Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Polîtîkaya Îran û Tirkiyê kuştina jina ne?

07/01/2026
in JIN
A A
Polîtîkaya Îran û Tirkiyê kuştina jina ne?
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Qetilkirin û binçavkirina jinan ji hişmendiya mêrsalar û zayendperestiyê xwe dikşîne. Li Îranê di navbera 22’ê Mijdarê heta 21’ê Kanûnê de 15 jin hatine kuştin. Herwiha li Tirkiyê 23’ê jin û 3 zarok hatine qetilkirin.

zihniyeta baviksalariyê xwe didomîne û di heman demê de tê belavkirin. Kuştina jinan her ku diçe zêde dibe, mêrên zayendperest kuştina jinan ji xwe rewa dibînin û bi hincetên vala jin tên qetilkirin. Îran û Tirkiyê bûne bajara kuştina jinan, her roj jin tên kuştin û binçavkirin. Kuştina jinan di nava civakê de gihaştiye asta herî jor û zihniyeta mêrsalarî bipêşketiye. Li wan herdu dewletan tewanbarkirin û qetilkirina jinê ji rêzê tê dîtin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îran

Li gorî rapora mehane ya Hengawê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 15 jin hatine qetilkirin, 21 bûyerên binpêkirina mafên jinan jî hatiye tomarkirin. Li gorî raporê di navbera 22’ê Mijdarê heta 21’ê Kanûnê 15 jin hatine qetilkirin. Hêjayî bibîr xistinê ye piştî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ binpêkirin û bûyerên qetilkirina jinan ya ji aliyê rejîma Îranê ve ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pir zêdetir bûye. Di Mijdara 2025’an de, herî kêm 22 çalakvanên jin hatine girtin û 5 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatine cezakirin. Di vê mehê de aliyê kêm 20 haletên jinkujî û 5 haletên darvekirina jinan di bajarên cuda yên Îranê de hatine tomarkirin.

Bi hincetan darvekirina jinan rawa dikin

Di Mijdara 2025’an de, darvekirina 5 jinan li girtîgehên cuda yên Îranê hatiye birêveçûn. Herî kêm 2 jin bi hinceta kuştina bi qest û 3 jin jî bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne darvekirin û nasnameya wan wiha ye:

1- Zehra Mîrxefarî bi hincetê pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Tewrêzê hate darvekirin.

2- Şûket Weysî bi hincetê pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Damxanê hate darvekirin.

3- Qumrî Ebaszade bi hincetê kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Sariyê hate darvekirin.

4- Mehîn Rehîmî bi hincetê kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Meşhedê hate darvekirin.

5- Mîna Sedûqî bi hincetê pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Şîrazê hate darvekirin.

Girtina 22 çalakvanên jin li deverên cûda yên Îranê

Di Mijdara 2025’an de, herî kêm 22 çalakvanên jin ji bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin û li kêlekê wê ji sedî 19 ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin di vê mehê de. Herî kêm 8 jinên Behayî û 2 jinên Kurd hatine girtin ku nave wan jî wiha ne:

Mehsa Esedulahnijad, Şîrîn Kerîmî, Haniye Şerîetî Rûdpoştî , Aferîn Mohacêr, Periya Merendîz, Sitare Pesiyanî, Seher Dewletşahî, Mona Zekayî ,Nexme Mîrza Axa, Mehîn Seadetmend, Mehşîd Sifîdî, Semer Mesûdî, Meriyem Ebasî Nîkû, Bîta Şefî`î, Leyla Edaletî, Mîlan Xaceyî, Meriyem Zobeydî, Şeyda Ezîzî, Esmer Hemîdî, Şikoh Sedîdî, Soheyla Bîkdêlû û Azade Yeqînî.

‘13 sal, 3 meh û rojek’

Li gorî saziya mafê mirovan ya Hengawê 5 çalakvanên jin li ser hev bi 13 sal ,3 meh û rojek li girtîgehê hatine cazakirin.

Nasnameya wan jinên ku bi girtîgehê hatine cezakirin wiha ye:

1- Mehnûş Rizayî ji Şîrazê bi 9 sal girtîgeha sepiyayî hatiye cazakirin.

2- Zeyneb Mûsewî ji Tehranê bi 9 meh girtîgeha sepiyayî hatiye cazakirin.

3- Şeyda Ezîzî ji Kamêranê bi 3 sal girtîgeha sepiyayî hatiye cazakirin.

4- Nîrvana Torbetînijad ji Gurganê bi 6 meh girtîgeha sepiyayî hatiye cazakirin.

5- Fayîze Hesenzade ji Kaşanê bi 3 meh û 1 roj sal girtîgeha sepiyayî hatiye cazakirin.

Yek ji siyasetên cidî li Îranê cûdahiya zayendî

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke kevneşopî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêxistinî, ji rojên destpêka hatina ser desthilatdariyê ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û cûdakirina tevahiya civaka kêmaniyên rêgezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên zayendî li Îranê ye.

Tomarkirina 20 bûyerên kuştina jinan

Li bajarên cuda yên Îranê herî kêm 20 jin ji aliyê kesên nêz xwe ve hatine kuştin. 7 jin ji aliyê hevjînên xwe ve û 2 jin ji aliyê birayê xwe ve, 2 jin bi destê kurê xwe, 2 jin bi destê zava, 2 jin bi destê hevjînê xwîşkên xwe û jinek bi destê xesûya xwe hatine kuştin û herwiha şêwaza 4 ji kujeran bi qurbaniyan re jî nediyar bûye. Bi gelemperî 20 bûyerên kuştinana jinan, herî kêm bûyerên kuştina jinan ji ber hênceta namûsê hatiye tomarkirin. Herwiha 13 jin ji ber pirsgirêkên malbatî, jinek ji ber daxwazkirina cudabûnê, 2 jin ji ber redkirina daxwaziya zewacê û 4 jin jî bi hênceta dizî û madiyê hatine kuştin.

Kuştina jinan di civakê de gihaştiye asta herî jor ya dijî zayenda mê û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya kuştina jinan dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 191 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Komara Îslamî ya Îranê wekî sîstemeke apartayda zayendî dinirxîne ku tê de kuştin û destdirêjiyên sîstematîk li dijî jinan di hin qonaxan de hatiye yasayîkirin. Divê civaka navneteweyî sîstema apartayda zayendî li bin “cinayet li dijî mirovahiyê” biguncîne û wê yekê di pênaseya xwe ya navneteweyî de jî biguncîne û Komara Îslamî li gorî yasayên eşkere yên li dijî jinan û çewsandina pêkhatiya jinan di civaka Îranê de wek sîstemeke aprtayda zayendî polend bike û di bin wê wateyê de tawanbar bike.

 Li Tirkiyê kuştina jinan polîtîkayeke

Di Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin û 8 jin û 3 zarok di bin şert û mercên gumanbar de mirine. Kesên ku jin qetilkirine dîsa ji derdora herî nêzîk a jinan bûn. Polîtîkayên necezakirinê, gotinên desthilatê û pergala serdest a mêr her roja ku derbas dibe, dibe sedema kuştina jin û zarokan li Tirkiyê, zedetir bibe.

Li gorî daneyên Jinnewsê li Stenbolê 4, li Bûrsayê 2, li Kayseriyê 3, li Erziromê 1, li Aksarayê 1, li Kirklareliyê 1, li Edîrneyê 1, Li Îzmîrê 2, li Amedê 1, li Qersê 1, li Antalyayê 1, li Dîlokê 1, li Enqereyê 1, li Bîlecikê 1, li Mêrsînê 1 û li Xarpetê jî jinek hatin qetikirin.

Daneyên tundiya mêran a meha Mijdarê ya ji aliyê JINNEWS’ê ve hate weşandin, rastiya tundiya li ser jin û zarokan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dubare radixe ber çavan.

Li gorî raporê 23 jin û 3 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin; 8 jin û 3 zarok jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Dane nîşan didin ku piraniya jinan ji aliyê naskiriyên xwe yên nêz ve hatine qetilkirin. Ji jinên hatine qetilkirin:

8 ji aliyê hevjînên xwe ve

2 ji aliyê hevjînên xwe yên jihevberdane

1 ji aliyê mêrê ku serdema jihevberdanê ve

2 ji aliyê mêrên ku jihevberdane

1 ji aliyê mêrê ku bi hev re dijî

3 ji aliyê naskîrî\ hevalê xwe ve

1 ji aliyê cînarê xwe ve

1 ji aliyê bavê xwe ve

1 ji aliyê kurê xwe ve

1 jî ji aliyê zavayê xwe ve hatine qetilkirin.

Her wiha jinek ji aliyê kesên ku nasnameya wan nehatiye tespîtkirin ve û jinek jî ji aliyê mêrekî ku nêzîkatiya wan nehatiye tespîtkirin ve hatine qetilkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.