Viyan Egîd/Qamişlo
Di 9’ê Çileya 2013’an de, li Parîsê li dijî jinên kurd yên pêşeng komkujiyek pêk hat. Di vê komkujiyê de yek ji damezrînerên Tevgera Azadiyê Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê MÎTa Tirk ve hatin hedefgirtin. Sakîna Cansiz yek ji jinên ku di nava kaniya heqîqeta û afirînera xeta azadiya jinên Kurd û tevahî jinên cîhanê bû.
Di çarçoveya êriş û siyasetên qirkirinê yên li li dijî gelê kurd û bi taybet li dijî îradeya jina kurd ya azadîxwaz, di 9’ê çileya 2013’an li Parîsê yek ji damezirîner û pêşenga Tevgera Aazadiyê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî), li ser destê MÎTa Tirk hatin şehîdxistin.
Hersê jinên şoreşger
Sakîne Cansiz (Sara) di sala 1958`an de li Dêrsimê hatiye ser dinya yê. Di zarokatiya xwe de bi çîrokên qirkirina Dêrsîmê yên ku ti caran nayên jibîrkirin mezin bû. Di salên xwe yên dibistanê de ji xwendinê pir hezdike. Sakîne ji zarokatiya xwe ve mîna çemên bihare bû. Nedikarî bû li cihê xwe bisekine û her tim bi kesên derdora xwe re şer dikir. Bê guman şerê wê yê herî mezin li hemberî dayîka wê û ferzkirinên civakî bû. Mirov dikare bêje ku rihê wê yê şoreşgeriyê di zarokatiya wê de xwe nîşan dide. Dema ku serdema wê ya ciwantiyê destpê dike, êdî naskirina wê ya fikrên çepgir û sosyalîzmê pêş dikeve. Di sala 1971’an de êdî ew dikeve nav lêgerînên naskirina sosyalîzm û azadiyê.
Sakîne li girtîgehê bû sembola berxwedan
Sakîna yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê bû, gelek salan di girtîgehê de di bin şert û mercên nebaş de ma, Sakîna Cansiz ku li dijî her cûre îşkenceyan li berxwe da, di pêvajoya 12 salan a bi îşkenceyên herî giran re rû bi rû dimîne, ji bilî zindana Amedê li zindanên Elezîz, Meletî, Bursa û Çanakkale’yê ma. Ruxmê hemû îşkence û rêbazên dijî mirovahiyê ya 12 salan Sakîne li girtîgehê bû sembola berxwedan, tekoşînê û serî netewand. piştî ku hat berdan tevlî têkoşîna çekdarî ya rizgariya Kurdistanê bû. Sakîne hêzeke îlhamê ya tevgera jinên Kurd e û ji bo jinên Rojhilata Navîn hêviyê ye.
Tekoşîna xwe ye azadiyê berdewam kir
Sakîne Cansiz di sala 1991’an de piştî derketina ji zindanê têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam kir. Bi awayekî bêhtir çalak di nav têkoşînê de cihê xwe girt û derbasî Akademiya Mahsûm Korkmaz bû. Beşdarî yekemîn konferansa zindanan bû. Demekî li Fîlîstîn, Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ma, piştî wê derbasî çiyayên Kurdistanê bû, di nav refên gerîla de cihê xwe girt. Demekî dirêj li çiyayên Kurdistanê ma. Beşdarî konferans û kongreyên tevgera jin û PKK`ê bû. Piştî wê Sakîne derbasî Ewropayê bû.
Fîdan Doxan
Fîdan Doxan jî di 17 Çile 1982’an li Al-Bustan li başûrê Tirkiyê ji dayik bû û di ciwaniya xwe de çû Fransayê. Li Strasbourgê mezin bû û li wir xwendina xwe ya zanîngehê qedand. Di kongreya netewî ya Kurdistanê de cih girt û çalakvana mafên jinan bû.
Leyla Şaylemez
Leyla Şaylemez di 1’ê Çileya sala 1989’an de li Mêrsîn ji dayik bû, rêvebera navçê ya rêxistina ciwanên Partiya Karkerên Kurdistanê bû, Navê wê yê tevgerî Ronahî bû.
Komkujiya Parîsê
Di heman dîrokên şoreşa gelan de, yên ku herî zêde bûne hedefa faşîzmê, jinên pêşeng ên pêşengtiya şoreşa azadiya jinan û gelan dikirin. Peşêng, afirîner û yek ji damezrînerên tevgera azadiya Kurdistanê Sakîne Cansiz (Sara) a tevahî jiyana xwe da şerê azadiya jin û civakê jî, mîna berdewamiya komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1999’an ji aliyê nîjadperest û hêzên faşîst ên Tirk ve hat hedefgirtin.
Di 9’ê Çileya 2013’an de ku qaşo dewleta Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di nav pêvajoya çareseriyê de bû. Li Parîsê bi komployeke bêbext li dijî pêşenga sosyalîst, azadîxwaz a jin û gelên Kurdistanê Sakîne Cansiz, bi destê tetîkeşê MIT’ê Omer Guney êriş hate pêkanîn. Di encama êrişê de sê jinên şoreşger ên afirîner û pêşengên tevgera azadiya Kurdistanê Sakîne Cansiz (Sara), endama KNK ya Parîs’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin şehîd xistin.
Her 3`ê heval bandorek mezin li ser giyanê hezaran hişt
Komeleyên li Fransayê bang li Kurdên Ewropayê kirin ku “Ji bo şermezarkirina vê sûcê li Parîsê kom bibin.” Di hin lêkolînan de hat diyarkirin ku kujer ketine navenda ku li taxa 10’an a Parîsê ye, 3 jinên çalakvan bi xwîneke sar bi çekên bêdeng gulebaran kirine, piştre deriyên navendê girtine û ji cih derketine. Li gorî pijîşkên dadwerî, her sê çalakvanên jin bi guleya ji serê xwe, yek ji wan jî li sînga wan hatiye xistin. Bêguman şehadeta wan piştî têkoşîneke bi dehên salan di xizmeta gelê Kurdistanê û azadiya jinê de bandorek mezin li ser giyanê hezaran hişt.
Lê piştî girtina her du berpirsên payebilind Erhan Bekçetîn û Adin Gunel, rêveberên Rêxistina Îstîxbarata Tirkiyê ya bi navê MÎT’ê ku fermanên xwe rasterast ji Erdogan û Hakan Fîdan distîne, ji aliyê endamên yekîneyên taybet ên Hêzên Parastina Gel ve. (HPG) di Tebaxa 2017’an de, wan tiştên ku gelek bûyeran ronî dike qebûl kiribûn, di nav de hedefgirtina sê şoreşgerên jin ên li Parîsê. Eşkere bû ku kujerê bi navê Omer Konay endamekî çalak ê Tirk e û bi talîmata rasterast a Erdogan bi plansazkirin û çavdêriya rasterast a Serokê Rêveberiya Xweser Hakan Fîdan ji bo kuştina 3 jinên çalakvan hatiye erkedarkirin.
Bê guman mirov nikare tu caran bi gotin û nivîsan kesayeta Sakîne Cansiz û hevalên wê bîne ser ziman. Ji ber ku ew lêgerînvana mezin a heqîqetê û şervana mezin a azadkirina evînê ye. Tevahiya jiyana xwe bi şer û têkoşîna xwe, da şerê azadiya jinan û di her kêliya jiyana xwe de têkoşiya. Ji ber wê yê, rêhevalê wê yê 40 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan ji bo jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz (Sara) dibêje ‘Jiyana Sara mînak e. Azadbûna jinê têkoşîna Sara ye’.
‘Ji bo min wê her tim şer hebe’
Belê Sakîna Cansiz tevahî jiyana xwe ya tijî şer, da azadiya jin û gelê Kurdistanê. Ji ber wê, ew bi xwe ji bo şer û xeyalên xwe wiha digot: “Ez wekî kesayet, gelek ji şer hez dikim. Ez bawer nakim ku şer heta demek diyar dom dike û paşê diqede. Ez dibêjim di xeyalên min de jî, wê heya dawiyê şer bidome. Ango divê di Kurdistaneke serbixwe de şer bi awayê herî mezin û bi serkeftî hebe. Hêviya min a herî mezin Kurdistanek e ku tê de şer tê kirin, şerekî mezin lê heye û li ser bingehên wekhevî û azadî ev şer û tekoşîn tê meşandin.”






