Hemza Sêvo
Peyvsazî şaxekî rêzimanî ye, ji du peyvên xwedî wateyeke serbixwe pêktê, peyv tê wateya gotin anjî bêje ku ew hêmana zimên ya herî biçûkî watedar e. Herwiha nav, daçek, lêker, hoker, rengdêr û hwd… sazûman dike hev da ku peyveke nû di ziman de biafirîne.
Peyvsazî beşek ji beşê zimanasiyê ye, ku ew zanistek e li ser cure, awayê sazkirina pevan lêkolîn dike.
Herwiha li ser kok û biniyada peyvan û ferhengên curbecur yên taybet û ên giştî çê dike ji bilî vî karî jî; peyvsazî zanisteke berhemdar e ku di warê çêkirina peyvên nû de çêker û sazker e, em şêweyê sazkirina peyvên nexwerû şîrove bikin û ji bo ronîkirinê mînakekê binvîsin (di sazkirina peyvên pêkhatî de yên ku çi bi pêşgir bin û çi bi paşgir bin, bi alîkariya peyvên xwerû dibin xwedî wate û teşeyekî nû ji peyvê, mîna peyva (çav). Û dema me paşgira (dêr) zêde kir bû (çavdêr) bi vî awayî me peyvek ji peyveke din bi riya paşgirekê çêkir ku vê daçekê peyva xwerû ji wateya kevin guherand herwiha li gor rêzman ji erka peyveke normal û xwerû kire kirdeyek.
Ppeyvsazî li gor Samî Tan:
Peyvzanî anku morfolojî di zimanzaniyê de beşek e. Bi riya vê beşa za
nistê, mirov reng û dirûvê bêjeyan, rêz û rêzikên pêkanîna bêjeyan nas
dike. Di vê mijarê de em ê li ser van aliyên bêjeyên kurmancî rawe
Danasîna Peyvsaziyê li gor Hisên Mihemed:
Di derbarê şîrovekirin, danasîn û zelalkirina peyvsaziyê de zimanzan Hisên Mihemed weha gotiye:Peyvsazî şaxek ji şaxên zimannasiyê ye tê wateya çêkirina peyvan. Çendîn rê û rêbazên çêkirina peyvan anku peyvsaziyê di Kurdî û zimanên din de jî hene. Li vê derê em ê tê bikoşin
wan bi awayekî tedarikî û sîstematîk peyvsaziya Kurdî bidin nasîn. Piraniya van rê û rêbazan di
peyvsaziyê de gerdûnî ne anku di gelek zimanên din de jî lê ne hemû di her zimanî de hene.
Em ê pêşî van awayên cuda bi kurtî bidin nasîn û paşî bi kûrahî herin nav her yekê ji wan û bi hûrî
behsa bikaranîna wan rê û rêbazan di peyvsaziya Kurdî de bikin. Rêbazên peyvsaziyê li gor giringiya wan di Kurdî de hatine rêzkirin: yên destpêkê di peyvsaziya Kurdî de (û gelek zimanên din de jî) pir
giring in, yên dawiyê roleke kêm heye yan hema-hema tine ye. Lê bila hejmarkirina van rêbazan ne
wek tiştekî mutleq û absolut were hesibandin. Dibe ku, bo nimûne, di Kurdî de niha wergirtin ji
guhastinê giringtir be.
Cureyê peyvê
Di zaravaya kurmanciyê de deh cureyên peyvê kêm zêde hen in, ev cure jî ev in: Navdêr, lêker, gihanek, cînav, veqetandek, jimarnav, rengdêr, Hoker, bang û daçek. Her peyvek ji nav van beşên peyvê roleke taybet û cûda di ristina hevokê û wateya wê de heye, herwiha hin cure hene ku bi alîkariya hev teşe û wateya xwe diguherînin û rengekî peyvê yê nû çê dikin mîna peyva (kuj) ku rayeka dema niha ye ji lêkera kuştinê û hatiye û tevlî peyva (mirov) bûye ji bo ku navdêrekî nuh saz bibe û bibe xwedî wateyeke nuh ango(mirovkuj) û hwd…
Navdêrsazî
Li gor pirtûka Hisên Mihemed a tabet girêdayî peyvsaziyê; awayê bi destxistina navdêran dabeşî heşt rêgezan kiriye, (ji ber ev mijar gelekî berfireh e û demeke gelek jê re divê heya ku li ser were xebitîn,
Çêkirina navdêran ji rengdêran:
Ev awa gelekî berbiçav, diyar û hêsan e di Kurdiya kurmancî de ku hin paşgir hene dema bi rengdêr re dicivin piroseyeke rêzmanî çê dibe ku navdêrek saz dibe. Ev pirose dibe sedem ku nehêle em herin peyveke biyanî derbasî nav zimanê xwe bikin û bibe cihê aloziyê bo ziman.
Paşgirên ku navdêran ji rengdêran saz dikin ev in:
A)Paşgira (Î)
Bo nimûne:
Rast+î 》rastî
Qenc+î》qencî
Pşgira (ahî, ayî)
Bo nimûne:
Bilind+ahî》bilindahî
Zuha+ ayî》 zuhayî
- C) Paşgira (Tî, îtî)
Bo nimûne: şaş+îtî》şaşîtî
Zane+ tî》zanetî
- D) Paşgira (van, anî)
Bo nimûne: hîle+van 》 hîlevan
Dost+anî》 dostanî
Çêkirina navdêran ji hokeran:
Ev rewş bêtir bi alîkariya hokerên cihî bi saya paşgirên mîna (î, ahî, ayî) navdêr tên bidestxistin.
Bo nimûne :
Jor+ahî /ayî》jorahî/ jorayî
Pêş+ î 》 pêşî (pêşiya gotarê:
Daw + î》 dawî
Çêkirina navdêran ji lêkeran:
Ev pirose pêk tê dema ku hin paşgir tên gel rayekên lêkerên dema niha û dema bûrî navdêr çê dibin.
Rayeka lêkera dema niha û paşgir:
A: Rayeka dema niha + er
Nimûne: xwîner
B: Rayeka dema niha +ok
Nimûne: revok
C: Rayeke dema niha + van
Nimûne: parêzvan
D: Rayeka dema niha +kar
Nimûne: nivîskar
Têbînî: Ji bilî van rewşan rewşne din hene lê wek navdêr kêm tên dîtin û ev awayê ku min li jor anî ser zimên yên herî derbasdar in di nav nivîs û axaftinê de.
Rayeka dema bûrî ji lêkerê û paşgir:
Rayeka dema bûrî + ar
Nimûne:
Gotar
- B) Rayeka dema bûrî + ok
Nimûne: bihîstok:
- D) Rayeka dema bûrî +Yar
Nimûne: biryar
E)Rayeka dema bûrî +ox
PAŞPIRTIKA -OX
Paşpirtika –ox li gel rehê demên borî di zazakî de hin peyvan çêdike:
– wendox (xwandevan), vatox (bêjer), rotox (firoşer, firoşkar)73…
Ne diyar e ka çend ji peyvên wiha di zazakî de bi rastî bi çalakî di nav xelkê de li kar in û çend jî tenê .
çêkiriyên rêzimannivîsan in.
Di Kurmancî de jî hewl hatiye ku ev paşpirtik bê nasandin û aktîvkirin. Li gor Amed Tîgrîs “ajotox.
çêkirox, firotox, gotox, kirox, kuştox, şîretkirox, vegirtox..
Ê) R.D.B+er
Nimûn: bûyer
- F) R.D.B +navgira (e)+van
Nimûne: xwendevan.
Çêkirina navdêran ji hejmaran:
Ev pirose çê bibe dema hin paşgir tên gel hejmaran û peyveke nuh saz dikin
Jêder:
_ Rêzmana Samî Tan çapa 3an
_pirtûka Peyvsaziyê _ Hisên Mihemed






