Viyan Gabar
Berxwedana gelê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava ve berdewam dike. Xelkên li her du taxan bi serhildêrî, welatparêzî û dilsoziya bi nirxên xwe yên neteweyî tên nasîn. Xelkên wê derê li hemberî çeteyên El Nûsra, DAÎŞ û komên girêdayî dewleta Tirk her di nav berxwedanê de ne. Serî ji hovîtiya dagirker û zaliman re natewînin.

Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di aliyê neteweyî û dewlemendiya çandî de xwedî vîn û baweriyeke pir rengîn in. Sedema êrîşên îro li ser van her du taxan pêk tê jî jiholêrakirina vê pirrengiyê ye. Ji bo ve jî ji destpêka şoreşê heya van kêliyan qatilên civakê û mirovahiyê dixwazin vî gelê berxwedêr di komkujiyan re derbas bikin û ji warên wan ên bi sedê salan derxin. Ji ber qatilên kastîk naxwazin aramî û aştiyeke mayînde li ser ve axê bê jiyîn. Bi taybet piştî hilweşîna rejîma Baas û hatina HTŞ’ê ya Şamê ev êrîş dijwartir bûn. Ev rastiyeke ku ti ferq û cudatî di navbera çeteyên DAÎŞ’ê û hikûmeta veguhêz a Şamê de nîne. Jixwe piraniya wan berê di nav çeteyên DAÎŞ’ê de bûn.
Çeteyên DAÎŞ’ê bi êrîşên xwe yên hovane bi hezaran mirov qetilkirin, li hember jinan destdirêjî kirin. Niha jî çeteyên girêdayî hikûmeta veguhêz bi heman rêbazan her cure xerabî û hovîtiyê bimeşînin. Tevî di navbera hikûmeta veguhez û QSD’ê de peymanek hatiye îmzekirin û beriya çend rojan dîsa rêveberiya QSD’ê li Şamê hevdîtin pêk anî jî ev zîhniyet di tekperestiyê de israr dike û êrîşên pêk tîne.
Ji ber xelkên li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd rêxistinbûn û xweparastina xwe pêş dixin rastî wan êrîşên hovane û nemerd hatin. Xelkên me yên li ser esasê neteweya demokratîk jiyana xwe didomînin û ji bo welatekî hemû gel bi xwişk û biratî bijîn têkoşîn dikin, çawa serî li hember çeteyên DAÎŞ’ê û rejîma Baas netewandin wê li hember çeteyên dewleta Tirk û yên HTŞ’ê netewînin.
Her wiha çawa 2014’an gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedana xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de neqişandin, dê vê carê jî bi qehremaniya xwe destanên dîrokî binivîsin. Rastiya berxwedanê di cewhera vî gelî de tê jiyîn. Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hebûn û dilsoziya xwe ya bi ax û welatê xwe re îspat kiriye. Rastiya xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rastiya Şerê Gelê Şoreşger e.
Divê her kes bi taybet jî jin û ciwan beşdarî seferberiya ji hêla Meclîsa Gel a Taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ve hatiye destpêkirin bibin. Weke gaziyên şer em ê jî bi ruhê berxwedana Tişrînê li rex gelên xwe cih bigirin û ji bo serxistina berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di refên herî pêş de cih bigirin.






