Lîloz Hisên
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di operasyoneke leşkerî de ya berfireh li Venezuelayê, Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores girtin û bi balafirê ji welêt hatin derxistin, ev yek wekî gava herî aloz di dîroka rageşiyên di navbera Washington û Caracas de tê hesibandin.
Di 3’ê Barfanbara 2026‘an de, di êrişeke ji hêla hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di seatên dawê yên sibehê de serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores hatin girtin û ew sewqî dervî welat kirin. Êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li ser Venzuelayê roja Şemiyê 3’ê Barfanbarê, nîşan dide ku têkiliyên di navbera Washington û Caracas ya herî aloz e, piştî mehên ji rageşî û gefên siyasî û leşkerî.
Di vê çarçoveyê de serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donlad Trump destîşan kir ku ev operasyon di çarçoveya hemleya Emerîkayê de hat kirin û Maduro wekî “Pêşengtiya xirab û terorîst” bi nav kir. Ji xwe Trump Maduro tawanbar dike bi pêşengtiya komên hişbirê û qaçaxtiya kokainê ber bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê. Lê Caracas ev tewan bi giştî red kir û diyar kir ku DYA dixwaze çavkaniyên betrolêyê Venezuelayê bixe bin kontrola xwe.
Berî vê êrişê, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê rêzeêrişên deryayî û hewayî li Karîbê li dijî weke ku wesf kir girêdayî madeyên hişbirê ye, herwiha keştiyên şer û baregehên hewayî şandin herêmê, di çarçoveya operasyona bi navê “Operation Southern Spear”.
Di hefteyên dawî de, Trump gefên xwe yên li dijî Maduro zêde kirin, fermana êrişên li ser avahiyên ku tê bawerkirin ji bo bazirganiya madeyên hişber têne bikar anîn, da. Herwiha qedexeyek berfireh li ser tankerên petrolê yên Venezuelayî yên ku di bin sizayên Emerîkî de ne, ferz kiriye.
Dîroka rageşiya di navbera DYA û Caracas
Têkiliyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Venzula bi dehsalan e tijî rageşî bûn, bi taybet di bin hikumê Nicolas Maduro, ku Washington ew tawanbar kiribû bi rêberiya toreke bazirganiya madeyên hişber, tepeserkirina muxalefetê û standardeke dualî di pêvajoya hilbijartinê de, herwiha xebitandina li dijî berjewendiyên Dewletên Yekbûyî li Emerîkaya Latînê, li gorî ajansa “Reuters û Associated Press”, di heman demê de raporên çapemeniyê li ser nakokiya Amerîka-Venezuelayê.
Washington bi salan e ku cezayên aborî yên berfireh li ser Venezuelayê ferz kiriye, bi taybet li ser petrol û darayî, lê rêyên aloziyê berdewam bûn, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zexta aborî û siyasî li ser Caracasê dikir, di nav de komên ku bi hikûmeta Venezuelayê ve girêdayî ne jî xist lîsteya terorê.
Bi hilbijartina Nicolas Maduro ya ji nû ve rageşiyeke nû derket holê
Di Çileya 2025’an de, Nicolas Maduro piştî hilbijartinên ku di asta navneteweyî de nakok bûn, ji bo xulekeke nû ya serokatiyê sond xwar, ku Washingtonê di nav tawanbarên nû yên gendelî û sextekariyê de rewatiya wan red kir.
Rêveberiya Trump Statuya Parastina Demkî (TPS) ji bo koçberên Venezuelî ji nû ve da destpêkirin, ev yek nakokiya siyasî ya di navbera her du welatan de hîn girantir kir. Washingtonê cezayên aborî û gumrikî yên zêdetir li ser îxracata petrola Venezuelayê ferz kir, da ku zextê li ser aboriyek ku ji hilweşîna diravî êşê dikişîne, bike.
Armanca rastîn ya operasyonê
Daxuyaniyên fermî yên Trump eşkere kirin ku petrola Venezuelayê di nava vê gavê de bû, ji ber ku wî di hevpeyvînên televîzyonî de îdia kir ku rêveberiyên berê yên Dewletên Yekbûyî dest ji mafê Dewletên Yekbûyî yên li ser petrola Venezuelayê berdane û tekezî li ser pêwîstiya vegerandina wê kir.
Venezuela ji hêla rezervên petrolê ve welatê herî mezin ê cîhanê ye, ku ji 303 milyar bermîlan derbas dibe, ku nêzîkî 18% ji tevahiya rezervên petrolê yên cîhanê temsîl dike, li pêş Erebistana Siûdî, Îran û Iraqê ye.
Tevî vê giraniya mezin a petrolê, sektora enerjiyê ya Venezuelayê ji ber cezayên navneteweyî, gendeliya îdarî û hilweşîna aborî ya ku welat bi salan e dijî, ji kêmbûnek girîng a hilberînê êş dikişîne.
Daneyên ji Rêveberiya Bicîhanîna Tiryakê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DEA) nîşan didin ku Venezuela di qaçaxçîtiya Fentanyl de roleke pir sînordar dilîze, ku di sala 2024’an de bûye sedema 48,000 mirinên ji ber zêdedozê.
Li gorî lêkolîneke Bloombergê, piraniya vê jehrê li Meksîkayê bi karanîna kîmyasalên Çînî tê çêkirin, paşê bi rêya sînorê başûr bi qaçaxî derbasî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tê kirin.
Di derbarê kokainê de, rola Venezuelayê wekî “rêyeke transîtê ya duyemîn” mezintir e, ji ber ku mîqdarên sereke li Kolombiya û Bolîvyayê têne hilberandin û piraniya wê bi rêya Meksîkayê tê veguhastin.
Rewakirina şerê li dijî Venezuelayê bi mijara tiryakê kêmasiyek e û bêtir dişibihe hincetek stratejîk, ku armancên din jî li pişt girtina Serok Nicolas Maduro ji aliyê Trump ve hene.
Di civîneke çapemeniyê de, Trump ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dê rêveberiya demkî ya Venezuelayê bigire ser xwe, bi armanca nûjenkirina binesaziya petrolê, bang li kampaniyên mezin ên petrolê yên Emerîkî kir ku veberhênanê bikin û hilberînê ji nû ve bidin destpêkirin, di gavekê de ku ji hêla çavdêran ve wekî armanca kontrolkirina rasterast a li ser dewlemendiya petrolê ya welêt tê wesifandin.
Nerazîbûnên navnetewî
Girtin û veguhestina Maduro bo DYAˊyê bû sedema bertekên siyasî û dîplomatîk ên berfireh û hevalbendên Venezuelayê ew şermezar kirin ku operasyon wekî binpêkirina serweriyê nirxandin. Di heman demê de aliyên din jî ev gav wekî “pêşketinek girîng di dîmena Venezuelayê de” pêşwazî kirin.
Rûsyayê operasyon wekî “êrişa çekdarî ya Emerîkî” ya li dijî Venezuelayê bi nav kir şermezar kir û nîgeraniya xwe ya kûr ji ber zêdebûna aloziyan anî ziman.
Li Havanayê, Serokê Kubayê Miguel Díaz-Canel “êrişa neqanûnî” ya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li dijî Venezuelayê daye destpêkirin şermezar kir û ji civaka navneteweyî xwest ku li dijî “vê kiryara sûc” bersivek tavilê were dayîn.
Hikumeta Kubayê ragihand ku 32 welatiyên wê di êrişa hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) ya li ser Venezuelayê ku bi girtina serokê wê Nicolas Maduro bi dawî bû, hatine kuştin.
Hikumeta Kubayê bi daxuyaniyekê diyar kir: “Di êrişa sûcdar a ji hêla hikumeta DYA’yê ve li dijî Komara Bolîvarî hate kirin, di dema operasyonên şer de 32 kubayî hatin kuştin.”
Hikumetê daxuyand ku tevahî kuştî endamên Hêzên Çekdar ên Şoreşger û Wezareta Karên Hundir a Kubayê bûn ku li ser daxwaza hikumeta Venezuelayê erkên fermî li wir pêk dianîn.
Serokê DYA’yê Donald Trump jî ragihandibû ku di “Operasyona leşkerî ya DYA’yê ya li Caracasê de hejmareke mezin a kubayiyan hatine kuştin.”
Li Kolombiyayê, Serok Gustavo Petro daxwaza civîneke awarte ya Rêxistina Dewletên Emerîkî û Neteweyên Yekbûyî kir.
Li Johannesburg, Efrîqaya Başûr daxwaza civîneke lezgîn a Konseya Ewlehiyê ya NY kir, operasyona Emerîkayê wekî yekalî û binpêkirineke eşkere ya Peymana NY, ku bikaranîna hêzê an gefxwarina hêzê li dijî dewletên serwer qedexe dike, nirxand.
Li Tehranê, Îranê “êrişa leşkerî ya Amerîkayê” ya li dijî Venezuelayê şermezar kir.
Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de got ku, “Êrişa leşkerî ya Emerîkayê li dijî Venezuelayê binpêkirineke eşkere ya prensîbên bingehîn ên Peymana Neteweyên Yekbûyî û rêgezên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî ye, ku bikaranîna hêzê qedexe dikin, ev yek mînakeke eşkere ya kiryareke êrişkar e ku divê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û hemû welatên ku bi serweriya hiqûqê, aştî û ewlehiya navneteweyî re eleqedar in, tavilê û bi awayekî eşkere were şermezarkirin.
Delcy Rodriguez bû seroka demikî
Daîreya Dadgeha Bingehîn a Venezuelayê piştî DYA’ê Serokê Venezuelayê Nicolás Maduro girt û bir Emerîkayê civiya û biryara lezgîng girt. Dadgehê biryar da ku Cîgira Serokdewleta Venezuelaya Delcy Rodríguez bibe seroka Venezuelayê ya demkî.
Artêşa Venezuelayê jî ragihand ku piştî girtina Nicolas Maduro, piştgiriyê dide Delcy Rodriguez ku cîgira serokê dewletê bû, bibe seroka demî ya welat.






