Solîn Mihemed/ Qamişlo
Nivîskar û helbestvan Şêrzat Şero ji biçûkaniya xwe ve bi helbestên seydayê cegerxwîn bandor bû û li ser vê bingehî dest bi nivîsandina helbestan kir. Herwiha Şêrzat Şero diyar kir ku helbest ji bo wî tê wateya jiyanê.
Di cîhanê de gelek nivîskar û helbestvanên Kurd ên binav û deng hene yek ji wan jî Şêrzat Şero yek ji wan kesane ku ji zaroktiya xwe ve xwendin û nivîsandina helbestan hez dike û dinivîse. Herwiha Şêrzat ciwanekî ji bajarê Qamişlo ye û temenê wî 22’ sale. Di heman demê de piştî ku Şêrzat xwendina xwe diqedîne berê xwe dide peymangeha amadekirina mamosteyan li wê derê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî temam dike.
Di derbarê mijarê de nivîskar û helbestvan Şêrzat Şero ji rojnameya me re axivî.
‘Ji biçûkaniya xwe ve ez ji helbestan hez dikim’

Şêrzat Şero diyar kir ku ew ji biçûkaniya xwe ve ji helbestan hez dike û wiha got: “Ez Ji zaroktiya xwe ve ji xwendin û nivîsandina helbestan hes dikim, di zaroktiya xwe de min didît ku bavê min helbestên cegerxwîn kom dikirin û digotin, bi vê yekê bandoreke min lê hat û ez jî bûm heskiriyê helbestên seydayê cegerxwîn û min xwest ku ez bêtir wî nas bikim, piştire min pirtûkên wî xwendin û ez gelekî bi helbestên wî kêfxweş û hem jî pê bandor bûm. Dema ku min pirtûkên Seyîdayê Cegerxwîn xwendin min jî helbest nivîsandin û helbestên min jî ne bi temamî bûn lê wiha jî min li ser tembûrê saz dikirin û heya ku ez bi pêştir ketim min gav bi gav dît ku helbest ji bo min tê wateya jiyanê.”
‘Bi hezkirina helbestên Cegerxwîn min dest bi nivîsînê kir’
Nivîskar û helbestvan Şêrzat anî ziman ku ew bi hezkirina helbestên Cegerxwîn dest bi nivîsînê kir û wiha bidawî kir: “Ew hezkirina min ji helbestên cegerxwîn re min dest bi nivîsandina helbestan kir û ew hêrsa di dilde min diyar kir û hestên giran min anîne ziman û herwiha min nivîsîn jî li ser kurd û kurdistan û li ser bûyerên giran min nivîsandin. ji xwe min biryar da ku ez dîwanekê çêbikim bi navê (Kurdistan), naveroka vê dîwanê jî ji hemû bûyerên, êş û şîn min anî ziman. Herwiha dîwana min a Kurdistan niha amade ye, ji dema kevinde heya niha hîna min çap nekiriye. Niha ji bo dema pêş jî ez li ser dîwaneke din bi serenavê ‘Kesek Namîne Gul’ kar dikim û naveroka wê jî hem li ser evîniyê, dost û hevalan, û herwiha bi gelek cûreyên din ez di nav de dinivîsînim.”
Helbestek ji helbestên Şêrzat Şero bi kurtasî
Hey xudayê şev û rojê yê dilmezin
Em dinalin li pey doza xwe em dibezin
Her neyar welatê me ji me didizin
Wek her gelekî em mafê xwe dixwazin
Hey xudayê şev û rojê yê dilmezin
Em ne kêmî kesî ne em aştî xwazin
Em gelek pir kevinar û xwedî dozin
Çeleng û mêrxwas wekî teyîrê bazin






