Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YPJˊê berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir

08/01/2026
in JIN
A A
YPJˊê berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya YPJˊê diyar kir ku ew berxwedana bêhempa ya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin û got, “Çeteyên dewleta Tirk dibêjin YPJ û YPGˊê di şerê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ne. Tu hêzên me li wir wir nîn in, lê ger gelê me daxwaz bike em ê parastina wan bikin.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî û dewleta Tirk êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin dibêjin YPJ-YPGˊê di şerê wan taxan de ye, lê ev îdia ne, tu hêzên YPJˊê li wir nîn in.

Daxuyanî wiha ye:

“Em di serî de êrîşên ku li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi awayekî hovane ev sê rojin berdewam dike, şermezar dikin. Di van êrîşan de heta niha bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne. Di dîroka şerê gel ê şoreşgerî de berxwedaniya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mînaka rûmetê ye. Vî gelê berxwedêr li hember desthilatdariyê ti caran serê xwe netewandiye û her daxwaza azadiya xwebirêvebirinê kiriye.

Li kêleka van êrîşên bê serûber êrîşeke şerê taybet ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û fasîleyên HTŞ’ê ve li ser Medyaya Civakî ve tê meşandin. Dixwazin wisan nişan bidin ku gelek hêzên YPJ-YPG di şerê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de dîl hatine girtin. Tu hêzên me bi tu awayî di Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de cih nagrin. Ev tenê îdîan e, ti rastiya xwe tune ye.  Lê belê ger ev êrîş heman awayî berdewam bike û gelê me yê berxwedêr ji me daxwaz bikin ku em parastina wan bikin, wek Yekîneyên Parastina Jin, ne tenê ji bo Helebê, ji bo giştî parastina gelê Sûriyê em amade ne ku tê bikoşin. Em berxwedaniya bêhempa ya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin, ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re şifa dixwazin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.