Stêrk Mihemed/Qamişlo
Di destpêkê de li Beravê Sûriyê li dijî gelê Elewî, pişrte li Siwêdayî û niha jî li dijî gelê Kurd li Helebê, hikûmeta demikî li ber çavê cîhanê komkojiyan li dijî gel pêk têne.
Di 8’ê kanûna 2024’an de Rêjîma Esed piştî desthilatdariya 63’ê salan hilweşiya. Piştî hilweşîna rêjma Baas Heyet Tehrîr Elşem (HTŞ) hate ser hikûmeta Sûriyê. Piştî hatina vê hikumetê rewşa Sûriyê ji dema serweriya rêjîma Baas xerabtir bû, alozî zêdetir bûn, komkujî û kuştin zêde bû. Di dirêjahiya salekê de gelê Sûriyê bi kuştin û komkujiyan re rû bi rû mane.
Di 8’ê kanûna 2024’an û piştî hatina Hikûmeta demkî li ser desthilata Sûriyê, komkujî û qetlîam li Berava Sûriyê dest pê kirin, di bin navê ku gelê Elewî bermahiyên rêjîma Bas in, bi hezaran kes hatin kuştin, piştî wê jî hikûmeta demikî hovîtî û komkujî li Siwêda li dijî gelê Durzî berdewam kir.
Niha jî berê xwe daye herdu taxên Kurdan yên li Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Di 6’ê Cotmehê de êrîşek giran yê bi bi gaza îsotê û panzêran hikumeta demkî êriş gelê herdu taxan kir. Di 25’ê Îlonê de dorpêçek giran li ser herdu taxan bû, rewşa xizmetî ji ber dorpêçê herdu taxan xerab bû. Gel zêdetirî 4 mehane di nava dorpêçê de ne. Di 22’ê kanûna 2025’an de careke din hikumeta demkî êrîşek bi çekên giran bi ser herdu taxan de hat. Di encama van êrîşan de gelek sivîl şehîd ketin û birîndar bûn.
Herwiha rv êrîşên ki bi ser herdu taxan de dihat piştî her hevdîtin û lihevkirinekê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de bû. Piştî her hevdîtinekê wezîrî karê derve yê hilumeta demkî Esed Elşîbanî bi Hakan Fîdan ya Tirkiyê re dikir êrîş dest pê dikir û lihevkirin dihat binpêkirin. Her mûdexeleyek Tirkiyê ji Sûriye re encam komkujî û pevçûn bû.
Careke din di 6’ê Çile de piştî derbasbûna du rojan ji hevdîtinê di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de êrîş li ser şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hat. Ev çar rojin êrîş didime, balafirê keşfê ji roja destpêkê de li ser esîmanê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê digere, bê ser û ber bi çekên giran sivîl tên bombebarankirin. Hikumeta demkî bi rêbaz û hişmendiya qirkirinê ya DAIŞ’ê tevdigere.
Di encama van êrîşên dijmirovî yê hikumeta demkî de gelek şehîd û birîndar hene, heya vê kêliyê hejmar zêde dibin û hîn diyar nebûne. Herwiha nexweşxaneya ku birîndar têde diban çar caran li pey hev ji aliyê komên çeteyan ve hate bombekirin û di encema êrîşan de nexweşxane ji xizmetê derket.
Jiyana gelê herdu taxan di nava metirsiyek mezin de ye, lê li gorî wê jî gel û Hêzan Ewlekariya Hundurîn li ber xwe didin û peyama xwe dan wê heya dawî têkoşîn û berxwedaniyê bimeşînin.
Hikûmeta demkî careke din rûyê xwe ya rast eşkere kir û da xuyakirin ku tu cûdahî di navber wan û DAIŞ’ê de nîne. Zihniyeta wan zihniyeta parçekirin û kuştinê ye. Di nava Sûriyê de hemû pêkhate û mezheb nayên qebûlkirin, hikûmeteke wisa ji bilî êş, komkujî, qetilkirin û tunekirinê ji gelê Sûriyê re nîne.






