Amara Baran
Rojhilata Navîn ku di nav kirîz û heviyê de ye, bi dîrokeke tije şer, pêvçûn û siyaseta xwe ya tevlihev tê nasîn. Di vê herêmê de rewşa jinan bi şert û mercên cîhêreng re têkildar e, ji şertên aborî û siyasî heta baweriyên civakî û çandî. Di deh salên dawî de, rûxmê şer û pevçûnan jî jin ji bo maf û azadiya xwe tê dikoşe.
Di gelek welatan de jin hîn bi sînorên civakî yên ku wê tengav dike, re rû bi rû dimînin. Di hin deveran de jin nikarin bi awayekî azad di nav siyaset, kar û xebatan de cih bigrin. Zewaca bi zorê, tundûtîya malbatî, sînorkirina tevger û xwendinê hîn jî pirsgirêkên girîng in. Ev rewş pir caran bi têgihiştinên kevneşop a zilamê serdest li ser jin tê kirin.
Li aliyekî din jî li hin deveran jinan gelek destkeftiyên mezin bidest xistine ku mînaka wê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Şoreşa Rojava re ku bi “Şoreşa Jin” tê naskirin, gelek destkeftiyên girîng di aliyê perwerde, kar û siyasete de bi dest xistin. Jinên nivîskar, rojnamevan, çalakvan û siyasetmedar rolekî girîng di guherîna civakê de lîstine û dileyîz in. Tevgerên jinan û rêxistinên civakî bi dengê bilind li dijî tundî û nêheqiyên li ser jin û ciwanan tê kirin, radibin.
Şer û pevçûnên ku di Rojhilata Navîn de diqewimin li ser jinan bandorên giran dikin. Di demên şer de, jin pir caran bûne qurbaniyên koçberiyê, tundûtijîya cinsî û xizaniya aborî. Bi vê re jî, di heman demê de, jin rolekî bingehîn di parastina malbat û civakê de lîstin û gelek jinên ku bi tekoşîna xwe bûne sembola berxwedan û hêviyê, mohra xwe li dîrokê xistin. Di encamê de, rewşa jin li Rojhilata Navîn ne tenê bi astengiyan, lê bi têkoşîn û berxwedanê jî tê nasîn.
Di gelek civakên cîhanê de, bi taybetî li herêmên ku şertên kevneşopî û siyasî hêzdar in, jin bi gelek kiryarên neheq re rû bi rû dimînin. Ev kiryar ne tenê mafên mirovî yên bingehîn binpê dikin, lê pêşveçûna civakê jî asteng dikin. Kiryarên ku li ser jin tê meşandin, dikarin di gelek qadên wek malbatî, civakî û aborî de derdikevin holê. Yek ji kiryarên herî belav tundiya li dijî jinan e. Ev tundî bi rêbazên, wek lêdan, zordariya derûnî, tehdîd an jî tundiya cinsî ne. Pir caran ev kiryar di nav malbatê de têne meşandin û di bin navê “pirsgirêkên malbatî” de têne veşartin ku ev yek şertên jinan zehmet dike.
Zewaca bi zorê û zewaca di temenê biçûk de jî ji kiryarên giran li dijî jinan in. Di van rewşan de jin bê ku maf û daxwazên wan werin guhdarkirin, têne mecburkirin ku di temenekî ewqas biçûk de bizewicin. Ev jî li ser derûnî û tenduristiya jinan bandoreke xirab û neyînî dike.
Herwiha, kontrolkirina jiyana taybet a jinan wek cil û berg, tevger, danûstandinên civakî û biryarên kesan e, yek ji awayên din ên tundiya zorê ye. Ev kiryar di bin navê “parastina namûsê” an jî “adat û kevneşopiyan” re têne rewa kirin, lê di rastiyê de azadiya jinê ne perwerdekirî û bê îrade hatiye hiştin, di bin baskên zilam de tê ragirtin.
Di encamê de em dikarin bînin ziman ku jin sedsal in têkoşîna zihniyeta mêr, dewlet û serdestan dike. Çiqasî ku rê li pêşiya jinê jî hatiye girtin, lê rêya berxwedaniya wê jî pêş ketiye. Di roja îro de jî asta têkoşîna jinê di astekî bilind de ye ku ne zihniyeta desthilatdar, ne qeydên malbatê ne jî kevneşopiyên civakî dikare dengê jinê bêdeng bike. Bi taybet jinên ku di xeta azadiyê de meşiyane îro çirûska wan li ser tevahî jinê Rojhilata Navîn û cîhanê vedide.






