Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heval Sara li hember neheqiyan bû dengê berxwedanê

09/01/2026
in ROJEV
A A
Heval Sara li hember neheqiyan bû dengê berxwedanê
Share on FacebookShare on Twitter

Zarîn Kobanê

Şehîd Sara ji berê de ji bo me her serkêş û pêşeng e. Hevrê û xwedawend Sara Dêrsim (Sakîne Cansiz) fermandar û rêzaneke muezem bû. Bajarê Dêrsimê cih û warê berxwedêrên weke Seyîd Riza, Elîşêr, Besê û Zerîfeyan e. Her wiha  warê pêşengên Tevgera Apoyî Mazlûm, Delîl, Fûad û Bêrîtanan e. Hevala Sara mînaka berxwedêriya wan leheng û serkêşan bû.

Rêveber û çalakvan hevrê Sara Dêrsim hemû temenê xwe di nav têkoşînê de derbas kir. Her serbilind asî û rûken bû. Fermandara me Sara bi wêrekî, ji dil û can, bi bîr û bawerî erka xwe ya dîrokî ya ji bo azadiya gelan û jinan pêk anî. Her hewl dida ji jinên êşkişandî re bibe bersiv. Ji zindanan heya çiya û her qadên têkoşînê bi heybet û sekna xwe ya berxwedêr hat naskirin.

Xwedawend Sara Dêrsim li zindana Amedê tif li rûyê nûnerê cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê kir. Qehreman Sara weke jineke asî û serhildêr li ber xwe da, têkoşîn kir. Li hember neheqiyan bû dengê berxwedanê.  Qet serê xwe ji zilmê re netewand. Timî bi serbilindî jiya û têkoşîn kir. Weke di pirtûka xwe de jî diyar dike jiyana wê her tim şer bû. Şerekî ji bo parastina rûmet û kerameta mirovahiyê bû.

Hevrê Sara weke yek ji pêşenga Koma Apoyî bi bîr û baweriyeke mezin di nav kar û xebatên şoreşa Kurdistanê de cih girt. Bi sedan ciwan perwerde kirin. evîndara gelan heval Sara ji bo jiyaneke bê zilm û bêzext diyarî zarokên Kurdistanî bike şer kir, têkoşîn pêş xist.

Ez careke din xwedawend û serkêşa xwe Sara Dêrsim, bi rêzdarî bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî bîranîna wê ditewînim. Em soz didin hedef û armanca tevahî pakrewanên xwe pêk bînin û têkoşîneke layiqî wan bimeşînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.