Lîloz Hisên/Qamişlo
Piştî çend salan ji hişkesalî, nebarîna berfê û kêmbûna baranê, li piraniya deverên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsal berf bariya û metirsiya hişkesaliyê dûr xist.
Çandinî bingeha aboriya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ku praniya şêniyan xwedsipêrin çandinî û xwedîkirina sewalan. Di heman demê de berhemên istratîjîk weke genim, ceh û pembo li gel cureyên cuda yên sebzeyan têne çandin.

Piştî salên dirêj ji nebûba barîna berfrê, vê salê cara yekemîn ji zêdetirî 5 salan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berf li herêmên berfireh û cuda bariya ye. Barana zêde û bahoza berfê bandor li ser tevahî welat kiriye, ku di encamê de hejmareke ji rêyan hatin girtin bi sedema qalindbûna berfê. Ev barîna berf û baranê di çarçoveya kêmbûna çavkaniyê avê û bandora guhertina avhewayî hat. Ev yek balê dikşîne li ser jinûve giringiya rola berfê di piştgiriya erdên çandiniyê û başkirina rastiya helbirîna nebatan li herêmê.
Herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyê di salên borî de êş ji hişkesaliyeke dijwar kişand, lewma bi awayekî neynî bandor li ser sektora çandiniyê kir, di encamê de zirareke mezin gihaşt cotkar û xwedniyên sewalan.
Di seranserî xeta sînorê bakurê Sûriyê heta Efrînê, Kobanê, Dêrikê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahidiyê bahoza berfê û barana zêde bû, ku ev yek bû sedema astengiya trafîkê û girtina rêyên di navbera bajar û bajarokan de.
Giriniya barîna berfê
Barîna befrê gelek sûd û giringiya wê heye di heman demê de faktoreke xwezayî ye ji bo başkirina taybetmendiyên erdê û bi gelemperî piştgiriya sîstema jîngehê û çandiniyê dike.
Yek ji sûdên sereke yên berfê ew e ku axê şil dike û avê dide wê, ji ber ku berf hêdî hêdî dihele, ev dihêle ku av bikeve kûrahiya axê li şûna herikîna rûyê erdê, ku ev yek dibe alîkar ku şilbûn çêtir were hilanîn û çavkaniyek hêdî û berdewam a avdana xwezayî ye, nemaze li herêmên hişk û nîv-hişk.
Pêvajoya cemidandin û helandinê ya ji ber barîna berfê dibe sedema baştirkirina avahiya axê, nemaze axên zexm, ji ber ku ew wan ji hev dixe, hewakirina wan baştir dike û kapasîteya wan a avdanê zêde dike herwiha porozîteya wan zêde dike, ku belavbûna kokan û vegirtina xurekê hêsantir dike.
Berf di têkoşîna li dijî nexweşî û kêzikên çandiniyê de roleke giring dilîze, ji ber ku germahiyên nizm gelek larvayên kêzikan û nexweşiyên zirardar ên ku di axê de dijîn ji holê radikin, ji bilî kêmkirina belavbûna fungî û bakteriyan ku dibin sedema nexweşiyên nebatan.
Berf mîqdarên piçûk ji pêkhateyên nîtrojenê yên ji atmosferê dihelin, dihewîne, ku dema dihele vediguhere formeke ku ji hêla nebatan ve tê mijandin, bi vî rengî dibe sedema zêdebûna berdariya axê û baştirkirina mezinbûna berheman.
Berf qateke îzoleker çêdike ku berhemên zivistanê diparêze, ji ber ku germahiya axê diparêze, reh û beşên nebatan ên li binê erdê ji sermaya dijwar diparêze, herwiha guherînên ji nişka ve yên germahiyê kêm dike.
Sûdeke din a berfê heye ew e kêmkirina şorbûna axê ye, ji ber ku helandina hêdî hêdî dibe alîkar ku xwêyên zêde ji tebeqeyên rûyê erdê, nemaze li erdên şor werin şuştin, ku bandorek erênî li ser berhemdariya erdên çandiniyê dike.
Qalindahiya berfê ya zêde an jî demên dirêj ên cemidandinê dikarin ji bo hin berhemên hesas zirardar bin û helandina bilez a berfê eger nebatan têra xwe nebîne dikare bibe sedema erozyona axê. Di heman demê de, ger berf bi awayekî nerm berdewam bike, di rêkxistina şilbûna axê û amadekirina wê ji bo demsala çandiniyê ya bê de roleke girîng dilîze.
Hatina berfê û hêviya cotkatran
Tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengê Spî hatibû xemlandin, barîna berfê kêfxwşiyek di nava dilê welatiyan de çê kir bi taybet cotkar. Bi hatina baran û berfê, cotkar dilxweş û geşbîn in, ku piştî hişkesaliya par, vê salê çandinî baş bibe û bandoreke rasterast li aboriya deverê bike.
Çavê her kesî û bi taybet cotkaran ku li barîna baranê bû, çend rojên berê hêvî û xeyalên wan bi cih hat û li piraniya deverên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berf bariya û piştre baran.
‘Barîna berfê pir başe ji bo erdên çandiniyê’
Hatina berfê her gav wekî nişaneke xêr û bereket tê hesibandin. Lewma Cotkarê bi navê Beha El-Dîn El-Mehmûd ku ji gundê Horan Xerbî li gundewarê rojavayê bajarê Qamişlo kêfxweşiya xwe bi hatina berfê anî ziman û barîna berf û baranê weke xêr û rehmet bi nav kir.
Cotkarê bi navê Beha El-Dîn El-Mehmûd wiha berdewam kir: “Hêviya me mezin bû bi hatina berfê piştî salên hişkesaliyê, gelek cotkar bi metirsî bûn lewma erdên xwe neçandibûn, lê piştî vê barîna dawî dest bi çandiniyê kirin. Ev berf gelekî girine hem ji bo şilbûna erdê hem jî dibe sedema ji hole rakirin û kuştina kêzik û kurmikên ku ziyanê didin axê. Erd îsal bi barîna berfê têr av vexweriye êdî nema metirsî heye ji hişkesaliyê.”
Rêjeyên baranê ku di heyama 24 demjimêran de heya demjimêr 8:00 danê sibeha roja Înê, 2’ê Rêbendana 2026‘an: Dêrik: 21 mm, El-Zuhêriyê: 22 mm, Hîmo: 4 mm, Amûdê: 1,5 mm, Tirbespiyê: 10 mm, Qamişlo: 5 mm, Til Koçer: 25 mm, Dirbêsiyê: 4 mm, Çil Axa: 15 mm, Ebû Qesayb: 14 mm, Til Hemîs: 18 mm, Til Brak: 3 mm, Til ELo: 19 mm, Hesekê: 3 mm, Mebrûka: 6 mm, Hol: 3 mm, Til Temir: 1 mm, Um Madfa: 5 mm, Ebû Rasên: 10 mm, Til Beyder: 11 mm, Şedadê: 7 mm, Erîşa: 7 mm.
Hişyarî bi pêla qeşayê
Dibe ku herêm piştî barîna berf û baranê li beramberî pêla qeşayê rû bi rû bimîne, lewma divê cotkar ji bo parastina zevî û erdên xwe yên çandiniyê bikin, hin tedbîran bigirin, derbarê vê yekê jî Meclisa Aborî û Çnadiniyê ya kantona Cizîrê hişiyarî dan cotkaran ku tedbîrên pêwîst bigrin.
Rêyên pêşîlgirtina pêla qeşayê
Bikaranîna malên plastîkî ji bo parastina çandiniyan, nixumandina nebatên hesas bi paçikan an bi plastîkan, avdaniya êvarî an berê sibehê ji bo bilndkirina pileya germbûnê, avdaniya nebatan bi avê berî pileya qeşayê.






