Ronahî Sadûn/Qamişlo
Hikumeta demkî ya Sûriyê ya Sûriyê ku niha li ser erşê desthilatdariyê xwe weke sultan an jî berpirsê Sûriyê dibîne, ji hêzên derve re mîna koleyekî dixebite, lê ji bo gelên Sûriyê çavsoriyê dike û kiryarên herî xerab ji dema hatina xwe û heya niha dide meşandin.
Em her car vê dibêjin ku di 8’ê Kanûna 2024’an de Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû, lê ya rast em bêjin Sûriyê di 8’ê Kanûnê de domandina qonaxên berê bi kesayeteke din li ser desthilatdariyê dest pê kir. Ji salên şoreşa Sûriyê û heya niha aloziya Sûriyê bi tu awayî çareser nebûye, ne jî desthilatdarên Sûriyê hewldana çareseriya wê dikin an jî dixwazin. Sûriyê bi gelek rûyan re rasterast hat, her rûyek ji rûyê din reştir û bêbextir in. Dema em vê dibêjin, em ne ji valahiyekê dibêjin, ji ber van rûreşan êş, azar û derdên gelên Sûriyê zêdetir kirin, li şûna kêm bikin.!
Ji berê de hêvî di hikumeta demkî ya Sûriyê de tune ye
Sûriyê war û dewlemenda pêkhateyan e, lê derdê yekrengiyê di nava desthialtdariyê dikşîne. Çi kesên ku xwe kirine berpirsên Sûriyê zihniyeteke qirêj a mejiyên xwe li ser Sûriyê dane meşandin. Ev zêdetirî salekê ye ku hikumeteke nû ya demkî hatiye Şamê cih girtiye, lê wê qet ji bo gelên Sûriyê guhertin pêk neaniye. Di bingeh de hêvî di vê hikumetê de tuneye, ji ber her kes jiyana wê ya berê dizane ku ew kî ne? Ji ber kesên weke wan dîroka wan ne veşartiye ne tenê li ser Sûriyê, lê li ser hemû cîhanê jî diyare. Lê piştî ku wê xwe bi eşkere ji gelê Sûriyê re da diyarkirin, hîn bêtir hat naskirin ku wê ji bo Sûriyê nebe û nabe jî.
Guhertina hikumeta demkî ya Sûriyê bi xwe re anî, pêşxistina şer bû
Bi hatina hikumeta demkî ya Sûriyê re rewş hîn bêtir veguherî aloziyê, êriş û komkujî pêş jî ketin. Siyaseta kîndarî û nijadperestiyê di asteke bilind de pêk tê, ev guhertin û veguhertina ku hikumeta demkî ya Sûriyê bi xwe re anî. Destpêkê li Şehbayê, gelên koçber ên Efrînê ku li Şehbayê jiyan dikir û nişticihên Şehbayê bi xwe jî, bi derbasbûna hikumeta demkî ya Sûriyê re, dîsa li ser rêya koçberiyê ketin. Ew jî ji ber çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine perwerdekirin û di nava hikumeta demkî ya Sûriyê de ne di 1’ê Kanûna 2024’an de berê xwe da Şehbayê û êriş li ser pêk anî, di 3’ê Kanûnê de ew derbasî Şehbayê bûn, di encamê de gelê li wir bi zorê Koçber kirin. Pê re jî dema hikumet gihaşt Şamê û li wir bicih bû, komkujî hat destpêkirin. Komkujiyên ku hatin kirin jî di bin hincetên paqijkirina ji bermahiyên rejîmê bû, destpêkê li Berava Sûriyê di navbera 6 û 8’ê Adara 2025’an de ku heya niha jî bi berdewamî ev yek tê kirin, di encamê de gelek sivîlên bê guneh hatin kuştin û pranî jî koçber bûn. Piştre di Tîrmeha 2025’an de li Siwêdayê heman şêwazê li Beravê hatibû meşandin, pêk hat. Kiryar û komkujî li van deveran bidawî nebû, lê li kêleka van jî li tevahiya Sûriyê li ser cihên pîroz êriş û teqîn hatin kirin, xwendekar, jin, zarok û karker hatin kuştin, revandin û destdirêjî pêş ket. Di heman demê dorpêçeke giran li ser taxên Kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vê hikumetê pêk anî. Niha jî li ser heman taxên Kurdan êrişên hovane pêk tîne, li kêlek wê ev êriş li Dêr Hafir, Dêra Zorê û Bendava Tişrînê bi rawestandin têne kirin. Ev rewş dibe sedema ku Sûriye ne ji bo her kesî be, lê ji bo kesên di bin desthilatdariya wan de bimînin.
Li Şûna aramiyê metirsî li Sûriyê zêde bûye
Hikumeta demkî ya Sûriyê li ser hisabê xwîna gelên Sûriyê, berjewendiyên xwe bi hêz û dewletên derve re xurt dike. Ger em bala xwe bidinê gelo hikumeta demkî ya Sûriyê ji bo Sûriyê çi pêşketin bi xwe re anî, wê demê em ê rewşa heye nas bikin çawa birêve diçe. Hikumeta demkî ya Sûriyê ji derveyî zihniyeta berdewam a Baasê, zagon û destûrên ne di berjewendiyên Sûriyan de, nivîsand. Di nava vê hikumetê de bi sedan komên çeteyên cuda cuda ku di bin destê dewleta Tirk de hatine perwerdekirin, cih digirin, praniya wan jî ne Sûrî ne. Despilîn û sîstemeke ku van çeteyan birêve bibe tuneye, bi serê xwe her tiştî li hemberî “Gelên Sûriyê” didin meşanin. Birîn û metirsiya gelên Sûriyê zêdetir bûye, êş kurtir bûye, ev yek jî li şûna ku armanî, wekhevî û yekîtî pêk were, tê kirin.
Berê masê hat guhertin ji terorê bûn berpirsên dewletê
Kesên ku di nava hikumeta demkî ya Sûriyê de ne, di bingehê xwe teror bû û bi sedan sûc li hemberî gelên Sûriyê kirin. Lê dewletên ku bi xwe dixwestin wê ceza bikin, berê masê guhertin û wan kirin “Şerîfên Sûriyê û ji lîsteya teroroê rakirin”! wekî ku qaşo digotin Sûriyê rizgar kirin û wê ji nû ve bi rengê tê xwestin ava bikin. Ev yek jî di asta berjewendiyên navnetewî de hat kirin, di hizira wan de “lîstokên li pişt perdê veşarî dimînin” lê rastiya heyî gelên Sûriyê di jiyana xwe de dîtin û jiyan kirin bi wê.
Hikumeta demkî peymanên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê têk bir!
Hikumeta demkî hewldanên razîkrina dewletên derve ji bo hiştina ser erşê desthiladariyê heta asta ku xwe bikin kole jî, dike. Heta em bêjin niha tenê nav hikumeta demkî li ser desthilatdariyê ye, lê ya rast dewleta Tirk, Sûriyê birêve dibe, ji ber her tişt bi erêkirin Tirkiyê ye, ji derveyî wê tu tişt nikare pêk bê û bikeve rojevê de. Mînaka wê di 10’ê Adara 2025’an de di navbera hikumeta demkî û hêzên QSD’ê peymaneke ji 8 salan ku her xalek xwedî girîngiyeke gelekî mezin e, ji bo Sûriyê hat îmzekirin, lê destê Tirkiyê nahêle ev peyman bikeve pratîkê de. Di heman demê de di çarçoveya vê peymanê de, peymana 1’ê Nîsanê ya ji bo herdu taxên ku niha şer lê tê kirin hat îmzekirin, ev peyman bi dehê car hat binpêkirin, niha jî ev êrişên berdewam peyman têk bir. Dîsa jî zextên Tirkiyê berpirsê herî sereke yên van êrişan bû.
‘Em li Bendava Tişrînê bi ser ketin, em ê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî tekez biser bikevin’
Ji 6’ê Çileyê ve çeteyên girêdayî hikumeta demkî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin perwerdekirin, êrişeke hovan bi ser taxên Şêxmeqsûd û Efrefiyê de birin, bi dewamkirina van êrişan re wêraniyeke mezin a van taxan hat kirin. Di heman demê bi dehan welatî şehîd bûn û ji ber dewamiya şer hîn jî şehadet derdikevin. Herwiha nexweşxaneyên ku ji bo sivîlên birîndar tedawî bike, hat hedevgiritin, bijîşk û alîkarê bijîşkan hatin armancgirtin. Rêyên mirovî li pêşiya rewşê hatiye girtin. Ev çete di bin navê hikumeta demkî ya Sûriyê de dixebitin, bi destê Tirkiyê hatine perwerdekirin û bi eyîn şêwazê çeteyên DAIŞ’ê tev digerin. Ev yek niha di êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bi belge tê xuyakirin ku li ser destê wan di bin ala Sûriyê ya nû de, ala DAIŞ’ê heye. Lê gelên van taxan û hêzên Ewlekariya Hundirîn berxwedaneke bêhempa li hemberî van çeteyan didin meşandin û heya niha tevî çekên giran ji aliyê çeteyan ve tê bikaranîn, wan nikarîbûn gavekê bi pêş de bavêjin û derbasî taxan bibin. Lewra ji bo piştgiriya berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, seferberî ji aliyê meclisa van taxan ve hat ragihandin, li ser vê bingehê jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dane Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û dibêjin “Em li Bendava Tişrînê bi ser ketin, em ê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî tekez biser bikevin.”
Lê tiştê ku mirov hêrs dike ew e ku ji kêliya destpêkê ya şer û heya niha bêdengiya hêzên navdewletî heye, wekî ku ew rewabûnê didin van çeteyan di berdewamkirina kuştina sivîlan de. Ev êrişên hovan ên li ser gel tê meşandin careke din rûyê tarî û hişmediya qirker a hikumeta demkî ya Sûriyê êşkere dike.
Sûriyê bûye cihê bazarê
Herwiha tewambarkirina hikumeta demkî ku Kurd hevlbendên Îsraîlê ne, lê di encamê de hat xuyakirin ku hevalbendên wê ne, kî Colan firot û wê ji nexşeya Sûriyê ya nû derxist û niha dixwaze gelek deverên Sûriyê bifroşe. Heger Sûriyê bi vê zihniyetê hat berdewankirin, dewletek bi navê Sûriyê ji holê tê rakirin, wê her der bê firotin. Sûriyê bûye cihê bazara hêzên xwecihî û dewletên navneteweyî. Ev destkeftiya ku Ehmed El-Şara û çeteyên xwe ji bo gelên Sûriyê bidest dixe.






