Ronaz Silêman/Qamişlo
Endamê Desteya Rêveber a Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Kurdiyar Dirêî diyar kir ku Tirkiyê siyaseteke pir xerab di hundirê Sûriyê de da meşandin û hîna jî ev siyaset berdewam e, lewra heta destê Tirkiyê di Sûriyê de hebe, çareseriya Sûriyê zehmet e.
Derbarê gefxwarina dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê, endamê Desteya Rêveber a Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Kurdiyar Dirêî bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Dewleta Tirk her dem Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser xwe weke gef dihesibîne, lê di rastiyê de ew bi xwe gefan li ser herêmê dixwe, hûn vê siyaseta dewleta Tirk çawa dinirxînin?
Nerîna Tirkiyê ya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke gefeke mezin li ser xwe dibîne, ew girêdayî avabûna Komara Tirkiyê bi xwe ye. Tirkiyê di 1923’an de piştî Peymana Lozanê weke dewleteke çêkirî, hat avakirin. Zihniyet, stratîjî û siyaseta da meşandin, ew bû ku dewleta Osmanî ji ber gelek netew, pêkhate, ol û mezheb di nav de jiyan dikirin, hat hilweşandin. Lewra ji bo Komareke Tirkiyê ya xurû ava bike ku neyê ber hilweşînê mîna dewleta Osamanî, pêwîst e pêkhate û gelên di nava sînorê Tirkiya çêkirî de, qir bike û her cûre siyast bide meşandin ku xwe ji doza Kurdî rizgar bike. Ji ber wê serkeftina gelê Kurd weke tunekirina Komara Tirkiyê, hisab dikir. Ji wê demê û heya roja îro wê siyaseta da meşandin jî ewbû ku şerê destkeftiyê gelê Kurd li çi deverê dibe bela bibe û rê li ber bigre, me dît jî ku çawa mudaxeleyî Başûrê Kurdistanê, siyasetên Rojhilat û Rojava dike, hem jî gelek peyman bi dewletên dagirkerên Kurdistanê re danî.
Tirkiyê hebûna gelê Kurd nebûna xwe dibîne. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de piştî Şoreşa Sûriyê, di 2012’an de Şoreşa 19’ê Tîrmehê hat meşandin, Tirkiyê di nava Şoreşa Sûriyê de dixwest “Mîsaqa Milî” pêk bîne ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, herwiha wiha Başûr Kurdistanê. Hem jî xwena jinûve avakirina dewleteke Osmanî di bal û xeyala wê de bû, lê pêşketina Şoreşa Rojava bû dîwar û astengek li pêşiya wê. Di heman demê de pêşketina ku hêzên YPG, YPJ’ê pêk anîn û berfirehiyeke mezin ji axa Rojava rizgar kirin, Tirkiyê xiste nava metirsiyê de ku piştî hêzên QSD’ê bi alîkariya kiwalîsyona navnetewî çeteyên DAIŞ’ê têk biriye, piştî bidawîbûna şer, bêguman wê Rojavayê Kurdistan were avakirin. Ji bo Tirkiyê didît ku heger herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rojava ava bibe û hemû pêkhate di nava de, di bin ramanên Rêber Apo de weke netewa demokratîk, biratiya gelan û mafê jin, ev wê bibe teysandineke mezin li ser Bakurê Kurdistanê ku Tirkiyê neçar bike, ew jî doza Kurdî bipejirîne û çareser bike. Ji ber vê yekê her dem Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke metirsî li ser hebûn û têkbirina projeyên xwe dîtiye. Lewra gefan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe mîna ku ew parçak ji Tirkiyê ye, yan jî Serokê Tikriyê Serokê û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê yê Sûriyê ne. Ev sedemên ku Tirkiyê gefan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.
Rêber Apo di nameya xwe ya sersalê de behsa Peymana 10’ê Adarê kir û tê de got; Pêwîst e Tirkiyê ji bo Sûriyê roleke çêker bilîze, lê piştî nameyê û heya niha gef û êrişên Tirkiyê zêdetir bûne, hûn vê çawa şîrove dikin?
Banga Rêber Apo ji bo ku Tirkiyê roleke çêker di Sûriyê de bilîze, ew girêdayî banga Aştî û Civaka Demokratîk e. Piştî bûyerên ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de li Xezayê rû da û Îsraîl piştî vegerandina êrişa Hemasê diyar kir ku ew ê rûyê Rojhilata Navîn biguherîne, herwiha Netanyahu jî diyar kir ku Kurd weke dostên wînî xwezayî ne, ew ê piştgiriya kêmnetewan bike û rûyê Rojhilata Navîn biguherin, van bûyeran gelek metirsî di hundirê Tirkiyê de çêkir. Tirkiyê bi xwe hîz dikir ku piştî lewazkirin û lêdana baskên Îranê di deverê de, wê dor were ser wê û wê Îsraîl di hundirê şikendandina Tirkiyê bi xwe de jî bilîze. Ji ber Îsraîl diyarbû ku ew serkêşiya Rojhilata Navîn dike bi piştgiriya Amerîka.
Di heman demê de di Tirkiyê de doza Kurdî heye, Tevgera Azadiyê pir pêş ketiye, çêndî operasyonên leşkerî dan meşandin li hemberî tevgerê, lê nikarîbûn wê ji holê rake. Ji ber vê metirsiyê Tirkiyê dizanîbû ku di Rojhilata Navîn de guhertin hene, ew guhertin ji nû ve dîzayînkirina Rojhilata Navîn be, Tirkiyê jî jê ne cuda be. Lewra ji bo rêgirtina li ber hilweşîna dewleta Tirk an jî ji bo metirsiya ji perçebûnê, Bexçelî bang li Rêber Apo kir, ji bo dîsa bikevin muzakereya aştiyê li Bakurê Kurdistanê. Tirkiyê ne ku ji bo şer rawestîne yan jî xwîn gelek hatiye rijandin kete vê bangê de, lê ji metirsiya hebûna xwe weke dewleta Tirkiyê ew bang hate kirin.
Rêber Apo jî proeya wî avakirina civak û konfedralîzma demokratîk li Tirkiyê û li Rojhilata Navîn e, bi rengekî aştiyane ku dûrî xwîn, şer û pevçûna ye. Rêbertî dixwaze krîzan tune bike, ji bo wê projeya Aştî û Civaka Demoratîk da meşandin. Di nava vê projeyê de weke ku rêbertî jî diyar kiribû ku; “Rojavayê Kurdistanê xeta min a sor e” dema Rêber Apo vê dibêje tê wateya ku çi êrişeke Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê were kirin, tê wateya ku proseya aştiyê têk diçe. Lê dewleta Tirk, dewleteke netewpereste, li ser zihniyeta tunekirina gelê Kurd ava bûye. Lewra jî gavan pir dereng diavêje, ew bendeware ka wê di Rojavayê Kurdistanê de çi bibe, çareseriya di Sûriyê de çi be, wê teyisandina wê li ser projeya aştiyê jî bibe. Ji bo wê me dît Tirkiyê di demên berê de gelek propaganda kir ku got, Rêber Apo dixwaze QSD’ê çekê xwe deyîne, tevlî artêşa Sûriyê bibe, fedralî û nenavendiyê nexwaze. Lê ev hemû hat eşkerekirin piştî serdana lawê birayê Rêber Apo, Omer Ocalan ku got; Rêber Apo dibêje pêwîst e QSD’ê çekê xwe daneyîne, ji ber rewşa Sûriyê ne mîna rewşa Tirkiyê ye. Herwiha banga aştî tenê ji bo Partiya Karkerên Kurdistan e, ne ji bo hêzên QSD’ê ye, lê Tirkiyê dixwaze vê propogandayê bike ku hemî bi hev ve girêdayî ye û Hêzên Sûriya Demokratîk bê çek bike. Lewma di nameya sersalê ya Rêber Apo de ku dibêje; Tirkiyê roleke çêker bilîze di Sûriyê û peymana 10’ê Adarê de, ew zelale axiviye ku ji Tirkiyê re dibêje pêwîst e tu peymana 10’ê Adarê asteng neke, herwiha tu nebe weke pêşgirê hikumeta demikî li hemberî QSD’, tersî wê jî heger nakokiyên te hene, pêwîst e tu bi Rêveberiya Xweser re bikeve nava danûstandinan de.
Lê çima Tirkiyê naxwaze di Sûriyê de Peymana 10’ê Adarê bibe çêker, ji ber ew dibîne çi çareserî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di sîstema Sûriyê de bibe, wê teysandina wê li ser Bakurê Kurdistanê hebe. Lewma heta roja îro pir zextê dike, dixwaze peymana 10’ê Adarê ji wateya wê derxîne, QSD’ê têxe lewaziyan de, piştgiriya hikumeta demikî dike ji bo Şam li hemberî Rêveberiya Xweser êrişeke leşkerî jî bike. Lê rewş siyasî hatiye guhertin, ne roniya kesk ji dewletên mezin weke Amerîka û Rûsiya heye ku êrişeke wiha pêk were, ne jî di proseya aştiyê de jêre derfetê heye ku ew bi xwe rasterast mudaxele bike weke demên berê.
Gelo rola Tirkiyê di Sûriyê de roleke çawa ye, rola wê ya erênî û neyînî çi ye?
Eger Tirkiyê bi erênî derbasî Sûriyê biba, wê ewqasî krîza Sûriyê dirêj nekira û wê ewqas qurbanî jî çênebiba. Lê mixabin mudaxeleya Tirkiyê ji bo Sûriyê tu carî aliyê erênî nehatiye dîtin, her dem neyînî bû. Ji ber piştî şoreşa Sûriyê hat lidarxistin, Tirkiyê di rêya ixwan El-muslimîn û tevgerên siyasî de mudaxeleyê Sûriyê û gelek deverên din kir û ket bin wê hewa hanê de ku derfet jêr hatiye, hem dewleta Osmanî û welatê Şîn ku bi nav dike, hem jî mîsaqa milî pêk bîne. Ji ber wê mudaxeleya wê di Sûriyê de ji bo berjewendiyên wê bûn, ne ji bo gelên Sûriyê bû. Tiştê ku teysandina mudaxeleyan Tirkiyê çêbû ya yekemîn ew bû ku berê Şoreşa Sûriyê guhert. Kesên serkêşiya şoreşê kirin di destpêkê di bin navê artêşa Azad, hemû hatin tesfiyekirin an jî hatin girtin û dûrxistin, ji nava tevgera li Sûriyê. Kesên hatin pêşxistin jî, kesên îslama siyasî ya tundrew, ixwan muslimîn û di demên pêş de rasterast piştgiriya DAIŞ’ê kir. Ji ber wê mudaxeleya wê mudaxeleyeke neyînî bû. Ya duyemîn jî Tirkiyê siyaseta guhertineke demografîk li Sûriyê da meşandin. Ya seyemîn jî ew destkeftiyên mûxalefeta Sûriyê ku karîbûna rejîma Esed hilweşandiba, Tirkiyê nehişt ku rejîma Sûriyê were hilweşandin, ji ber wan ne dixwest sîstemeke demokratîk were, lê dixwesetin sîstemeke ixwan muslimî girêdayî berjewendiyên Tirkiyê be. Tirkiyê siyaseteke pir xerab di hundirê Sûriyê de da meşandin û hîna jî ev siyaset berdewam e. Di aliyê erênî de tiştê ku Tirkiyê kir, ne di xizmeta gelên Sûriyê de, di berjewendiya hêzên ku dixwazin Rojhilata Navîn biguherînin, nexşe û dîzayîneke nû bidin Rojhilata Navîn de bû. Mudaxeleya wê jihevxistina civakan, lewazkirina dewletan û gurkirina şer bû.
Astengê li pêşiya pêkanîna Peymana 10’ê Adarê dewleta Tirk e, lewra ger ew çareseriyê ji bo Sûriyê dixwazin, pêwîst e çi bikin?
Derbasbûna HTŞ’ê di Şamê de Tirkiyê weke serkeftine mezin ji xwe re dît. Tirkiyê dixwest piştî HTŞ’ê kete Şamê de lingê wê xurt bike û rewabûneke navnetewî jêre bistîne, herwiha serdestiya xwe dîsa li ser Sûriyê tevahî belav bike. Astengiya li pêşiya wê dîsa derket Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên QSD’ê bû. Di wê demê de jî me dît HTŞ’ê berê xwe da gelên Elewî û Durzî li dijî wan komkujî pêk anî, ji bo rêgirtina li komkujiyan û rêgirtina li ber şerekî navxweyî ji nû ve, Hêzên QSD’ê wan jî îmzeya Peymana 10’ê Adarê kir. Tikriyê jî ew peyman pijrandibû bi armanca ku HTŞ’ê diyar bike ku vaye dixwaze pêkhateya di nava xwe de vehewîne, amadeye ji danûstandina re, dixwest wê dema kurt derbas bike ku lingê HTŞ’ê di Şamê de xurt bike. Lê nêzîkatiya Tirkiyê ji vê peymanê re ewbû ku di nava demê de di bin zext, dorpêç û girtina erêkirina navneteweyî ku roniyeke kesk bistîne ku karibe zextê li QSD’ê bike, da ku ji hev bikeve û weke kes tevlî artêşa Sûriyê bibe. Herwiha Kurd bi hin destkeftiyên biçûk weke mafê hin aliyan de razî bike. Tirkiyê armanca wê ji Peymana 10’ê Adarê tu carî ne çareserkirina krîza Sûriyê bû, ya rastî vala derxistina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Di milê din de jî Hêzên Sûriya Demokratîk di aliyê diplomasî, leşkerî, danûstandin û projeya xwe demorkatîk de karîbû xwe li ser asta Sûriyê feriz bike û ew daxwzên Tirkiyê nepijardiye. Lewra çi dema rûniştin û danûstandin çêdibe, hikumeta demikî naxwaze xalên peymanê pêk bîne, sedemên wê jî mudaxeleya Tirkiyê ye. Ji ber kesên girêdayî istixbara Tirkiyê di nava hikumetê de pir xurtin naxwazin wan xalan weke hatiye îmzekirin pêk bîne. Lê weke Tirkiyê dixwaze pêk bîne. Heta destê Tirkiyê di Sûriyê de hebe bi vê xurtbûnê di nav hikumeta demikî de, wê gelekî zor be ku Peymana 10’ê Adarê pêk were.






