Esma Mistefa/Qamişlo
Li dijî zihniyeta melayî û rewşa aborî ya zehmet li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên gel ji 15 rojan ve hatine destpêkirin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kirin ku careke din dengê jinan li meydanan vejîn dibe her wiha yekbûn û piştgiriya xwe ji jinên Kurd û yên azadîxwez re raber kirin.
Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku zêdeyî 15 rojane tê domandin, tê de bi hezaran sivîl hatin binçavkirin û bi dehan jî hatine qetilkirin. Hêzên rêjîmê bi girtin û kuştinê hewl dide dawî li xwepêşandanan bîne û dengê gel bitepsîne. Ev xwepêşandan û serhildan ne ya yekemîne ku ji aliyê gel ve li dijî siyaset û zihniyeta Îranê tê pêkanîn. Serhildana jin a Jin Jiyan Azadî ku bi qetilkirina Jîna Emînî destpêkiribû, şop û bandora xwe li ser hemû gelan, jinan û bi taybet rêjîma Îranê kiriye. Xwepêşandanên gel li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê îradeya gel û nerazîbûna wan li hember desthilatdariyê û faşîzmê dide nîşandan. Li ser vê bingehê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Şoreşa Rojava piştgiriya dengê gelê li wê derê tê kirin. Têkildarî vê yekê Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe bi hêza jin û ya azadîxwazan re ragihandin. Endama Meclisa Jin ya PYD’ê Hayistan Hesen û ji Kongra Îslama Demokratîk Evîn Hecî ji Rojnameya me re axivîn.
‘Hemû gel, pêkhate û bawerî bi yek dengî li qadan e’

Hayistan axaftina xwe wiha destpêkir: “Serhildana gel ya ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatiye destpêkirin, cihê rûmet û rêzdariyê ye. Ev gel bi sala ye di bin sîstemeke tund ya îslamî de jiyan dike. Rêjîma Îranê nefes li gelê xwe girtiye, bi polîtîkayên gelek zirav û hişk her gel xistiye bin metirsiya xwe de ku tu carî serî li hember rêjîm û sîstemê ramekin. Vê carê bi hilweşandina aboriya wan û rewşa zehmet yak u gel pê re rû bi rû ye, êdî sebra gel li hember van siyaset û zehmetiyan nema. Gel êdî bi yek dengî bê ferqa Kurd û Farisan û hemû pêkhate û olên din, serî li hember van polîtîkayan rakirin û daketin qadan.
Weke ku em dibînin û dişopînin di nava van xwepêşandanan de, hêrseke ne normal ji aliyê gel ve derdikeve holê, ev yek jî ji tijîbûna gel û asta zordarî û dîktatoriya vê rêjîmê radixîne ber çavan. Ji ber vê yekê em van xwepêşandanên ji bo mirovahî û rûmetê ji dil de silav dikin.”
‘Dengê me bi dengê wan re dibe yek’
Hayistan di domdariya axaftina xwe de bal kişand ser serîrakirinên jinan di nava van xwepêşandan de û wiha anî ziman: “Ev hêrs û serîrakirina ku em di van xwepêşandanan de dibînin, divê em ji bîr nekin îlham û bandora xwe ji Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya ku muhra xwe li dîroka rêjîma Îranê xistiye werdigre. Serhildana bi heybet ku yekem car ji aliyê jinan ve tê rakirin di nava sîstemeke melayî û olperest bi vî awayî wê zû zû neyê jibîrkirin.
Me dît ku çawa jin careke din cihê xwe di nava van xwepêşandan de digrin û dengê xwe bilind dikin. Bi taybet bi van xwepêşandanan re redkirin û rakirina sîstema cezayê ya darvekirinê hate kirin. Di tu serdemekî de heyanî niha bi vê hejmarê jin û gel nayê qetilkirin bi rêya darvekirinê, ev bi tena serê xwe serhildanek jê re divê. Ji lewra jinên serhildêr ji bo maf û azadiya xwe her wiha ji bo rakirina sîstema darvekirinê careke din hêza xwe li meydanên xwepêşandanan îsbat kirin. Em jî bi vê yekê re yekbûn û piştgiriya xwe ji wan jinan re çi li Rojhilatê Kurdistanê dibe çi jî li Îranê dibe, raber dikin û dengê xwe bi dengê wan re li hember rêjîmên mafxwar bilind dikin.”
Xapandina gel bi olê

Evîn Hecî da zanîn ku Îran bi zihniyeta Îslamî gelê xwe dixapîne û wiha pê de çû: “Îran bi ferizkirina zihniyeta Îslamî ya tund gelê xwe xistiye bin zextekeke pir zehmet de ku êdî bi her derbaskirina zagonekê re yan jî piratîkeke ne li gorî dewletê be wan bi navê îaslamê darve dike. Ev yek jî tê wateya bikaranîna ola Îslamê ji bo rewakirina sûc û cezayê xwe. Ji ber ola Îslama resen van nêzîkatiyan qebûl nake û em tu carî jî van piratîkan bi navê Îslamê qebûl nakin.
Di van deman de jî ji ber têkçûna aboriya wê êdî gel nema rewşa jiyanî ya zehmet qebûl dike. li hember van xwepêşandanan rêjîma Îranê hemû kiryarên dijmirovî li ser gel û jinan pêk anîn. Bê guman ev kiryar nayên qebûlkirin, ji ber ne tenê li ser gelê Îranê dikin li ser gelê Kurd ku ew jî di heman zehmetiyê re derbas dibin de, tên kirin.”
Evîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser serhildana gelê Kurd û jin li wê derê û wiha got: “Li kêlek van xwepêşandanan, serîrakirina gelê Kurd li hemû bajarên Rojhilat cihê rûmetê ye ku wan jî bi serîrakirina li hember van kiryar û sîstema dewletê, helwesta xwe ya serxwebûnê nîşan didin. Bi taybet rola jin di van xwepêşandanan de derbeyeke giran ji bo rêjîma Îranê ye, careke din tekez dikin ku îrade û denê jinên azad li meydanan vejîn dibe. Em vê sekna bi rûmet û îradeya jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji dil silav dikin û em ê tu carî piştgiriya serhildanên jinan bernedin.”






