Leyla Amûdê
Salek têr û tijî di ser berxwedana bendava Tişrînê ango Bendava şehîdan re derbas bû. hêjî ew berxwedan di hest, fikir û ruhê her ferdeke\î berxwedêr de zindiye û berdewam dike. Ji xwe berxwedana jin û civakê her berdewam dike ji ber ku, hebûna desthilatdarî, şer û tundiyê li ser wan ferz dike ku xwe bi rêxistin bikin û çalak bibin; ez bawer nakim ku tu jin ji şer û tundiyê hezbike ji derveyî, hin jinên ku hişmendiya wan bûye weke ya zilaman. Lê cardin jî jin mecbûr dibin ku çekan hilgirin û ciyê, xwe dinava şer û gengeşeyan de bigirin û bi wêrekî û fedayî şer biklin û her; çiqasî jin aşîtî û azadî xwazbin jî lê xwe mecbûr dibînin ku ji bo aşîtî û azadiya, xwe û civakê şer bikin û destanên qehremaniyê xêzbikin.
Wekê ku têye zanîn gelek jinên çeleng û giran biha, dinava şoreşên netewî de şer kirin û weke şêre jinan di pêşiya cengên; giran debûn û nexasim jî weke şêre jinên qehreman ên ku, di şoreşa Rojava de şer kirin û gihaştin pileya pekrewaniyê. Jinên weke Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Ronahî Gewda, Ronahî Yekta û bi dehan; jinên fedayî şer kirin heyanî hinasa xwe ya dawiyê û gihaştin şahadetê. Ji ber berxwedan û qehremaniya wan jinan û pêşengiya wan şoreşa Rojava, nav lêhate kirin “şoreşa jinê” û nav û dengê xwe li her deverê veda û ji jinan re bû îlhama têkoşînê. Bi ked û têkoşîna wan keçên qedir bilind û giranbiha şoreşa Rojava, bihêztir bû û raya cîhana pêşverû qezenc kir.
Em weke jin deyndarên wan pêşeng û serkêşên qehreman û fedayî ne û ji me, hemûyan têye xwestin ku em têkoşîneke pir xurt û berdewamî bikin û di jiyana; xwe de wan bidin jiyandin. Dibe ku derfetê her jinekê cuda be lê hemû jin dikarin, têkoşîn bikin û erkê xwe yên xwedî derketina li wan; pekrewanên Kurd ên çalakvan û qehreman bikin û têkoşîn û berxwedana, wan berdewam bikin. Tekez gerek were zanîn ku ger têkoşîn, şer û berxwedana wan jinên qehreman, nebaya wê îro ti jinê nikarîba qala vîn û mafê xwe kiribaya û ger; ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê qala wekhevî û azadiyê dike, gerek çavkanî û dîroka wê jî bizanibe û li wê berhema qehremanên xwe xwedî derkeve. Ger ku em îro qala berxwedana bendava Tişrînê dikin tekez gerek em, bandora berxwdan û çalakbûna wan jinên egîd û diler jî bibînin.
Jinên Kurd her li pêşiya meşa çûna bendavê bûn û bi wêrekî, weke pêşengên şoreşê serbilind û bêtirs diçûne bendavê û bi sitran, tilîlî û helbest û siloxan; li pêşiya mêran di çûne bendava şehîdan û di her qefleyekê de, jin ji mêran gelekî zêdetir bûn. Ji xwe gelek dayikan hevjîn, keç û kurên xwe bi xwe re tanîn û hinek dayik tevî zarokên xwe yên bişîr û hevjînê; xwe şehîd jî ketin û ev jî xwedî derketina li mîrasê şehîd Arîn, Barîn û Avesta bû. Ez di serî de bi hurmet û minetdarî wan çelengên azadî xwaz û berxwedêr, silav dikim û bejna xwe bi hurmet û minetdarî li ber bîranîna wan; xwar dikim û sozdariya xwe ya bêdawî ji wan re nû dikim û dibêjim: Hun ji bo me pêşeng, serkêş û xwedawendin û em jî, şopdar û şervanên we ne û her emê we di jiyan û têkoşîna xwe de; bidin jiyandin û hedef û armanêcên we pêkbînin.
Ez berxwedan û çalakiyên ciwanan û tevahî xelkên berxwedêr, jî silav dikim û dibêjim: Gelê Kurd fêrî xwe parastinê bûye û mafê xwe yê parastina rewa, li ser bendava Tişrînê bi gewde kir û bû xwedî ezmûn û ev jî hemû; bi têkoşîn û keda Rêber Apo û perspektîfên wî ên diderbarê, xwe parastina rewade hate qezenc kirin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûryeyê tevî xelkên koçber, ên Efrîn û Şehbayê tevî xelkên me yên Ereb û Suryan heyanî beşek ji koçberên Perava Sûryî yên Elewî jî; dinavê de berxwedaneke bêhempa kirin û bi têkoşîn û îsrara xwe, li hemberî her cure, êrîşên belafirên keşfê û belafirên şer ên Tirkiyê li berxwedan û berxwedana wan biser ket. Li kêleka wan serhildanan jî şervan û fermandarên YPJ ê û QSD ê şerê, parastinê yê dîrokî kirin û berxwedaneke bi qehremanê dane raber kirin û gelê xwe û herêm parastin û îro jî li deverên weke, Şêx Meqsud û Eşrefiya Helebê li berxwedidin û şerê parastinê dikin.
Û ez hêvîdarim ku şerê wan bibe şerê serkeftinê yê dawiyê û em, sala nû bikin sala aşîtî û demokrasiyê û ger ku dijminê me di şer de îsrar bike; em ji şer û berxwedanê re tevî gelê xwe hazirin û em bûne xwedî ezmûna şer û berxwedanê. Ez careke din hemû xelkên berxwedêr ên ku li ser bendavê, berxwedanî kirin silav dikim û hemû şehîdên şoreşê bibîrtînim û bejna xwe li beramberî; qehremanî û berxwedana wan di tewînim û careke din soza xwe ji wan re nû dikim. Û dibêjim berxwdan jiyane û wê serkeftin ya gelê berxwedêr be.






