Rojnamevan Role Mihemed
Li Îranê û Rojhilatê Kurdisatanê ji 28’ê kanûna 2025’an heya roja îro Xwepêşandan li dijî dewleta Îranê didomin. Di dîrokê de gelek caran Kurdên Rojhilatê Kurdistanê serhildan li darxistine. Li dijî darvekirin, rewşa aborî û siyaseta Îranê xwepêşandan didomin. Em rewşa serhildanên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ta niha vê kêliyê çi diqewime binasin.
Li Rojhilatê Kurdistanê dîsa Serhildanên Kurdan li dijî dewleta Îranê vejîn dibin. Di 28’ê kanûna 2025’an de xwepêşandan li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî krîza aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî dest pê kirin, dewam dikin. Tevî ku dewlata Îranê bi şêwazek tund bi ser xwepêşandaran ve diçe jî lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibe. Li dijî dewleta Îslamî ya Îranê ne tenê Kurd rabûne, hemû pêkhate li dijî vê desthilatê ne. Di dîrokê de li Rojhilatê Kurdistanê gelek serhildanên Kurdan lidarketine.
Hemû serhildanên Kurdan ji bo azadiya Kurdistanê ne
Weke Simkoyê şikakî, Komara Mihabad û ya herî dawî Serhildana Jîna Emînî. Em ê bal bikşînin ser serhildanên Kurdên Rojhilat û berxwedana wan. Serhildana Simkoyê Şikakî di navbera 1918–1922’an de dest pê kir, û paşê jî di sala 1926’an de serhildanên din li dijî hêzên Îranê kir. Ew ji bo azadiya Kurdistanê şer kir, lê di sala 1930’î de Simko Şikakî ku ji Ûrmiyê bû, ji hêla hukûmeta Pahlewiyan ve hate kuştin. Her wiha di sala 1946’an de, di li bajarê Mahabad (Rojhilata Kurdistanê li Îranê) de serhildan dest pê kir. Ev Serhildan bi pêşengtiya Qazî Mihemed Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Îran), serokê Komara Kurdistanê hate dest pê kirin. Qazî Mihemed û hevalên wî hatin darvekirin.
Qazî Mihemed: Kurdistanê her welateke nabe çar
Komara Kurdistanê ango Mihabadê 11 mehan domand. Komara Mahabad bû nimûneya yekem di dîroka Kurdan de. Her çend ku bi dawî bû jî, lê ji bo Kurdan heta niha wekî nimûneya berxwedan û azadiyê ye. Ev tecrûbe û berxwdana Komara Mihabetê di kurdan de bi gotina Qazî Mihemed 2+2=1 û nabe çar rihê yekîtiya netewî avakir. Kurdisatan her welateke nabe çar. Ev silogan rê li ber yekîtiya Kurdî vekir li çar aliyên Kurdisatanê.
Serhildana Jîna Emînî rê li ber Şoreşa Jin vekir
Li aliyekî din jî di sala 2022’an de Serhildana Jîna Emînî (Mahsa Amini) dest pê kir. Keça Ciwan a Kurd ku bi navê Jîna Emînî tê nasî ji aliyê polîsên Îranê ve hate qetilkirin. Lê qetilkirina Jîna serhildaneke mezin li Îran û Rojhilata Kurdistanê vekir, bi dirûşima“Jin, Jiyan, Azadî” hate nasîn. Ev serhildan sînorên Kurdistanê derbas kir û ji bo tevahî jinan bû mînak. Serhildana Jin Jiyan Azadî ku li Rojhilat dest pê kir, şoreşeke jinan li dar xist. Hemû serhildanên Kurdan ji bo azadiya Kurdistanê rabûne.
Rihê berxwedanê careke din vejîn dibe
Em balbikişînin ser rewşa niha ya Îranê û Rojhilatê Kurdistanê. Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, serhildanên Kurdan bi taybetî ji bo mafên mirovan, zextên aborî û siyasî berdewam in. Di çend salên dawî de, bi deh hezaran kes li bajaran wekî Sine, Kirmaşan, Îlam û Hemedanê xwepêşan hene. Niha jî Xwepêşandan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 10’emîn de didomin. Lê ew rihê ku di sala 1946’an de li Mihabatê vejînbibû îro careke din li Mihabad û Kirmanşah bilind dibe. Dilê her Kurdekî niha bi Kurdên Rojhilatê Kurdistanê re lêdide.






