Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sazûmankar û pêşengê şoreşa Rojava ; Şehîd Xebat Dêrik

07/01/2026
in Serbest
A A
Sazûmankar û pêşengê şoreşa Rojava ; Şehîd Xebat Dêrik
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/Qamişlo

Fermandarê Kurd Xebat Dêrik piştî salên demdirêj ji têkoşîna azadiya Kurdistanê, sala 2011’an di asta pêşengiyê de cihê xwe di nava kar û xebatê Rojava de girt û bû fermandar û sazimankarê Yekîneyên Parastina Gel-YPG’ê. Di 14’ê Çileyê sala 2012’an li bajarê Qamişlo di encama êrişeke bêbext de, Xebat Dêrik şehîd bû. Li pey şehadeta wî, hêzên parastina ku ji hejmareke kêm a keç û xortên Rojava pêk dihat, di nava demeke kurt de veguherî artêşa parastina gelan.

Şehîd Xebat Dêrikê di 7’ê Çileya 2012’an de bi guleya îxanetê hat hedefgirtin û rakirin nexweşxaneyeke bajarê Helebê. Lê tevî hemû hewldanan jî, di 14’ê Çileyê de, şehîd bû. Şehîd Xebat Dêrikê têkoşer, berxwedêr û pêşengekî ku di oxira azadî û serkeftina gelê xwe de, canê xwe feda kir. Herwiha şehîd Xebat yek ji pêşeng û cangoriyên ku bingehê şoreşa Rojava ava kir.

Kurtejiyana Xebat Dêrik

Xebat Dêrik di sala 1962’an de li gundê Kêsanê yê ser bi Dêrikê ve ji dayîkbûye. Herwiha Xebat Dêrik Ji ber rewşa zehmet a malbatê, xwendina xwe ya qonaxa seretayî bi dawî nekir. Piştre ji bo kar berê xwe dide bajarê Dêrikê û ji zarokatiya xwe de bi çalakî û hezkirina ji xebatê re hat nasîn. Herwiha şehîd Xebat di 1985’an de berê xwe dide Akademiya Mahsûm Korkmaz a herêma Bîqa ya Lubnanê. Paşê di akadimiyê de perwerdeya Rêber Abdullah Ocalan dibîne û di sala 1987’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Li çiyayên Kurdistanê bû şervan lê ji ber taybetmendiyên xwe di demek kin de hêviyên mezin pêve hatin girêdan û her ku diçû di astên cûda cûda de erkên fermandariyê digirtin. Herwiha ew bibû parçeyek ji xwezaya Kurdistanê ya bedew û mîna mamizan li ser çiyan digeriya û ji bona xwe tu astengî nasnedikirin û ji jiyan û hevalên xwe pir hezdikir. Xebat Dêrik fermandariya ayaletên Garzan, Amed û Botanê kir û li gelek qadên Bakurê Kurdistanê derbên giran li faşîzmê da û bû hêviya gelê Botanê dengê wî li her deverî veda û lewra bi navê “Xebat Botan” jî dihat naskirin. Herî dawî dema ku li Rojavayê Kurdistanê ji milekî de firseta dîrokî û ji milekî de metirsiya komkujiyan pêşdiket wî bi hejmarek şervanên xwe ve li ser daxaza gel berê xwe da rojava.

Fermandar Xebat bû sazûmankarê şoreşa Rojava

Şehîd Xebat Dêrik di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de ciwanên Rojava birêxistin kir, girîngî da parastina cewherî û amadekariya damezirandina YPG’ê kir. Ji ber ku dizanîbû gelê ku ne xwediyê parastina cewherî be wê taliya wî komkujî û qirkirin be. Herwiha di têkoşîna xwe de, erka endametiya Meclisa Leşkerî ya HPG’ê û fermandarê Ayaleta Botanê wergirt, piştre dibe endamê Konseya Navendî ya KCK’ê. Şehîd Xebat Dêrik tevlî şoreşa azadî û parastina gelê Rojava bû. Ji destpêkê ve û her tim di eniyên pêş û cihên herî zor û zehmet de digirt û li hemberî zehmetiyan tucaran gav şûnde netavêt. Di heman demê de jî Fermandar Xebat bi damezirandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de jî gaveke dîrokî avêt.

Fermandar Xebat Dêrik her tim digot heke hêzên xweparastinê yên gelê Kurd wê demê hebûna, rejîma Baas komkujî 12’ê adarê 2004’an pêk netanî. Lewra wî rêgezên bingehîn ên hêzên xweparastinê danîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.