku civinên ji bo derxistina şerê mezhebî tu carî nayê qebûlkirin û wiha axivî: “Rewşa rêxistinî ya hemû pêkhate û beşên civakê tiştekî erênî ye. Wek Rêveberiya Xweser, em pêşengiyê ji civînên dikin ku di xizmeta yekbûna welat û civakê de bin. Ji bo naskirina nêrînên cûda li ser mijarên cûda û xebata hevbeş civata gelên Sûriyê tiştekî baş e. Lê belê, eger armanca wan civînan gurkirin, kîndarî û destpêkirina şerê mezhebî be, wê neyên qebûlkirin. Ji ber wê gelek encamên neyînî bi xwe re bîne û di dawiyê de wê di navbera pêkhateyên Sûriyê de pevçûn çêbibe û her kes vê yekê red dike.”
‘Hikumeta demkî ne cidî ye ji bo lihevkirin û aştiyê’
Elşêxanî destnîşan kir ku hikumeta demkî ne cidî nêzî peymanên ji bo lihevkirin û aştiyê dibe û wiha domand: “Parêzgeha Dêrazorê ji ber giraniya demografîk komên hebûna eşîreyan, rêyên stratejîk û çavkaniyên jêrînxaneyê yên cûrbecûr ên wê, bi taybetî hebûna petrolê, di rojevên tevgerên radîkal ên di nav hikumeta demkî ya Sûriyê de ye. Ev tevger ji hêla dewleta Tirk ve tê rêvebirin û ji bo Tirkiyê xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber vê yekê, şer û sorkirin li wir ji bo hikumeta demkî û rejîma Tirkiyeyê pir girîng e. Civînên bi vî rengî di dema ku nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk û hikûmeta demkî li hev dicivin de ji bo gotûbêjkirina awayên pêkanîna mercên peymana 10’ê Adarê, hin tiştan dide tekezkirin. Yek ji van tiştan ew e ku hikumeta demkî ya Sûriyê ne cidî ye ku bigihîje çareseriyên aştiyane yên berfireh ji bo pirsgirêkên cûrbecûr. Herwiha dide tekezkirin ku nakokî di nav hikumeta demkî de heye û du alî di nav de heye, yek ji wan li çareseriyan digere û ya din jî şer dixwaze. Di heman demê de ev yek misoger dike ku Şam bi ejandeyên derve bi taybet dewleta Tirk ve girêdayî ye, ev ejinde nahêlin ku lihevkirin di navbera hikumeta demkî û QSD’ê de bi çi awayî be çêbibe.”
‘Hikumeta demkî da ku lawaziya aborî û siyasî veşêre, tevlîheviyê derdixe’
Nûnerê Êla Sada Fehed Elşêxanî diyar kir ku hikumeta demkî ji bo lawaziya xwe ya siyasî û aborî veşêre gavan ji bo bidawîkirina tevlîheviyan naavêje û wiha qedand: “Wekî ku me berê jî diyar kir, di nav hikumeta demkî ya Sûriyê de, du aliyên nakok hene, yek li çareseriyên aştiyane digere û ya din jî li gorî daxwazên dewleta Tirk digere. Ji ber vê yekê, gurkirina nakokî û gotinên nefretê di navbera pêkhate û gelan de dibe amûra herî bihêz ji bo bidestxistina armancên dewleta Tirk. Hikumeta demkî nikare çareseriyan ji bo pirsgirêkên siyasî, aborî û îdarî bibîne, ev yek dihêle ku rêbazên wekî gurkirina agirê fitne û kîndariyê hilbijêre da ku raya giştî bi şeran ve mijûl bike. Ji ber vê mijarê em tu gavên hikumetê nabînin ji bo bidawîkirina xîtaba kîn û nefretê yên ku li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û civaka Kurd pêktên.”






