Reşo Mihemed
Li Rojhilata Navîn ji serdemên kevnar ve beriya şerê cîhanê yê yekem şer û pevçûn heya roja îro berdewam in, carnan hêzên navdewletî, carnan hêzên herêmî destwerdan di welatên Rojhilata Navîn de kirine, xistine bin serweriya xwe, bûne alîgirên hin hêzan da ku parçebûna welatan çêkin. Di heman demê de ji ber desthilatdariya li ser gel, êdî sîstema navendîbûna rêvebirinê û ya siyasî nema tê qebûlkirin. Gel radibin şoreşan li dar dixin, doza azadiyê dikin, mafê rêvebirinê weke siloganekê dibêjin. Lê tişta xerab a ku çêdibe, destwerdana hêzên hegemon ên navdewletî ye. Her tim van desthilatdaran qeyran bi serê gel û welatan de anîne, ji wan welatan: Îraq, Fîlestîn, Sûriyê, Kurdistan, Yemen, Îran û hwd… bi dirêjahiya sed salî parçebûn, serdestî, zordarî ji ber mijara navendîbûna dewleta pêkhatiye. Em li Îraqê binerin, bê çi rewşa wê ye, ji destpêka avabûna wê ve ji ber olperestiyê, nijadperestiyê û pevçûna li ser qezenckirina desthilatdariyê hîna jî ji ber destwerdana Îranê, Tirkiyê û Amerîkayê ne, rewşa wê ne aram e. Tevî ku Îraq dewleteke lawaz e, wê parçeyek ji Kurdistanê kiriye bin serweriya xwe, tevî ku federaliyet sîstema Başûrê Kurdistanê ye, lê dîsa Îraq ji ber hegemoniyê dixwaze sîstema Başûr lawaz bike. Îran jî piştî sedsalekê ji tevlîheviya ku li Rojhilata Navîn afirand, welat dan ber qeyranan, baskên wên li piraniya welatan hatin birîn, êdî di sînorê dewleta xwe de lawaz maye, nexasim piştî destpêkirina Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî li Rojhilatê Kurdistanê, herwiha êrişên Israîl û Amerîka, niha Îran di orta kirîzekê de dijî. Li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan tên dîtin, sedem jî sîstema Îran a milalî û qirker e. Çendîn Îran bixwaze sîstema kevin bimeşîne, êdî wê nikaribe rê li ber têkoşîna gelan bigire, em dibînin sîstema Îranê di xeteriyekê de ye, Amerîk û Israîl dixwazin wê ji kok lawaz bikin û parçe bikin. Li Sûriyê piştî rûxandina hukimê Baas ê 50 salî hilweşiya, HTŞ’ê hat şûna wê, erka ku HTŞ’ê kir, pilanên parçebûnê da pêşiya xwe, rola Tirkiyê û Israîl ji bo parçebûnê sereke bû. Li Rojavayê Kurdistanê sîstema Rêveberiya Xweser li ser lingan e, ew li dijî sînorên netewî, erdîngarî û bîrdozî ye, dijî parçebûn û navendîbûnê ye, hevbeşî û pirrengî di hemû weran de, silogana vê sîstemê ye. Filestîn, Lubnan û Israîl ji ber heman sedemê ji sed salî û heya roja îro ji ber serdestiyê, nijadperestî û olperstiyê, herwiha sîstema navendîbûnê şer ranewestiyaye. Ev her sê welat dibin xalên bingehîn ji bo destpêkirina nexşeya Rojhilata Navîn a nû, nexşeya nû gelo wê çawa be, pirbûna sînoran, parçebûn û xurtkirina hîmê navendîbûnê be, yan wê demokrasî xurt bibe. Nimûneya herî berbiçav li Yemenê tê dîtin, li wir nexşeya Rojhilata Navîn a nû pêktê, ji dêvla welatekî demokras pêk were, sê dewletên bi sînor tên avakirin. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo bidawîkirina navendîbûnê û azadiya gelan ji hêla Rêber Apo ve tê meşandin. Em dibînin ku navendîbûn, projeya hêzên serdest e, ew weke penceşêrekê ye di giyanê Rojhilata Navîn de ye. Li hêla pêvajoya aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan e, li ser hîmê neteweya demokratî e, tekez ji bo nexşerêya Rojhilateke Navîn a demokrat û aştiyane riya çereseriyê ye, hem jî dermanê êşa hemû gelên bindest û bêmaf e.






